Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xwendekarên Kobanê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Xwendina Bilind dan
Rojava

Xwendekarên Kobanê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Xwendina Bilind dan

Xwemdekarên Kobanê li ber zanîngeha Kobanê kom bûn û xwestin ku mafên wan ên perwerdeya li zanîngeha Kobanê bên parastin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Xwendekarên Kobanê li pêşiya zanîngeha Kobanê li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind ya Sûriyeyê têkildarî kêmkirina fakulte û peymangehên li bajarê Kobanê û veguherandina wan bo zanîngeha Helebê, xwepêşandan li dar xistin û daxwaza mafên xwe yên xwendina li zanîngeha Kobanê û bi zimanê xwe kirin.

Di dema xwepêşandanê de xwendekaran daxuyaniyek dan, daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla xwendekarê bi navê Cemal Ehmed û bi zimanê Erebî jî ji hêla xwendekarê bi navê Mihemed Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya xwendekaran wiha ye:

“Em, wekî xwendekarên Kobaniyê, ji ber girîngiya pêşeroja xwe ya akademîk û mafê In xwe yê xwendina zanîngehê li bajarê xwe, van daxwazan pêşkêşi Rêveberiya Zanîngeha Kobanê dikin. Hêvîdar in ku zanîngeh van daxwazan li ber çavan bigire û wan li hember Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî û saziyên têkildar nîqaş û şopandinê bike, da ku mafê zarokên herêmê yê xwendina zanîngehê were parastin û taybetmendiya zanîngehê û rola wê ya akademîk were domandin.

Di qonaxa heyî de ku Zanîngeha Kobaniyê tê re derbas dibe û bi wê re rêbaz û gavên têkildari rêxistina rewşa zanîngehê û entegrekirina wê di nav pergala xwendina bilind de tên avakirin, divê em wekî xwendekar bi zelali fikar û daxwazên xwe yên têkildarî pêşeroja zanîngehê, beş û pisporiyên wê û xwendekarên wê derbibînin.

Saziyên têkildar ragihandine ku rewşa Zanîngeha Kobaniyê di bin lêkolînek akademîk, îdarî û teknîkî de ye. Ev lêkolîn bernameyên xwendinê, fakulte û peymamgeh, kadroyên akademîk û îdarî, her wiha binesaziya zanîngehê jî digire nav xwe.

Ji ber vê yekê, em ji Rêveberiya Zanîngeha Kobaniyê van daxwazan dikin:

1. Parastina hemû fakulte, peymangeh û beşên heyî, em daxwaz dikin ku Rêveberiya zanîngehê ji bo domandina hemû beş û pisporiyên heyî yên zanîngehê bixebite û di pêvajoya rêxistina rewşa zanîngehê an entegrekirina wê bi Zanîngeha Helebê re, tu beş an pisporî neyê rakirin û neyê veguhastin derveyi Kobaniyê. Bi taybetî em van beşan ü peymangehan diyar dikin.

Fakulteya Zanistên Büjîjki yên Pratîkî: Bijijkariya awarte û laboratuwar.

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê.

Fakulteya Hiqûqê.

Peymangeha Teknîkî: Hemşîretî, komputer û elektrik.

Peymangeha Muhasebeyê.

Peymamgeha Bilind a Ragihandinê.

Ji ber ku me dît ku ev fakulte û peymangek di mufadeleya sala xwendinê ya 2026-2027an de hatine jêbirin. Em daxwaz dikin ku ev fakulte û peymangeh bên parastin û neyên rakirin

2. Parastina mafên xwendekarên Kobaniyê ya xwendinê li bajarê xwe

Em daxwaz dikin ku zanîngeh ji bo parastina herî zêde ya beş û pisporiyên zanîngehê bo hundirê Kobaniyê bixebite û rê li ber xwendekaran neyê girtin ku ji bo domandina xwendina xwe biçin Helebê yan jî bajarên din. Ji ber ku ji bo gelek xwendekaran, xwendina li derveyî herêmê ne hilbijartineke hêsan e; ji ber lêçûnên rêwîtiyê, rûniştinê û jiyanê, her wiha şert û mercên civakî û aborî ku dibe sedem ku veguhastina bo bajarekî din bibe astengeke rastîn li ber domandina xwendina wan a zanîngehê. Hebûna zanîngehê li hundirê Kobanê dibe sedem ku xwendina bilind ji bo zarokên herêmê bêtir berdest û gihiști be, bi taybetî ji bo wan xwendekaran ku şert û mercên wan ên abori û civaki rê nade ku li derveyî bajarê xwe bixwînin.

3. Parastina ezmûna perwerdehiya bi zimanê kurdî

Em, xwendekarên ku bi salan di hawîrdoreke perwerdehiyê de xwendine ku zimanê kurdî tê de beşekî bingehîn bû, dixwazin vê ezmûna perwerdehiyê were parastin. Gelek mamoste ders û mijaran bi zimanê kurdî ji me re rave dikirin, û ev yek alikar bû ku em mijaran baştir fam bikin û bi wan re bêtir têkilî daynin.

