Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne
Jin

Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

Rojnamevan Meral Çîçek a ku beşdarî Konferansa Jineolojî ya li Ewropayê bû, destnîşan kir ku divê lêkolîn veguherin siyasetên pratîkî û bi rêxistinên jinan re xebatên hevpar bên meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Meral Çîçek ku beşdarî Konferansa Jineolojî ya Ewropayê ya li bajêrê Haelen ê Hollandayê bû, xebatên perwerdeyê yên 10 salên dawî yên li Ewropayê, nîqaşên sereke yên konferansê û peywirên dema nû ji ANF’yê re nirxandin.

 

Meral Çîçek bal kişand ku Jineolojiyê di nêzîkbûna jinan a ber bi zanîn û hînbûnê de guherînek mezin çêkiriye û got ku di dema nû de divê lêkolîna li ser pirsgirêkên civakî û dîtina rêyên çareseriyê bi hev re, bên meşandin. Çîçek, her wiha behsa girîngiya xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên jinan re û projeyên hevpar kir.

‘ZANÎN DI HER DEVERA JIYANÊ DE VEŞARTÎ YE’

Çîçek rêbazên perwerdeyê yên Jineolojiyê ku li Ewropayê bi rêya kamp, semîner, kargeh û konferansan hatine kirin bi bîr xist û got ku van xebatan di jinan de hişmendiyek nû ya lêpirsînê ava kiriye.

Çîçek da xuyakirin ku perwerde ne tenê veguhêziya zanînê ye; Jineolojî hem zanîna heyî lêpirsîn dike hem jî nêrîna li ser çavkaniyên zanînê diguherîne. Çîçek, ev nêzîkatî wiha rave kir: “Pêwîst e em tenê saziyên fermî yên perwerdeyê yan jî pirtûkên nivîskî wekî çavkaniyên bingehîn ên zanînê nebînin. Divê em nîşan bidin ku zanîn di her aliyê jiyanê de veşartî ye.

Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera du mirovan de jî çavkaniya zanînê ye. Çanda me bixwe jî çavkaniyeke zanînê ye, heta çavkaniya resen e. Em dikarin ji dayikên xwe, ji têkiliya bi zarokan re, ji têkiliyên bi jin û mêran re, di encamê de ji hemû têkiliyên civakî û ji têkiliya mirov a bi xwezayê re vê rastiyê hîn bibin.”

Çîçek diyar kir ku divê mirov hîn bibe çavkaniyên zanînê yên di nav jiyanê de bibîne û destnîşan kir ku Jineolojiyê bi xebatên xwe yên perwerdeyê awayekî nû yê raman û hînbûnê daye gelek jinan.

‘DIVÊ TESPÎT VEGUHERIN SIYASETÊN PRATÎKÎ’

Meral Çîçek anî ziman ku li gorî merc û pêdiviyên îro divê Jineolojî di dema nû de berê xwe bide nav civakê. Çîçek, teqez kir ku ev yek nayê wê wateyê ku berê xebatên civakî nehatine kirin.

Çîçek destnîşan kir ku krîzên ku modernîteya kapîtalîst kûr kirine, guherînên di nav civaka Kurd de û pêdiviyên civakî nêzîkatiyeke şênbertir dixwazin û wiha axivî: “Li vir divê em zêdetir li ser pirsgirêkên civakî rawestin. Lê ne tenê bi awayekî dîrokî an civakî lêkolîn bikin, di heman demê de divê em rêyên çareseriyê nîşan bidin û nîşaneyên wê derxin holê.”

Çîçek diyar kir ku divê pirsgirêkên civakî û bi taybetî jî yên jinan ji esasê ve bên lêkolînkirin, zelal bibe û encamên wê bibin siyasetên pratîkî. Çîçek, anî ziman ku ji bilî jinên Kurd yên li Ewropayê, jinên ji gelên cuda jî pêdiviya wan bi van xebatan heye.

