În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn xwest, têkildarî bombekirina Ozgur Ulkeyê lêpirsîn li Sarigul bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Elewî divê bibin kirdeyê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’
Kurdistan

‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş got, "1'ê Gulanê bi sosyalîzmê re bûye yek. Lewma sosyalîzm rêya paradîgmatîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Rêgeha bingehîn ku ji destpêka têkoşîna me û vir ve dewam dike, sosyalîzm e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê bi ajansa me re axivî û bal kişand ser wateya dîrokî û girîngiya 1’ê Gulanê ya ji aliyê tevgerên şoreşgerî ve.  Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş li gel nirxandina 1’ê Gulanê di heman demê de bal kişand ser girîngiya rojê ya li ser pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk jî.

Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 1’ê Gulanê ya ji bo tevgerê şoreşgerî û ev yek anîn ziman: ‘’Di destpêkê de ez şehîdên 1’ê Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Tişta ku 1’ê Gulanê watedar dike, keda şehîdan, bedêlên dane û îradeya ku jiyaneke berxwedêr û asta biryardariyê ye. Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê weke Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê watedar dibe. Naveroka vê wateyê jî lêgerîna wekhevî û azadiyê ye.

Hêzên serdest, avaniyên hegemonîk û bi awayekî giştî hêzên modernîteya kapîtalîst çewisandina daxwazên bindest û kedkaran ên têkildarî wekhevî û azadiyê esas girtine. Ev rê û rêbaza tundiyê, ji aliyê serdestan ve weke awayekî hebûnê di dîrokê de cihê xwe digire. Ji ber ku tundî; li cihê ku koletî heye, li cihên antîdemokratîk ên lê azadî û wekhevî tune ne pêş dikeve û hêzên serdest daxwaza vê yekê dikin. 1’ê Gulanê li hemberî van yekan dibe sembola têkoşîn û berxwedanê. Li hemberî newekheviyan sekn û berxwedana karker û kedkaran pêş dike.  Di encamê de hêzên modernîteya kapîtalîst van berxwedanan diçewisînin û komkujiyê dikin. Lê belê ev mîrateya berxwedanê heya roja me ya îroyîn; ji aliyê gelên bindest, kedkar û tevgerên şoreşger ên sosyalîst ve nayê jibîrkiin û di nava têkoşîna xwe de zindî digirin.  Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê xaleke girîng a çanda berxwedana komunal a civaka dîrokî pêk tîne.’’

‘’GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI SER VÊ BINGEHÊ XWE PÊŞ XISTIYE’’

Zinar Yavûz Yoldaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku 1’ê Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurd xwedî avaniyeke dîrokî, civakî û wateyeke ontolojîk e û got: ‘’1’ê Gulanê bi sosyalîzmê re bûye yek. Ji ber wê yekê sosyalîzm, aliyê îdeolojîk, zihnî û paradîgmatîk ê Tevgera Azadiya Kurd e. Ji destpêka têkoşîna me heya roja îroyîn rêya sereke ya ku tu caran jê derneketiye, sosyalîzm e. 1’ê Gulana sala 1977’an bi qasî tevgerên çepgir, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. têkoşîneke xurt a sosyalîzmê divê bi birêxistinbûneke xurt were meşandin, yan na wê li hemberî êrîşên hêzên hegemon ên kapîtalîst û avaniyên faşîst û olîgarşîk nesekine. Vê encamê, birêxistinbûn û mafdarbûna Tevgerê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ya li lez bi xwe re anî.

Bûye sedem ku Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Dûrmûş û hê gelek kadroyên pêşeng berê xwe bidin Kurdistanê, tevger û gel bibe yek, li gel derdorên karker û kedkaran bibe yek û birêxistinbûneke cidî pêk aniye. Divê qetilkirina hevrê Hakî jî di vê çarçoveyê de were nirxandin. Têkiliya ku tevger di destpêkê de li gel derdorên karker û kedkar birêxistinbûneke xurt ava kiriye, li gel vê yekê heye. Ji ber ku ev kadro weke kedkaran dixebitîn, tew ji wan zêdetir dixebitîn, ked didan û ji aliyê wan ve hatin pîrozkirin, ecibandin û ya herî girîng jî bawerî dan. Ev bawerî, temînata wê yekê ye ku wê tu caran di têkoşîna xwe de bi tenê neyên hiştin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li ser vê bingehê xwe pêş xistiye. Li hemû cihên ku lê ne mafên derdorên kedkar ên xizan parastine û bi awayekî fedaî têkoşiyane. Têkoşîna gerîlayan û rastiya gel a gerîla dibe rê û rêbaza vê yekê nîşan dane. Ji ber vê yekê 12ê Gulanê û sosyalîzm ne tenê rojek e, hemû roj in. Ger li hemû Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û tew li hemû welatan di jiyana derdorên karker û kedkar de aramiyek û di birêxistinbûna wan de astek hebe para gerîlayên azadiya Kurdistanê di vê yekê de gelek e. Girîng e ku ev rastî were dîtin.’’

