Nivîskar Alî Bayramoglû têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji ANF’ê re axivî û pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê ye, ji aliyê siyasî, dînamîkên xwe yên rojane û perspektîfên çareseriyê ve nirxand. Bayramoglû asta heyî weke qonaxeke erênî ya ji hemû tecrûbeyên beriya niha yên lêgerînên aştiyê û ji wan mezintir, pênase kir.
Bayramoglû qala bingeh û çarçoveya pirsgirêka Kurd kir û anî ziman ku mesele ne tenê meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Bayramoglû got, “Pirsgirêka Kurd ji împaratoriyê û vir ve, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rê û rêbazên cuda heye. Lêgerînên Kurdan destpêkê bi rengê serxwebûnê, piştre xweseriyê bû, îro jî veguheriye entegrebûna bi cihêrengiya xwe li sîstema wan welatên lê ne; demokratîkkirinan wan sîsteman e.”
Alî Bayramoglû bi bîr xist ku nifûsa herî zêde ya Kurdan û şerê herî li Tirkiyeyê bû û anî ziman ku dema ew xizmtiya sosyolojîk a navbera Kurdên Sûriye-Tirkiyeyê li ber çavan bigirin, dibînin ku ev qad hîn bêhtir berfireh bûye Bayramoglû diyar kir ku piştî Bihara Ereb tevgera Kurd a li Tirkiyeyê bi rengekî sazî bar kir Sûriyeyê, li wê derê qadeke jiyanê ya polîtîk ava kir, vê yekê hemû hevsengiyên siyasî yên li herêmê ji nû ve dîzayn kir û ragihand ku ev yek ji bo Tirkiyeyê weke gefa “hundir û derve” hate dîtin û bû sedem ku avaniya dewletê ya ku xwe dispêre ewlekariyê bê xurtkirin.
‘PÊVAJO BI RENGEKÎ ERÊNÎ BI PÊŞ VE DIÇE’
Nivîskar Bayramoglû anî ziman ku pêvajoya bi rabûna PKK’ê re destpê kir bi şerekî giran dewam kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Eger mirov di çarçoveya PKK’ê de binirxînin, di şerê nêzî 50 salan de 35-40 sal bi lêgerînên çareseriyê derbas bûn. Asta heyî weke yek ji qonaxê herî bilind ên danheviya van lêgerînên çareseriyê dikare bê nirxandin. Ji ber vê yekê ez rewşa heyî erênî dibînim. Pêvajoya Osloyê rû da, piştre bi pêvajoyên nû yên navbera salên 2013-2015’an dewam kir. Tecrûbe û danheviyên van serdeman hem ji aliyê dewletê hem jî ji aliyê tevgera Kurd ve bandor li vê serdemê kirin.
Ev nuqte çi ye? Abdullah Ocalan vê nuqteyê bi şênberî pênase dike: Qonaxa li ser bingeha şer, çek û serxwebûnê li paş ma; tê dîtin ku pêvajoya ji çekê derbasî siyasetê dibe destpê kiriye. Em dikarin bibêjin ku daxwazên tevgera Kurd êdî di çarçoveya siyasetê de têne bilêvkirin. Cewhera çareseriyê ew e ku Kurd li welatên lê ne beşdarî sîstema wî welatî bibin, mafên xwe, cihêrengiya xwe biparêzin; di heman demê de di çarçoveya demokratîkbûna wan welatan de li ser peymanên civakî û hevgirtinê bi pêş ve biçin.
Di vî warî de hin gav hatine avêtin. Hem îradeya Abdullah Ocalan hem jî îradeya li nava sîstema li Tirkiyeyê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê li ser rêyeke erênî ne. Dema ku mirov bala xwe didin komên li nava dewletê, Tifaqa Cûmhûr û pêkhateyên wê, her wiha komîsyona li meclîsê ava bûye, ji bilî partiyek, du partiyan hemû partî li hev kom dibin û ji bo aştiyê tevdigerin. Ev rewş meşa sîstemeke rast a ber bi aştiya rewa ve nîşan dide.
