Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye
Rojane

Bakirhan: Ya ku divê bala me li ser be derfetê aştiyeke mayinde ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Mûşê axivî û got, "Ya ku divê bala me li ser be paşeroja Tirkiyeyê ye, derfetê aştiyeke mayinde ye, demokatîkkirina komarê ye, lê hinek radibin hewl didin tiştên cuda bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Mûşê tevlî bernameya ‘Li hemberî krîza çandiniyê em bi cotkaran re dicivin” bû.

Konferans li salona konferansê ya Şaredariya Mûşê pêk hat û li gel gelek cotkaran, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî bûn.

Bakirhan bal kişand ser pêvajoya nû û got, ji bo serketina wê hesas tevdigerin. Bakirhan, got: “Her çend di dilê me de êş hebe, qeyûm bên tayînkıirin û bi hezaran hevalên me di girtîgehan de bin jî em dixwazin pêvajo pêş bikeve. Ji ber ku ev pêvajo dê girtîgehan vala bike. Ev pêvajo dê êşa di dilê me de sivik bike. Heke bi ser keve dê cotkarên me alîkariya ceyran û gubreyê bigirin. Dê budçeya Tirkiyeyê ji bo şer û pevçûnan neyê bikaranîn. Lewma ne pêvajoyeke di navbera DEM Partî û AKP’ê de ye, pêvajoyeke di navbera dewlet, hikûmet û 86 milyon welatiyan de ye ku dê xwişk-biratî û wekheviyê pêk bîne.”

Bakirhan wiha domand: “Di demeke em hewl didin paşeroaj xwe ya hevpar ava bikin û aştî û demokrasiyê cîbicî bikin de wekî her carê dîsa hin kes hene hewl didin tovê nîfaqê bireşînin. Hin kesên ji aştiyê aciz jî hene. Ev kes naxwazin ku êdî zarok jiyana xwe ji dest nedin û dayik negirîn. Dema em li ser firsenda dîrokî û aştiyê diaxivin de hin kes li ser Lozanê nîqaşan dikin û dibêjin ‘Wê dewlet dabeş bibe, dewlet têk çû, tune bû.’ Hewldaneke dewletê hildiweşîne, komarê tune dike nîne. Em dixwazin komara ku me bi hev re 100 sal berê ava kirî demokratîk bikin. Em dixwazin ev komar Kurdan nas bike, Kurdan weke hemwelatiyên wekhev bibîne û wisa nêz bibe. Em dixwazin alîkariya ji bo Sakarya, Adapazariyê tê kirin ji bo Mûşê û gundên wê jî were kirin. Lê hin kes ji rastiyan aciz dibin. Aştî û demokrasî pêşeroja vî welatî ye lê ev kes hewl didin vê hewldanê tune bikin.

Em niha di qonaxeke ku çek bêdeng dibin û îxtîmala aştiyê derketî de ne. Yên ku di vê qonaxa pîroz de hewl didin şer gur bikin bila bizanin ku tişta li dijî wê derdikevin hiqûqa wekhevî û aştiyê ye. Hewl didin vê pêvajoya aştiyê têk bibin. Hewl didin bi rojevên çêker re hewldana aştiyê têk bibin. Em bi hev re Tirkiyeyeke her kes xwe tê de wekhev û azad hîs dike ava bikin. Sabotekirina hewldanên bo aştiyê, tê wateya ‘bila aştî nebe, bila mirov bimirin.’ Ma xelkê Mûşê bi vê rastiyê nizanin? Lê em bi van tiştên biçûk re dema xwe vala derbas nekin. Bala me li ser wê ye ku vê pêvajoyê bi ser bixin û vî welatî veguherînin welatekî demokratîk û dewleta hiqûqê. Lewma em ê bi sebrekî mezin vê têkoşîn û pêvajoyê bidomînin.

Dinya dîsa diguhere. Ew kirasê yekperest û mezhebperest ê sed sal berê li gelên Rojhilata Navîn hatibû kirin, êdî ji bo gelan teng tê. Îktîdar diguherin, pergal diguherin. Şer û alozî heye. Tirkiye li kêleka vî şer û aloziyê ye. Lewma jî rêya xurtkirina Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û dubarenekirina xeletiyên berê ye.