Zinar Yavûz Yoldaş piştre bal kişand ser pêvajoya heyî û ev yek anîn ziman: ‘’ Rêber Apo dibêje ku ‘’Kesên ji êşên xwe wateyên kûr derdixin, ew gelekî nêzîkî jiyana rast dibin.’’ Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, tam jî jiyanîkirina pratîk a vê tespîtê ye. Li gel vê pêvajoyê hewl tê dayîn ku sînor, astengî û tehrîbatên fikrî û jiyanî yên bi bandora sosyalîstên reel derketine holê werin derbaskirin. Pêvajoyên guherîn û veguherînê cesaretê dixwaze. Gelê Kurd, Tevgera Apoyî û gerîlayên azadiyê li gel vê pêvajoya nû dubare nîşan dan ku xwedî cesareteke fedaî ne û hê jî nîşan didin. Eşkere ye ku kesên ku jialiyê fikrî ve naguherin wê di jiyana pratîk de jî neguherin. Ji ber wê yekê divê sosyalîzm û 1’ê Gulanê ji zincîrên xwe rizgar bibin. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji bo 1’ê Gulanê û sosyalîzmê, pêvajoya azadbûn û bidestxistina wateya rastîn e û wê wisa jî bibe. Tevgera Apoyî û ferîlayên azadiyê di vê biryardariyê de ne û wê vê yekê li gel guherîn û veguherîna xwe nîşan bidin; nîşan didin jî. Ji ber wê yekê divê di destpêkê de 1’ê Gulanê bi vê nêrînê were pêşwazîkirin. Piştre jî divê têgihiştin û ferasetên sosyalîzmê yên ji qalibên teng re hatine sînordarkirin werin derbaskirin.  Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê deriyên vê yekê vekirine û pêngavên destpêkê jî avêtine.’’

Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş di dewama nirxandina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên pergala kapîtalîst û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êdî ev yek weke prensîba sereke ya hişmendiya sosyalîst were qebûlkirin; dîrok xwe naspêre şerên çînî; xwe dispêre şerê dewlet û komunê. Yanî xwe dispêre şerên di navbera kujerê civakî yê kastîk û komunên xwe diparêze de. Di roja me ya îroyîn de jî ev yek xwe weke nakokî û têkoşîna di navbera netewdewletbûna modernîteya kapîtalîst û komeke biçûk a li derdora wê kom bûye û derdorên civakî yên berfireh de nîşan dide. Li ser civakê êrîşeke berfireh, kûr û komplîke heye.  Jiber wê yekê jî  divê têkoşîn jî bi awayekî tevahî û kûr derdorên civakî yên berfireh bigire nava xwe. Dema ku kesên beşdarî pîrozgabî û çalakiyên 1’ê Gulanê dibin li derdora xwe dinêrin ji bilî derdora kedwar a teng wê bibîne ku hemû derdorên ji civakê li wir in. Wê demê divê ew derdorên civakî jî di têkoşîna xwe de bibin yek.

Neteweya Demokratîk û Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk ev e, vê yekê hewce dike. Dema ku têkoşîna maf, hiqûq, edalet û azadiyê bi vê hişmendî û nêzîkatiyê hate birêvebirin wê ser bikeve. derdorên jin û ciwanan, hêzên pêşeng ên têkoşînê ne. Divê neyê jibîrkirin ku sosyalîzm girêdayî azadiya jinan e. Jinên Kurd ên bi hişmendiya Apoyî xwe pêçaye, roja îroyîn pêşengtiya vê yekê ya Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk dike.  Rastiyeke têkoşîna pêşeng a ji çiyayên biheybet ên Kurdistanê ber bi deşt û bajaran ve diherike, heye.

1’ê Gulanê û Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk, weke stratejîk û paragmatîk ji civakê daxwaza vê yekê dikin.

Em bi vê hişmendî, bawerî û biryardariyê 1’ê Gulanê li hemû karker, kedkar û derdorên bindest pîroz dikin; şehîdên 1’ê Gulanê, sosyalîzmê û şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dubare soza xwe ya pêkanîna armancên wan nû dikin.

Bijî 1’ê Gulanê!
Bijî Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk!
Bijî Rêberê Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk Rêber Apo!’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KCDK-E’yê banga 1’ê Gulanê: Ji bo aştî, azadî û jiyana bi rûmet li qadan bin
Nûçeya Pişt re Ji Trump gaveke nû: Vekişîna leşkeran ji Îtalya û Spanyayê di rojevê de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

Li seranserê Fransayê xwepêşandanên xwendekarên lîse û zanîngehan berfireh dibin; li bêhtirî 400 lîseyan perwerde…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga Rêber Apo wê li ser ekranê mezin were parve kirin

Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê di daxuyaniya ku wê Stenbolê bide de banga dîrokî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Mamosteyê Kurdî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate girtin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku aktîvîstê Kurd ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?