Çîçek anî ziman ku zanistiyeke ku civakê dixe navendê bi têkiliyên saziyane re ne sînordar e û got divê bi rêxistinên jinan û pêkhateyên cuda re xebatên hevpar bên kirin.

‘JI BO GIHAŞTINA JINAN TENÊ RÊBAZEK BES NÎNE’

Meral Çîçek ragihand ku ji bo gihaştina jinên Kurd, jinên Ewropî û jinên koçber ku li Ewropayê dijîn divê rêbazên cuda bên pêşxistin û di konferansê de tecrûbeyên di vê qadê de hatine parvekirin.

Çîçek bal kişand ser girîngiya berdewamiya kargehên Jineolojiyê û anî ziman ku kargeh, panelên vekirî, semîner û civîn dikarin encamên lêkolînan bigihînin civakê. Her wiha got ku divê medyaya dîjîtal jî bi bandortir bê bikaranîn.

Meral Çîçek destnîşan kir ku li Ewropayê ji bo lêkolînên li ser jinan zemînek xurt heye û pêşniyar kir ku têkilî bi saziyên lêkolînên jinan û navendên zayenda civakî re û her wiha bi akademî û navendên serbixwe re bên xurtkirin.

Çîçek diyar kir ku ev têkilî divê li ser bingeha hînbûna ji hev du bên danîn; bi vê yekê re hem perspektîfa Jineolojiyê zêdetir tê nasîn hem jî tecrûbeyên cuda têne bikaranîn.

‘JINEOLOJÎ YA ME HEMÛYAN E’

Meral Çîçek teqez kir ku divê Jineolojî di civînên jinan û qadên têkoşînê de ne tenê wekî nasnameyeke saziyane, lê wekî perspektîf di nav de xuyartir bibe û anî ziman ku di vê mijarê de kêmasiyên tevgera jinan hene.

Çîçek diyar kir ku di konferansê de rexne û rexnedayîn li ser van kêmasiyan hatine kirin û wiha axivî: “Jineolojî tenê nasnameyeke saziyane nîne. Ev tenê aliyekî kar e. Di encamê de, Jineolojî wekî zanista jin û jiyanê yan jî zanista ku zanîna jiyana azad hildiberîne, ya me hemûyan e. Ji ber vê yekê divê em hemû nûnertiya wê bikin.”

Meral Çîçek anî ziman ku hemû pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê di vê mijarê de berpirsiyar in û got ku divê perspektîfa Jineolojiyê di kesayet û xebatan de bi awayekî yekpare bê pêş xistin.

Çîçek destnîşan kir ku ev nêzîkatî hem derfeta gihaştina rasterast a ji bo jinên Kurd çêdike, hem jî zemîna têkoşîna hevpar a bi jinên Ewropî û koçber re xurt dike.

‘BES NE PÊNASEKIRINA PIRSGIRÊKAN HILBERÎNA AGAHIYA JIYANA AZAD’

Meral Çîçek di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkilî û cudahiya di navbera Jineolojiyê û femînîzmê de û diyar kir ku teoriyên femînzmê û lêkolînên jinan ji aliyê Jineolojiyê ve girîng in.

Meral Çîçek xala ku weke ferqa sereke dibîne bi van gotinan anî ziman: ‘’Bi min xala herî sereke ew e ku bes bi lêkolînkirin û eşkerekirina dîrokê yan jî roja me ya îroyîn sînorda nemîne; di heman demê de divê îdîaya hilberîna agahiya jiyana azad jî hebe.’’

Meral Çîçek piştre diyar kir ku divê rastiya jinan bes serdemeke diyar yan jî bi erdnigariyekê neyê nirxandin û got ku Jineolojî ji serdemên herî kevn ê dîrokê dest pê dike û hewl dide hebûna jinan li gel rastiya civakî fêm bike. Meral Çîçek anî ziman ku rêbaza arkeolojiya jinan jî perçeyekî vê nêzîkatiyê ye.