Bêguman têrê nake ku ev pêvajo tenê ji aliyê erênî ve bê dîtin; hîn jî pirsgirêkên pratîkî û teknîkî hene. Îradeya aştiyê bi tena serê xwe têra pêkanîna aştiyê nake; divê gavên şenber bêne avêtin.”
JI PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA NEYÎNÎ BER BI PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA ERÊNÎ VE
Bayramoglû têgehên “Aştiya neyînî” û “Aştiya erênî” vegot, ku dema dawî li ser pêvajoya aştiyê gelekî têne bikaranîn û got “Aştiya neyînî weke ku ji navê xwe jî tê fêhmkirin, nîşaneya qonaxa destpêkê. Rewşa ku çek bêdeng bûne, aliyan berê xwe dane bêçekbûnê û ji hin aliyan ve bi rengê siyasî bersiv ji daxwazan re hatiye dayin. Tirkiye di halê hazir de di vê rewşê de ye.
Aştiya erênî jî qonaxeke hîn li pêş e ku bersiv ji daxwazên cewherî û bendewariyên dîrokî yên Kurdan re bê dayin. Tirkiye niha herdu cûreyên aştiyê nîqaş dike. Bahçelî, Ocalan û Serokê Giştî yê CHP’ê qala vê dikin; yanî qala du aliyên kûr ên pirsgirêka Kurd dikin… Ez dikarim bibêjim ku em di qonaxa destpêkê de ne û ev qonax xwedî rîskên cuda ne.”
‘OCALAN NÎŞAN DA KU EW ÎRADEYEKE SIYASÎ YA DIYARKER E’
Bayramoglû destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî qonaxên krîtîk in, yek ji van jî statuya Rêber Apo ye û got, “Yek ji qonaxên krîtîk meseleya statuya Ocalan e. Abdullah Ocalan hem di pêvajoya 2013-2015’an de hem jî niha nîşan da ku îradeya siyasî ya diyarker a tevgera Kurd e. Tevgera Kurd li gorî hewldan, bendewarî û daxwazên wî ava bûye.
Lê belê hevdîtinên navbera Ocalan û dewletê demeke dirêj e dewam dikin û bi giranî nîvî eşkere û fermî nîvî jî girtî dewam dike. Nameya Abdullah Ocalan a 2013’an ji ailyê Sirri Sureyya Onder ve li Amedê hate xwendin, vê yekê di nava desthilatdariyê de şikestinek çêkiribe jî hevsengî bi esasî neguhert: Li aliyekî hikumxwar, li aliyê din jî dewlet hebû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve ev qonax ew dem e ku di pêvajoya aştiyê de yekemcar aliyek û muxatabek tê qebûlkirin.
Hevdîtina yekser a heyetek ji meclîsê bi Ocalan re, ji aliyê temsîla sîstema siyasî û civakê ve girîng e. Ji bo pêvajo hîn bi pêş ve biçe, divê qada tevgerê ya Ocalan bê firehkirin, karibe rêxistina xwe bi rê ve bibe, bi Sûriyeyê re bikeve nava têkiliyê ku ev yek gavên krîtîk in. Entegrasyona aktorên tevgera Kurd û zelalbûna statuya wan a hiqûqî jî parçeyekî girîng ê pêvajoyê ye. Ji bo vê jî di halê hazir de li komîsyonê kar têne kirin û gelekî girîng e ku ev pêvajo bi rengekî çêker bimeşe.
Qonaxa duyemîn a pêvajoyê jî ew e ku ne şaş e mirov bibêje; di navbera burokrasiya ewlekariyê ya dewletê û tevgera Kurd de hevdîtin hatin kirin, plan û çarçove hate diyarkirin. Lê belê ya girîng ew e ku qanÛn bêne derxistin, pêvajo rewa bibe û di vê çarçoveyê de bimeşe. Lewma li gel sazîbûna muxatabiya Abdullah Ocalan, meseleya duyemîn jî ev e.”

