În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo gavên şênber bêne avêtin divê em têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Bêrîvan Bahçecî: Em ê felsefeya Jin Jiyan Azadî li her qadê belav bikin!
Jin

Bêrîvan Bahçecî: Em ê felsefeya Jin Jiyan Azadî li her qadê belav bikin!

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşaneya dijminahiya desthilatdariyê ya li dijî jinan e û got: "Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke jiyanê ye. Em ê vê felsefeyê li her qadê belav bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Jin di heyameke wisa de xwe amade dikin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêşwazî bikin ku kuştinên jinan veguheriye qirkirinekê,  krîza aborî kûrtir bûye, ked û îradeya gel tune tê hesibandin û li hemberî van ferzkirinan xwe amade dikin ku dubare berê xwe bidin kolanan. Li Kurdistanê jî ku zext û tundiya dewletê xwe  bi awayekî zelal  nîşan dide, heya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ jî hate qedexekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî têkildarî 25’ê Mijarê û otorîteya mêrdewletê ya her ku diçe zêde dibe ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku tu tu qedexe û zext nikare rê li ber belavkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigire.

‘25’Ê MIJARA ÎSAL JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ GELEKÎ GIRÎNG E’

Bêrîvan Bahçecî xwe amade dike ku 25’ê Mijdara îsal li Colemêrgê pêşwazî bike û got ku ji ber ku jin û ciwanên li Colemêrg gelekî bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû dimînin, wan biryareke bi vî rengî standiye. Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku li Kurdistanê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi zexta dewletê ya zêde tê pêşwazîkirin û da zanîn ku di heman demê de li hemberî vê zêxtê têkoşîn û birêxistinbûneke mezin heye.  Bahçecî bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê li seranserê welat qetilkirina jinan zêde bûye û ji ber vê yakê jî 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina têkoşînê girîngtir bûye.

‘YEKEM KARÊ QEYÛMAN ÊRÎŞA LI HEMBERÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E’

Bahçecî da zanîn ku otorîteya dewletê li ser jinan zextê li hemû civakê dike û hewl dide ku civakê bêdeng bike û diyar kir ku polîtîkayên qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û heya yên desteserkirina şaredariyan nîşaneyeke vê ya zelal e.  Bahçecî bi bîr xist ku yekem karê qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan e û got: ‘’Qeyûm beriya her tiştî êrîşî destkeftiyên jinan dikin.  Saziyên jinan digirin, hewl didin destkeftiyên jinan ji holê rakin û îradeya gel tune bihesibînin. Yekem karê derbeya qeyûm a li hemberî Şaredariya Dersîmê  bû betalkirina sepana JIN Kartê. Bi desteserkirina şaredariyê malên piştevaniya jinan hatin girtin û ji bo serokatiya daîreya jinan mêrek hate tayînkirin. Ev ne tesadûf in, kesên budceya gel talan dikin despêkê destkeftiyên jinan desteser dikin.’’

‘QEDEXEKIRINA DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ KURTEYA NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYÊ YA LI HEMBERÎ JINAN E’

Bahçecî da zanîn ku qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurteya nêzîkatiya dijminane ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinan e û ev yek anîn ziman: ‘’Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek e, Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke jiyanê ye. Qedexekirina van peyvan rûyê zîhniyeta li hemberî jinan, jiyanê û azadiyê nîşan dide. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ li seranserê cîhanê belav bûye û veguheriye felsefeyekê û em di vê mijarê de bi paş de gav naavêjin; em li her derê, li kolan, tax, malê vê dirûşmeyê berz bikin û belav bikin. Di sedsala 21’emîn de wê tu jin koletiya ku pergala serwer a mêran li ser jinan ferz dike, qebûl neke.’’

‘DEWLET BERÊ JIN Û CIWANAN DIDE TIRYAK Û FUHÛŞÊ’

Bahçecî diyar kir ku dewlet li Kurdistanê bi êrîşan serî li polîtikayên şerê taybet dide û bal kişand ku dewlet li Kurdistanê berê jin û ciwana dide tiryak û fuhûşê û got: ‘’Me weke Meclîsa Jinan a DBP’ê  3 mehan atolyeyên ‘’Civînên jinan ên li hemberî şerê taybet’’ li dar xistin. Me li 15 bajaran bi tevahî 73 atolye li dar xistin. Mê xwe gihand 3,200 jinan û li gel jinan têkildarî polîtîkayên şerê taybet nîqaş pêk anîn.  Di van nîqaş û axaftinan de jinan ji jiyana xwe mînak dan. Û di encamê de derket holê ku piştî sala 2014’an dewlet gelekî serî li polîtîkayên şerê taybet dide û vê yekê jî li ser jin û ciwanan dike.  Bi van atolyeyan me hişmendiyek da avakirin. Gelê me li hemberî polîtîkayên şerê taybet radibe û hişmendiyekê bi dest dixe.’’

‘BANGA TEVLÎBÛNA MEŞA 25’Ê MIJDARÊ YA LI COLEMÊRGÊ’

Bahçecî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê weke Meclîsa Jinan a DBP’ê 25’ê Mijdarê li Colemêrgê pêşwazî bikin û got: ‘’ Em ê weke Meclîsa Jinan a DBP’ê meşa xwe li Colemêrgê li dar bixin. Dewlet  li Colemêrgê  bi awayekî gelekî zêde serî li polîtîkayên şerê taybet dide.  Li Colemêrgê dewlet bi darê zorê berê jin û ciwanan dide tiryak û fuhûşê.  Ji ber van yekan em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşa 25’ê Mijdarê bibin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteleya tundiyê: 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (248)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NY’yê artêşa Sûdanê û paramîlîter xist ‘lîsteya cihê şermê’

Li gorî rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) artêşa Sûdanê û Hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Bi tevlîbûna bi 10 milyon kesî Newroz dikare bê pîrozkirin – NÛ BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku meşa Kolnê lûtkeya qonaxa yekem…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê bi balafirên xeyalet B-2 bombe li Yemenê barand

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin ragihand ku bi bikaranîna balafirên bombardûmanê yên xeyalet B-2…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?