Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be
Kurdistan

Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

Berdevkê YBŞ'ê Hadî Elyas diyar kir ku wan ti carî xwe ji dewleta Iraqê cuda nedîtine, di mijara entegrasyonê de cidî ne û divê dewlet jî bi heman cidiyetê nêzîk bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Hadî Êlyas di ‘Hevpeyvîneke Taybet’ a Çira TV de li ser mijara entegrasyona saziyên ewlekarî û rêveberiyê yên Şengalê yên bi dewleta Iraqê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Hadî Êlyas işaret bi dema destpêkirina hevdîtinên wan ên bi rayedarên dewletê re kir û got, “Meha Sibatê hevdîtinên bi berpirsiyarên asta bilind ên ewlehî û leşkerî re destpê kirin. Armanca van hevdîtinan gihîştina peymaneke rast û ewle ye ku di çarçoveya wê de hêz, dezgeh û civaka me di nav pergala dewleta Iraqê de werin entegrekirin. Ev yek di heman demê de xizmeta serweriya Iraqê jî dike. Em di vê mijarê de pir cidî ne. Her wiha tiştekî fermî û rewa pêwîst e ku rê li ber çareserkirina pirsgirêkên din ên Şengalê veke. Çareserkirina vê meseleyê pêngava yekem û bingehîn e ku rê li ber çareseriyên din hêsan dike.”

Berdevkê YBŞ’ê destnîşan kir ku pirsgirêka Şengalê tenê bi aliyê ewlehiyê ve nayê sînorkirin û got, “Her çend ewlehî beşeke gelekî girîng be jî, meseleyên din ên bingehîn hene ku divê werin çareserkirin. Ji van re vegera xelkê, tazmînata welatiyan, avakirina gund û bajaran, çareserkirina dosyaya windahiyan û rizgarkirina zêdetirî 1780 kesên ku heta anha di destê DAIŞ’ê de ne mînak in. Dema ku meseleya ewlehiyê bi awayekî fermî, sîstematîk û pergalî bête çareserkirin, ew ê bingehekî xurt biafirîne ku taybetmendî û destkeftiyên Êzdiyan werin parastin û mafên wan di nav dewleta Iraqê de werin mîsogerkirin.”

Hadî Êlyas bi bîr xist ku bi destpêkirina dema hikumeta Serokwezîr Elî Zeydî re plana entegrasyona hêzan ete rojevê û got, “Em jî wek hêzeke ku di rojeke hesas de çêbûye di nav de bûn. Me ti carî xwe ji dewletê qut nekiriye. Entegrasyona fermî ne axaftineke li ser kaxezê ye; hem hêza me, hem civaka me û hem jî dewletê xurt dike. Em dixwazin entegrasyoneke rastîn çêbibe da ku taybetmendiyên hêz û civaka me bên parastin û rê li ber dubarebûna karesatên mîna yên sala 2014’an bête girtin.”

Berdevkê YBŞ’ê axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Di zincîra hevdîtinan de û taybet di hevdîtina bi Serokwezîr re, em li ser gelek xalan li hev hatine. Daxwaza me ew e ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê bibin beşek ji sîstema fermî ya dewletê. Gelek xal hatine gotûbêjkirin ku mafên wan şervanên ku ji sala 2014’an ve li ber xwe dane bête parastin û di xizmeta xelkê Şengalê de cih bigirin. Danûstandin hêj berdewam in da ku encameke bi bandor bi dest bikeve.”

Li ser dirêjbûna pêvajoya entegrasyonê Hadî Êlyas ev nirxandin kir:

“Dirêjbûna vê pêvajoyê tiştekî gelekî normal e, çunku ev ne veguhastina yekîneyeke leşkerî ya asayî ye. Dosyeyeke gelekî hesas e ku rasterast bi civak, paşeroj û hêza Şengalê re girêdayî ye. Di nav sîstemê de taybetmendiyên nû yên mîna hebûna jinan û Asayîşa Êzdîxanê hene ku ji bo Iraqê jî nû ne. Ji ber vê yekê lêkolîn û nîqaşên kûr li ser tevlîbûn, cografya û rewşa civakî tên kirin da ku çareseriyeke daîmî û xurt peyda bibe.”

Berdevkê YBŞ’ê destnîşan kir ku îdîaya ku dibêje YBŞ dijî dewleta Iraqê ye nêrîneke xelet e û berovajî rastiyê ye û got, “Civaka Êzdî û hêza me ji bo ax û serweriya Iraqê qurbanî dane. Di wê demê de ku ala Iraqê li parêzgehên mîna Enbar, Tikrît û Mûsilê tune bû, hêzên me bi xwîna xwe ala Iraqê li Şengalê bilind kirin. Ev yek dilsoziya me ya beramberî welat nîşan dide. Gotinên dijber propagandaya ragihandinê ne. Civaka me ti carî xwe ji Iraqê cuda nedîtiye û ji bo xurtkirina serweriya dewletê şer kiriye.”

Hadî Êlhas herî dawî ev peyam da hikumeta Iraqê û gelê Şengalê: “Peyama me ji bo hikûmeta Iraqê ew e ku em di meseleya entegrasyoneke fermî û pergalî de gelekî cidî ne û em dixwazin hêzên me di nav pergala ewlehiyê de cih bigirin. Ji bo xelkê me jî peyama me ew e ku ev gav dê paşeroj, ewlehî û mafên civaka me garantî bike. Îstiqrara rastîn bi dadperwerî, mafên Êzdiyan û nûvekirina Şengalê re çêdibe. Em bi hêvî ne ku ev pêvajo di zû de encam bide û bikeve xizmeta civakê û serweriya dewleta Iraqê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje,…

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Destpêkeke nû

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed gto, "Em îro radigihînin ku despotîzm…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurtulmuş: Em ê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, vesazkirinê bikin!

Nûman Kurtulmuş ê ku li Meclisê daxuyanî da, diyar kir ku “çarçove qanûn” a ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?