Duşem, 27 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Temelli: Pêvajoya muzakereyê divê bibe xwedî zemînekî zagonî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê polîsan êrîş bi ser meşa karkeran: Serokê sendîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ÎHD’ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan
Kurdistan

Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan

Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşniyara Qanûnî ya li ser Guhertina Hin Qanûnan û Qanûna li ser Înfazê ya Tedbîrên Ewlekarî û Ceza, ku di nava raya giştî de weke Paketa Darazê ya 10’emîn tê naskirin, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin û kete meriyetê. Guhertinê di nava derdorên siyasî û raya giştî de bû sedema hin nîqaşan. 8 xalên di nava paketê de yên li ser girtiyên zarok û guhertinên înternetê jî di nav de bûn, bi lihevkirina partiyan ji paketê hatin derxistin.

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk li ser paketa darazê ya nû û pêvajoya aştiyê ji ANF’ê re axivî û got, “Paketa Darazê ya 10’emîn bi kelecan û girîngiyeke mezin dihate hêvîkirin. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser, ev guhertina înfazê gelekî teng e. Ji ber vê tengbûnê, mirov dikevin nava wan fikaran ku girîngiyeke zêde ji pêvajoyê re nayê dayin.”

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ LEZGÎN E

Şîlan Çelîk destnîşan kir ku paketa darazê ya nû bersiv neda bendewariyan û got, “Têkildarî vê pêvajoyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye, me ev yek timî anî ziman. Gavên li ser vê yekê divê bêne avêtin. Bêguman her tişt bi carekê nabe, hemû guhertin bi carekê nabe. Lê belê di nava gavên bêne avêtin de hin mijarên gelekî lezgîn hene ku nabe ji demê re bêne hiştin. Yek ji wan jî sererastkirina têkildarî înfazê ye. Mijareke ku beşeke mezin a civakê eleqedar dike.

Mijareke din jî beşa li ser girtiyên nexweş e. Ne tenê girtiyên nexweş, rewşa hemû girtiyan ên di nava şert û mercên girtîgehê de ne lezgîn e, lê belê rewşa girtiyên nexweş hîn lezgîn e. Lewma gavên di vê der barê de bêne avêtin hîn lezgîn e û divê bi lez bêne avêtin. Ev gav jî divê encamgir bin. Lê belê di vê paketa darazê de me dibînin ku ev yek bi vî rengî nehatiye kirin, beşa li ser girtiyên siyasî û nexweş teng hatiye hiştin. Pêşnûmeyeke qanûnî li holê heye ku têkildarî girtiyên nexweş rapora ATK’ê ferz dike. Bi vî rengî rast nîne. Ji ber ku raporên ATK’ê kêm in. Di vir de divê biryar li gorî raporên saziyên tenduristiyê yên serbixwe bê dayin.”

GUHERTINÊN QANÛNÎ DIVÊ TENÊ JI DESTHILATDARIYÊ RE NEYÊ HIŞTIN

Şîlan Çelîk ragihand ku rast nîne ku pêvajo tenê bi paketa darazê û pêşniyar qanûnê bê nirxandin û got, “Dema ku banga dîrokî têkildarî pêvajoyê hate kirin, hemû aliyan zanîbûn ku ev yek bi carekê nabe. Ev pêvajo wê demekê dewam bike. Di nava vê demê de hin gav wê bêne avêtin. Têkildarî vê yekê em her tim vî tiştî dibêjin; ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi ser bikeve, şert e ku guhertinên qanûnî bêne kirin. Ji ber ku girîng e pêvajo li ser zemîna hiqûqî bi rengekî ewle bimeşe. Li pêşiya me wê saleke nû ya qanûndanînê hebe. Di sala qanûndanînê ya nû de wê guhertinên nû bêne kirin. Gavên di vê pêvajoyê de bêne avêtin, divê bi wergirtina nêrîna hemû aliyan, bi tevlîkirina hemû aliyan bê kirin, guhertina qanûnî bi vî rengî bê kirin. Pêwîste tenê ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Di vê mijarê de divê li meclîsê komîsyonek were avakirin. Tenê bi guhertinên bi vî rengî çareseriyeke mayinde dikare pêk were. Bi rengê din, pêşniyar qanûnên tenê ji aliyê desthilatdariyê ve bêne pêşkêşkirin wê kêm bimînin.”

DEWLET DIVÊ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNE

Şîlan Çelîk destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya aştiyê divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne û di dawiya axaftina xwe de got, “Ji aliyê hiqûqî ve divê gavên welê bêne avêtin ku aliyan hemûyan bi rengekî qanûnî ewle bike. Cihê vê,  çareseriyê jî her tim meclîs e. Biryarên li meclîsê bêne wergirtin, guhertinên qanûnî yên bêne kirin wê pêvajoyê bi rengekî erênî bimeîne. Niha li Tirkiyeyê di qanûnan de halê hazir kêmasiyên gelekî cidî hene. Di qanûnên me de, bi taybetî jî di qanûna ceza de ji aliyê pênaseya sûc ve pênaseyên neşênber hene. Divê ev yek were guhertin.

* Di Qanûna Şaredariyan de hukmê ku tayînkirina qeyûm destnîşan dike divê bê guhertin.

* Ji bo Kurd karibin li qada cemaweriyê mafên xwe yên civakî û aborî bi kar bînin divê guhertinên qanûnî bêne kirin.

Bi vê yekê re girîng e li meclîsê komîsyoneke taybet bê avakirin, di nava vê komîsyonê de pêşniyar qanûn bêne kirin. Heta ku bi destê komîsyonê neyê derxist weke ku me di Paketa Darazê ya 10’emîn de dît, kêmasiyên cidî rû didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Federasyona Gaziyan Cejna Qurbanê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê êşkence: Bila tavilê heyet bê şandin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga Stenbolê bi dawî bû

Mîtînga li Stenbolê yaji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û bi deh hezaran kes beşdar…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê vêxist

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Cejna Newrozê pîroz kir, agirê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?