Li ser Dika Yilmaz Guney a li Enqere-Çankayayê pankartên “Salvegera Yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilizî hatin daliqandin.
150 rojnamevanên herêmî û biyanî akreditasyona civînê kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş tevlî civînê bûn. Veysî Aktaş di dema banga dîrokî de li kêleka Rêber Apo bû.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftina destpêkê kir. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku beriya salekê deriyê dema nû hate vekirin û got, “27’ê Sibatê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû destpêka demekê.”
Civîn didome.