Divê pergaleke ku li gorî ziman, çand û baweriya Kurdan guncav were avakirin. Heke em bikarin aştiyê pêk bînin, em ê wê demê bikarin çandiniyê, hilberînê, îstîhdamê, bereketê bînin vê xakê. Pêvajoya şer bi xwe re ji me tevan re birçîtî û xizanî anî. Bacên me ji bo çek, top û tifingan xerc kirin. Heke îro teqawid hefsî 12-14 hezar lîreyan hatibin kirin, sedema vê ev şer e. heke kesên mûçeyê kêmtirîn digirin nekarin heqê kirêya xaniyê xwe jî bidin, ev ji ber şer e. Deynê stûyê me tevane ku wan milyar dolarên ji bo şer tên xerckirin bixin xizmeta cotkar, kedkar, bindest û xizanan.”

Bakirhan di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên cotkar dijîn û ev tişt anî ziman: “Heke em îro goştî biha bixwin, sedema vê polîtîkayên îthalatê ne. Cotkar pere qezenc nakin lewma nikarin debara xwe bikin. Lewma terka gundê xwe dike. Dewlet, ji bo bi 4-5 sermayedaran bide qezenckirin, ji Brezîlya, Arjantînê angusan îxrac dike. Tirkiye ku welatê çandiniyê ye, 9 milyon tonên genimî ji derve îthal dike. Heke heta Ûkrayna ya di şer de jî genimî îxrac bike, divê em hinek bifikirin. Hikûmet bi guherandina wezîran hewl dide vê şaştiyê sererast bike. Ma we çend wezîr guherandin lê nekarîn pêşiya vê krîzê bigirin. Mesele ne wezîr in, mesele guherandina zîhniyetê ye. Mesele ne guherandina wezîran, mesele piştgirîdayîna cotkaran e. Mesele subvansekirina gubre, mazot û ceyranê ye.

Em ê aştiyê jî bînin û qedexeyên li ser deşt û çiyayên xwe jî rakin. Êdî li gundên me yên rengîn em ê li gel cotkarên dewlemend bi hev re di Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane de bijîn. Ew roj zêde dûr nînin. Em li vir bangî îktîdarê dikin; êdî dev ji van polîtîkayan berdin. Bi koçberkirina Kurdan, bi xizankirina wan û bi dûrxistina wan a ji xak û warê xwe, we karî heta vir bên. Xuyaye ku we ji van polîtîkayan encamek bi dest nexist. Wê demê bila îktîdar guh bide daxwazên gelê Mûşê. Ajalkarî heye, febrîqeya şîr xwemalî dikin. Xwedîkirina pez heye lê kombîneya goş tê girtin. Febrîqeya şekirê heye lê xwemalî dikin. Divê tu piştgiriyê bidî cotkaran ku bikarin berheman hilberînin. Ji derve îthal neke.

Di sala 1990’ê de li Mûşê milyonek û 800 hezar pez hebû. Em di sala 2025’an de ne û niha nîviya wê jî nameye. Hûn çima pereyê ji bo top û tifingê vediqetînin ji bo çandinî û ajalvaniyê venaqetînin? Dev ji îthalkirinê berdin û piştgiriyê bidin cotkaran. Divê derzîkirin bêpere be, krediyên bi vadeyên dirêj bidin cotkaran. Derfetên di serdema AKP’ê de ji bo sermayedaran hatine avakirin divê ji bo cotkaran jî bên dayin. Cerdevan dê bêkar nemînin; çeka di destê wan de jê bistîne, çoyekî bide destê wan û bila li gund şivantiyê bike. Ev kar birûmettir e. Li şûna ku zextê li gundiyê xwe bike, li şûna çekê li dijî mirovên xwe rake, bila biçe ber pez.

Divê kotaya ser silqê teqez were rakirin. Em soz didin ku ji bo vê em ê mitîngeke mezin lidar bixin. Tekane rojeva me dê bibe ev. Li şûna ku ji Amerîkayê çekan îthal bikî, li şûna ku pereyan bişînî fîrmayên mezin ên li wê derê, bihêlin bila cotkarên biçûk ên Mûşê hilberînin. Ji bo ku febrîqeyên mîna febrîqeya şekirê hatine xwemalîkirin dîsa bên vekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÛŞ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn
Nûçeya Pişt re Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Venezuelayê hilbijartina serokatiyê di bin rageşiyek mezin de destpê kir

Li Venezuelayê hilbijartinên serokê dewletê di bin rageşiyeke mezin de destpê kir. Pêşbirk wê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Cîhan dixwaze bibe muntehîr

Ji ber xemsarî û bedbextiya me, cîhana ku em tê de ne êdî dev ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

Li taxa Kervanpinar (Arzoxlî), gundiyên ku li dijî projeya ZENKAR-1 SER’ê ya ku tê xwestin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?