Li seranserê Fransayê xwepêşandanên xwendekaran a ji bo başkirina mercên perwerdeyê berfireh dibin. Wezareta Perwerdeyê, ragihand ku ji 3 hezar û 700 lîseyî li 413’yan perwerde hatiye rawestandin.
Xwendekar, daxwaz dikin ku çavkaniyên zêdetir ji bo dibistanan werin veqetandin, avahiyên kevn werin nûkirin û hejmara xwendekarên di polan de bên kêmkirin. Her wiha kêmasiya mamosteyan li herêmên xizan û pergala “Parcoursup” ku dibe sedema nediyarî û newekheviyê, di nav sedemên sereke yên şermezarkirinê de ne.
5 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN
Hikûmetê, diyar kir ku di bûyerên rojên dawî de nêzîkî 5 hezar kes hatine binçavkirin ku ji sedî 85’ê wan temenê wan ji 18’an biçûktir e. Her wiha hat ragihandin ku 24 saziyên perwerdeyê zerar dîtine û 78 xebatkarên perwerdeyê birîndar bûne.
ROJA SÊŞEMÊ XWEPÊŞANDANÊN NÛ HENE
Sendîkaya Xwendekarên Lîseyê, ragihand ku wê roja Sêşemê xwepêşandanên nû werin lidarxistin. Hikûmet îdîa dike ku ev bûyer veguherîne “tundiya bajarî”, lê sendîkayên perwerdeyê û Yekîtiya Mafên Mirovan (LDH), jî diyar dike ku hikûmetê li dijî xwendekaran tundiyek bêkontrol pêk tîne.
Hikûmet ji bo zerarên madî yên di xwepêşandanan de çêdibin amadekariya qanûneke hişk dike. Qanûna bi navê “Ê zerar bide wê bide” wê di 27’ê Cotmehê de li Senatoyê bê gotûbêjkirin.

