Berdana Dîlek Oz a nexweş a ku ev 32 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û ya Sureyya Bulut ê 31 sal in di girtîgehê de ye ji bo 3 mehan; tehliyeya Sîlva Raşîd ji bo 3 mehan û ya Eylem Ozerê jî ji bo 5 mehan hate taloqkirin.
Li Girtîgeha Boluyê jî berdana Marûf Turkan ê 32 sal in girtî ye ji bo 6 mehan û berdana Dogan Ozmen ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin jî ji bo 4 mehan hate taloqkirin.

