Civaka Êzidî careke din bi rîska bêçekkirinê û lawazkirina îradeya xwe re rû bi rû ye. Dewleta Iraqê, ku di dîrokê de gelek caran hewl daye Êzidiyan bê parastin bihêle, îro bi rêbazên nû û di bin sîbera zextên herêmî de, heman polîtîkayê dimeşîne.
Dîroka dewleta Iraqê, ji serdema Melikiyetê heta avabûna Komarê, ji bo Êzidiyan tije êş û ferman e. Êrişên nijadî, ferzkirina guhertina ol û hewildanên ji bo bêçekkirina civakê, her tim wek amûrekî bindestkirinê hatine bikaranîn. Taybetmendiya Şengalê ya cografî û baweriya wê ya resen, her tim ew kiriye armanca polîtîkayên asîmîlasyonê.
Beriya Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, senaryoyeke bi vî rengî hatibû lîstin. PDK’ê bi lihevkirina ligel hikûmeta navendî ya Iraqê, çek û cebilxaneyên di destê gel de kom kirin. Dema ku DAÎŞ’ê êriş kir, gelê Êzidî bê parastin ma û ev yek bû sedema karesateke mirovî ya ku cîhan hejand.
Bêçekkirina Êzidiyan di sala 2014’an de, rê li ber karesat û qirkirinê vekir. Îro her hewldanek ji bo girtina çekên gel, amadekarî ye ji bo fermaneke nû.
ZEXTÊN TIRKIYÊ Û LIV Û TEVGERA IRAQÊ
Di roja me ya îro de, ev mijar careke din bi tundî ketiye rojevê. Piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, dewleta Iraqê dest bi liv û tevgereke cidî kiriye. Tê diyarkirin ku xalên kontrolê li herêmê hatine zêdekirin. Biryar hatine girtin ku li gund û komelgehan mal bi mal lêgerîn werin kirin. Armanc ew e ku çekên ferdî û yên parastinê ji destê gel werin girtin.
TESLÎMGIRTINA ÎRADEYA GEL
Ev hewildana Iraqê wekî teslîmgirtina îradeya gelê Êzidî tê nirxandin. Çavdêrên siyasî û rûspiyên Şengalê hişyariyê didin ku eger civaka Êzidî ders ji fermanên borî girtibe, divê neyê xefika bêçekkirinê, bêçekhiştina gel tê wê wateyê ku dewleta Iraqê dixwaze projeya ku bi Fermana 2014’an nîvco mabû, bigihîne encamê.
Civaka Êzidî îro li hemberî vê biryarê li ser piyan e. Ji bo wan, çek ne tenê amûrekî şer e, lê mîsogeriya hebûn û rûmeta wan e. Eger Iraq û hêzên herêmî di vê plana xwe de serkeftî bibin, ewlehiya Şengalê dê careke din bikeve ber gefên derve.