Ji ber vê yekê, em ji zanîngehê dixwazin ku di her pêvajoya guhertinê an rêxistina akademîk de, cih û rola zimanê kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de biparêze û rê nede ku ev ezmûna perwerdehiyê, ku bûye beşek ji rastiya zanîngehê û xwendekarên wê, ji dest biçe.

Her wiha, em daxwaz dikin ku ji bo domandina perwerdehiya bi zimanê kurdî, li gel zimanên ku di warê akademîk de hatine pejirandin, bixebitin; bi awayekî ku li gorî qanûn û rêziknameyên akademîk ên pejirandî be.

4. Parastina paşeroja xwendekaran û newendabûna salên xwendinê

Em ji Rêveberiya zanîngehê daxwaz dikin ku piştrast bike ku xwendekarên ku niha dixwînin ji ber her guhertineke îdarî an akademîk neyên bandorkirin. Ev yek tê wê wateyê ku salên xwendinê yên ku xwendekaran temam kirine, bawername û dersên ku wan xwendine bên naskirin û pejirandin.

Her wiha, ji ber her guhertinê di girêdana zanîngehê an pergala wê ya akademîk de, xwendekar neyên neçar kirin ku salên xwendinê an dersên ku berê temam kirine ji nû ve bixwînin.

Her wiha, em daxwaz dikin ku her guhertineke pêşerojê berî pêkanîna wê bi awayekî zelal were ragihandin û xwendekar jî bi awayekî fermî ji wan guhertinan bên agahdarkirin.

5. Beşdarbûna xwendekaran di biryarên têkildarî paşeroja zanîngehê de Em daxwaz dikin ku deriyê diyaloga rasterast di navbera Rêveberiya zanîngehê û xwendekarên wê de were vekirin û berî girtina biryarên ku bandorê li pêşeroja akademîk a xwendekaran dikin, raya xwendekaran û fikarên wan bên guhdarkirin.

Her wiha, em daxwaz dikin ku mekanîzmayeke zelal were danîn ku xwendekar bikaribe daxwaz û şîroveyên xwe bigihîne Rêveberiya zanîngehê û zanîngeh jî, di roleke xwe de, van daxwazan li hember saziyên fermî yên perwerdehiyê temsîl bike.

6. Parastina navê «Zanîngeha Kobaniyê»

Em daxwaz dikin ku navê «Zanîngeha Kobaniyê» were parastin, ji ber ku ev nav ji bo gelê herêmê nirx û semboleke taybet hildigire.

Ji bo me, navê zanîngehê tenê navekî erdnîgarî nîne; di van salên borî de bûye beşek ji bîra perwerdehî û çandî ya bajêr. Her wiha ev nav bi xwendekar, mamoste, kadro û salên ku me di vê sazîyê de derbas kirine re girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku «Zanîngeha Kobaniyê» wekî navê fermî yê zanîngehê were parastın û pejirandin; bi awayekî ku hem nasîna îdarî û qanûnî ya zanîngehê were misoger kirin û hem jî navê ku ji bo zarokên herêmê xwedî semboleke taybet e were parastin.

7. Parastina taybetmendiya Zanîngeha Kobaniyê di pêvajoya rêxistin û entegrekirinê de

Em ji Rêveberiya zanîngehê daxwaz dikin ku di her gav û prosedûrên têkildari rêkxistina rewşa zanîngehê an tevlîkirina wê di nav pergala xwendina bilind de, taybetmendiya zanîngehê di van waran de biparêze.

Fakulte, peymangeh û pisporiyên xwendinê.

Zimanê perwerdehiyê.

Kadroyên akademîk.

Xwendekar û mafên wan.

Binesaziya perwerdehiyê û laboratuwar.

Domandina zanîngehê wekî saziyek perwerdehiyê ya çalak li hundirê Kobaniyê

Em tekez dikin ku her pêşxistin an yekrengkirina standardên akademîk divê ne bibe sedem ku derfetên xwendekaran kêm bibin an rola zanîngehê di herêmê de lawaz bibe.

Daxwazên me yên bingehîn

Em, xwendekarên Kobanê, daxwaza îmtiyazên taybet nakin; em tenê daxwaza parastina mafê xwe yê xwendina zanîngehê, wekhevîya derfetan û domandina zanîngeh û pisporiyên wê li hundirê bajarê xwe dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelata Tibê ya Nobelê ya 2026’an dan Hegemann û Nagel
Nûçeya Pişt re Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îrmez: Li Çiyayê Gabarê xweza tê talankirin

Li Gabarê di bin navê lêgerîna li petrolê de xweza tê talankirin. Parlamenter Zekî Îrmez…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bi dawî bibe’

Hevseroka Giştî a DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Civîna Rêxistinbûna Herema Egeyê a DEM Partiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîla pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekaran ji bo perwerdeya Kurdî li Dirbêsiyê çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê 200 dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Arîn dengê bi hezaran jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?