Li gorî nûçeya Reutersê koma Holdînga Estithmar a Qeterî, ji bo bidestxistina kontrola Banka Şahba ya Sûriyeyê û kirîna ji sedî 30’ê Banka Îslamî ya Navneteweyî ya Sûriyeyê (SIIB) xwe amade dike.
Ev pêngav, piştî rakirina hin pêkanînên li ser Şamê yên ji aliyê DYE’yê ve hate avêtin.
Banka Navendî ya Sûriyeyê, armanc dike ku sektora bankavaniyê ku ji ber şerê 14 salan û pêkanînan derbên giran xwarine, ji nû ve vesaz bike.
Holdînga Estithmar, girêdayî Holdînga Power International a li Dohayê ye û ji aliyê birayên Sûriyeyî-Qeterî Al-Khayat ve tê birêvebirin.
Tê ragihandin ku şîrket wê pişkên Banka Şahbayê ji Banka Bemo Saudi Fransi û Banka Ahli Trust dewr bistîne.
Ji bo ku kirîna pişkan bikeve meriyetê, hewceyî bi erêkirina saziyên sazgêr heye. Banka Navendî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin her cure jinûvevesazkirinên li gorî şert û mercên piyaseyê û di çarçoveyeke yasayî de werin kirin.

