În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Manîfestoya Rêbertî di feraseta azadiya mirovahiyê de merheleya herî kûr e’
Rojava

‘Manîfestoya Rêbertî di feraseta azadiya mirovahiyê de merheleya herî kûr e’

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku şoreşger û jinên azadîxwaz ên Apoyî bi hêza ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk girtine, di asta pêşengtiyê de beşdarbûna pêvajoyê esas girtine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Şîlan Kobanê têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Şîlan Kobanê destnîşan kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo formûla jiyana azad a sedsala 21’emîn e û got, “Lewma ji bo mirov pêvajoyê fêm bike divê Manîfestoyê bi hûrgilî bixwîne û li ser raweste. Hewce ye mirov wê jiyanî bike û ji mirovahiyê re jî bike mal. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, di feraseta azadiya dîroka mirovahiyê de merheleya herî kûr îfade dike. Tespîta di navbera civaka dayiktî û kujerê kastîk de; bi gotinek din di navbera civaka komînal û dewletê de destpêkirina pêvçûnê ji rê û rêbazên nû yên çareseriyê re û ji feraseta jiyanek nû re dibe ronahî.”

Endama FGBRS’ê Şîlan diyar kir ku tarzê fikirandina Rêber Apo ya di bingehê felsefeya diyalektîkî de dihêle mirov heqîqetê fêm bike û ev anî ziman, “Pirsgirêkên civakî yên xitimî, bi şêwaz û amûrên têkoşîna xwe disipêre nêrîna diyalektîkî, çareseriyê şênber dike. Rastiya kujerê kastîk di roja me ya îro de mirovahî bi pirsgirêkên hebûnê re rûbirû hiştiye. Li hemberî vê ji nû ve rêxistinkirin û bihêzkirina civakê ya li derdora jinê pêwîst e. Jixwe li ser vî bingehî modela rêxistinbûnê ya Yekîtiya Komînên Demokratîk weke formûla jiyana azad û nû, kelecan û hêviyek mezin afirandiye.”  

‘PÊWÎSTE JIN DI ASTA PÊŞENGTIYÊ DE CIVAKÊ AMADE BIKIN’

Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ku şoreşger û jinên azadîxwaz ên Apoyî bi hêza ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk girtine, di asta pêşengtiyê de beşdarbûna pêvajoyê esas girtine û wiha axivî, “Ji herêmî heya gerdûnî em ketine pêvajoya amadekariyên erkên dema pêşiya me û pratîzekirina perspektîfên ji nû ve avabûnê yên di Manîfestoyê de hatine diyarkirin. Ji bo ev erk bi serkeftî bên pêkanîn, pêwîst e feraset û nêzîkbûnên xebatên têkildarî pêşxistina Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk werin xurtkirin. Bi taybet xebata Konfederalîzma Jin bi şêwazê ku hemû heremê bigire nav xwe divê bê pêşxistin.”

Şîlan Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku di nav şoreşa Kurdistanê de jin xwedî ked û serkeftinên mezin in. Pêwîst e jin di asta pêşengtiyê de civakê amade bikin. Jin bûne xwedî ezmûn û bi xwe bawer in. Niha jî ji her wextî zêdetir xwedî derfet in û pêwîst e çalak bin. Em jî weke jin ji her wextî zêdetir amade ne têkoşîna xwe bilind bikin û pêvajoyê bibin serkeftinê.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband
Nûçeya Pişt re Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Curnê Reş agirê Newrozê: ‘Em rêxistiniya xwe mezin bikin’

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agirê Newrozê hate vêxistin. Parlamenter Omer Ocalan got, “Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Lêçûnên leşkerî di sala 2025’an de jî rekor şikand: Gihîşt 2,9 trilyon dolarî

Li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî nêzîkî 2,9 trilyon dolarî bûne; serkêşiya vê yekê DYE, Çîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêda û Hûmsê 4 cenaze hatin dîtin

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û şahidan, li Siwêda û Hûmsê 4…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?