Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir
Rojava

Bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir

Şehîd Xebat Fedakar ku da pey armancên xwe û canê xwe feda kir, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Raco bedewiya Efrînê, stargeha çiyê, warê jidayikbûna Xebat. Bi şênkahiya xwe, bi malên xwe yên ji kevir ên dîrokî, bi mirovên xwe yên dilgerm mîna cihekî xewn û xeyalan e. Xebat li vî warê çîrokan mezin bû. Xwedî ruhekî wêrek, bi wefa û xêrxwaz bû. Kesekî xwedî ruhekî azad bû. Lehengekî biçûk ê Raco bû. Ciwanekî welê bû ku her kesî jê hez dikir, hurmet nîşan didan û dibûn dost. Bi helwesta xwe ya zane û xwînsar li nava her kesî bûbû cihê hurmetê. Wêrek, çalak û têgihiştî bû. Xebat bi qasî Efrînê bi heybet, bi qasî çiya serbilind bû. Xebat Fedakar (Bekir Hisên) ku ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Kantona Efrîn-Şehbayê bû di sala 1998’an de ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû, zarokê malbateke welatparêz bû.

Di sala 2012’an de piştî ku çeteyên Cephet El Nûsra êrişî Efrînê kirin û hin şervan şehîd bûn, vê yekê bandoreke xurt li Xebat kir. Di axaftineke xwe de biryara tevlîbûna li nava YPG’ê bi vî rengî dinirxand:

“Çeteyan êrişî Efrînê kiribûn. Şervan şehîd dibûn. Şehadetên li Şêrawayê gelekî bandor li min kirin. Nedibû ku min şehadet ji nedîtî ve bihata, nedibû ku li malê bi rehetî rûniştibûma. Li pêşberî şehadetan tevlîbûn ji bo min erk û wezîfe bû û bi vê têgihiştinê beşdarî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûm. Gihîştim wê encamê ku divê di şoreşê de bi rola xwe rabim.”

Şehîd Xebat digot ‘Şoreş mîna darekê her ku bê avdan wê mezin bibe. Eger em avê nedin vê darê wê hişk bibe’ û di sala 2016’an de di salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de hestên xwe bi vî rengî dianî ziman: “Şoreş ji ber xwe ve pêk nehat. Bi kedeke mezin a şehîdan Şoreşa Rojava pêk hat. Şoreşa li dijî mejiyê serwer û desthilatdariyê afirî, li ser keda şehîd Xebat Dêrik pêk hat, şîn bû. Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan hate avdan. Di nava şoreşê de min hevrêyên lehengên mezin nas kir. Şoreş eger îro gihîştibe vê astê bi saya van lehengan e. Lewma bi vê kedê Şoreşa 19’ê Tîrmehê veguherî Şoreşa Gelan. Azadiya Gelan wê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk were.”

BANDOR LI GELEK KESÎ KIR

Di her gavê de xwedî stratejî, di her nêrînekê de xwedî hêvî bû. Zanîbû ku li ku derê çi bibêje, çi bike û bi biryardarî tevdigeriya. Bêdengiya wî ji ber kûrahiya fikrên wî bû. Gotinên wî kêm bûn lê bi wate û kûr bûn. Çavên wî ruhekî dilsoziya bi xakê re nîşan dida. Dema ku ket xaka Efrînê ew xak hîn bêhtir bi wate bû. Xaka Efrînê lehengî û wêrekiya şehîd Xebat li dîrokê nivîsand.

Bi dilxwaziya di çavên xwe de, bi bêdengiya xwe ya têgihiştî û fikrên xwe yên kûr enerjiyeke bêhempa diafirand. Ne tenê şervanek bû, di heman demê de mamosteyek bû, rê nîşan dida. Têgihiştin û tecrûbeyên xwe bi mirovan re parve dikir. Bandor li jiyana mirovan dikir, asoyên nû dida wan. Hem bi jêhatîbûna xwe ya pratîkî hem jî bi kûrahiya ruhê xwe rê nîşanî mirovan dida.

KELECANA WÎ JI BER HEZKIRINA JI JIYANÊ BÛ

Ne di gotinê de, lê di her kêliya jiyanê de kelecana wî dihate dîtin ku ev yek ji hezkirina ji jiyanê bû. Bi çalakî, tevlîbûn û dilxwaziya xwe hezkirina xwe nîşanî her kesî dida, di her kêliya jiyanê de nîşan dida. Bi sekna xwe ya hevgirtî bawerî dida mirovan, di hevrêtiyê de mînak bû. Ji hevrêyên xwe re bûbû stargeha herî pê bawer. Bi sekna xwe ya hevgirtî û samîmiyeta xwe bandor li dilê her kesî kiribû.

Bi kesayetiya xwe ya şoreşger ne tenê bi fikrê xwe her wiha bi keda xwe jî li pêş bû. Ji bo xebat şoreşgerî dihate weateya ked û fedakariyê. Di her gavê de ked ji bo şoreşê da û da pey armancên xwe. Ked ji bo Xebat şêweyê jiyana şoreşgerî bû. Di têkoşîna xwe ya bi biryar de ya li dijî çeteyan, bû lehengek. Di sala 2017’an de di pêngava Şehbayê de bi roleke mezin rabû, li Şehbayê ku gund bi gund ji çeteyan hate paqijkirin destan nivîsî.

BÛ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ

Xebat di sala 2017’an de beşdarî Dewreya Şehîd Aljîn Gîvara ya li Akademiya Sabotajê ya Seyfî Cîhan a li Efrînê bû û gavên xwe bi şoreşê re avêt. Xwe bi ked û biryardariyê xurt kir. Di sala 2018’an de li ber êrişa artêşa Tirk a li ser Efrînê rabû. Weke sabotajvanekî perwerdekar ê pispor bû nîşaneya berxwedanê. Piştî ku êrişên dagirkeriyê belav bû di 23’ê Çileya 2018’an de li Efrînê şehîd bû.

Jiyana wî ya destanî wê bibe yek ji rûpelên kevneşopiya berxwedanê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li nêzî Silêmaniyê droneke bombebarkirî ket xwarê
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

HPG-NRÇ'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek…

Ji aliyê Stêrk TV

Danezana konferansa HDK’ê ya “Ji nû ve Sosyalîzm” hate ragihandin

Danezana konferansa “Ji nû ve Sosyalîzm” ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 8-9’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

YPG’ê fermandarê serfiraz Masîro Xabûr bi bîr anî

YPG'ê fermandarê serfiraz ê berxwedana Kobanê Masîro Xabûr bi bîr anî û got " Yek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Mêrdînê sivîl, li Reqayê ‘dîlgirtiyê QSD’î!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûken Ehmed: Li gel tevlîbûna jinan wê Sûriye bi pêş bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê bi girseyî hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?