Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi peyameke bidîmen banga tevlêbûna seferberiyê ji bo parastinê kir.
Di peyamê de hat gotin: “Em wek hevalên enternasyonalîst ên li Rojava banga we dikin werin Rojava û tev li seferberiyê bibin.
Çeteyên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê li ber deriyê Kobanê ne. Lê QSD û YPJˊê berxwedana xwe di cebheyan de dewam dikin. Xeterî heye ku bi hezaran çeteyên DAIŞˊê ji zîndanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birevin. Ev xeteriyek ji bo herêmê û ji bo hemû mirovahiyê ye.
Dem hatiye hûn tev li seferberiya Rojava bibin. Werin vir û tev li şoreşa jinê bibin.
Bijî berxwedana Rojava, ji bo Rojava rabin.”

