Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayindir: Em ê pêvajoyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin
Rojane

Bayindir: Em ê pêvajoyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişad ser girîngiya pêvajoyê û diyar ku divê êdî her kes di mijara çareseriya pirsgirêkên bingehîn de berpirsiyan bigire û înîsiyatîfên xwe pêş bixe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna piştgiriyê ku ji aliyê Rêxistina Bajêr a Hatayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatî lidarxistin, bû.  Civîn li Îskenderûnê hate lidarxistin û partiyên siyasî û nûnerên sendîkayên bajêr û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Giştî ê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di civînê de axivî. Bayindir diyar kir ku zîhniyeta ku xwe dispêre yekparêziyê nikare pêşeroja Sûriyeyê diyar bike û got: “Em di serdemeke dîrokî re derbas dibin ku îro li Sûriyeyê geşadanên nû rû didin. Ev geşedanên li Sûrîyeyê hemû gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest ên li seranserê cîhanê û gelên ji bo azadiyê têdikoşin eleqedar dike. Ev zîhniyeta mezhebparêz û nijadperest nikare pêşeroja Sûriyeyê diyar bike û divê diyar neke jî. Divê pêşeroja Sûriyeyê ji aliyê gel, bawerî û civakên li Sûriyeyê dijîn ve bê diyarkirin.”

‘SERDEMA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN’

Bayındır da zanîn ku divê êdî pirsgirêkên heyî werin çareserkirin û wiha pê de çû: “Îro li Tirkiyeyê desthilatdariyeke zordest û xwe dispêre polîtîkayên yekparêziyê heye. Îro li Tirkiyeyê bi dehan gel, mezheb û ziman pêkve dijîn û dixwazin vê pêkvejiyanê di rêveberî, siyaset, polîtîkayê û pêşeroja Tirkiyeyê ya azad de jî nîşan bidin.  Gel ji bo azadiya xwe û jiyaneke azad û demokratîk bi hev re têdikoşin.  Dîroka vê têkoşînê gihand astekê. Her weha hê jî li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin hene. Em dibêjin ku em di wê serdemê de ne ku divê êdî ev pirsgirêk werin çareserkirin. Lê belê dewlet û desthilatdarî tim zextê, binçavkirinê, girtinê û tundiyê li ser me û têkoşîna me ya ji bo azadî û demokrasiyê ferz dike.”

NABE KU ÇARESERÎ JI BEXTÊ DESTHILATDARIYÊ RE BÊ HIŞTIN

Bayindir bal kişand ser pêvajoya heyî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “A niha têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hene. Çareseriya pirsgirêka Kur di heman demê de tê wateya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê.  Nabe ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ne, ji bextê desthilatdariyê re were hiştin.  Ji ber wê yekê di serî de pirsgirêka Kurd, divê êdî her kes di mijara çareseriya pirsgirêkên bingehîn de berpirsiyan bigire û înîsiyatîfên xwe pêş bixe.”

Bayindir herî dawiyê jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Li Hesekê berxwedana QSD û YPJ’ê hate silavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih El Şêx hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Omer El Şêx li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di çalakiyên protestoyî de hatin girtin derket 263’yan

Ji 134 kesên di çalakiyên şermezarkirina girtina Ekrem Îmamoglû de hatibûn binçavkirin, 53 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Darbeya 12’ê Adarê, komkujiyên Gazî û Qamişloyê hatin şermezarkirin

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê darbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê, Komkujiya Gazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?