Meral Çîçek bal kişand ser metafora ‘’xençera li pişta civakê’’ ya di persfektîfa Rêber Apo ya ji bo konferansê şandî de cih digire  û got: ‘’Koletiya jinan xençera li ser pişta civakê ye. Ji ber wê yekê heya ew neyê derxistin ti pirsgirêkên civakî nayên çareserkirin.’’

Meral Çîçek destnîşan kir ku ev nêzîkatî bes ne eşkerekirina koletiya jinan di heman demê de jiholêrakirina wê û avakirina jiyana azad armanc dike.

‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN PERSPEKTÎFA HEVPAR HEWCE YE’

Meral Çîçek piştre anî ziman ku divê li gel tevgerên jinan têkiliyên nêzîktir werin avakirin û perspektîfeke hevpar were pêşxistin û got ku li deverên cîhanê yên cuda li ser îrade, birêxistinbûn û destkeftiyên jinan êrîş hene.

Meral Çîçek di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser destkeftiyên şoreşa jinan ên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Efxanistanê vederkirina jinan û komkujiyên jinan ên li Ewropayê û diyar kir ku divê qirkirinên jinan di nava vê yekê de werin nirxandin.

Meral Çîçek wiha pêde çû: ‘’Weke tevgerên jinan ên cîhanê em ê çi bikin? Hem em ê çawa parastina hebûna xwe bikin, çawa parastina civakîbûna xwe bikin hem jî li dijî vê yekê em ê çawa têkoşîna bibandor bimeşînin? Pirsgirêk bes ne redkirina tiştekî yan jî berxwedana li hemberî tiştekî ye.

Em ê ji wir çawa derkevin? Em ê çawa wê rastiyê ji holê rakin û li şûna wê jiyana azad ava bikin? Jineolojî zanista vê yekê ye. Ev zanist bes bi civakê re sînordar nîne. Ne zanisteke wisa ye ku bes ji bo jinên Kurd yan jî civaka Kurd hatiye pêşxistin.’’

Meral Çîçek diyar kir ku Jineolojî di navbera tecrûbeyên xwecihî û pirsgirêkên gerdûnî de têkiliyek ava kiriye û got ku ji ber vê yekê xwedî wê potansiyelê ye ku dengê xwe bigihîne jinên ji civakên cuda.

‘BIRYARA AKADEMÎBÛNÊ JI ALIYÊ PÊNGAVÊN NÛ VE GIRÎNG E’

Meral Çîçek got ku xebatên Jineolojiyê derveyî Ewropa û Kurdistanê jî pêş ketine û diyar kir ku li Misir ber bi sazîbûnê ve diçe li Abya Yalayê jî xebatên berfireh tên birêvebirin.

Meral Çîçek piştre anî ziman ku xebatên jinan ên li Asyayê bi taybetî tecrûbeyên teorîk û pratîl ên têkildarî derbaskirina dagirkeriyê girîng in û got ku bi taybetî Efrîqa û DYE jî di nav de divê têkiliyên li gel tevgerên jinan werin zêdekirin.

Meral Çîçek got ku divê zemîna sazîbûnê ya van pêngavan jî were xurtkirin û destnîşan kir ku ew biryara akademîbûnê ya di konferansê de standine girîng dibîne.

Meral Çîçek axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ji ber vê yekê ez hêvîdar im. Ez di wê baweriyê de me ku di pêvajoya piştî vê konferansê de dibe ku Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê yan jî akademiyên ku wê werin avakirin di vî warî de roleke mezin bilîzin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HAELEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin, çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e’

Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş got, di demekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengî jinûve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kongra Star konferansa ‘Sosyolojiya Azadiyê’

Kongra Star di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re'…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin’

Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç têkildarî kampanya 'Ji bo avakirina civaka demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?