Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê didomin. Di van êrîşan de bi taybetî sivîl û cihên niştecihbûnê hedef tên girtin. Bajarên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji roja hatine dagirkirin û vir ve bi guhertina demografîk, koçberkirina bi zorê, talan û binpêkirina mafên mirovan ve bi rengekî sîstematîk tê rojevê. Ji destpêka dagirkirinê ve bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran kes ji warên xwe hatin koçberkirin û bûn penaber. Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û gelên din ên li herêmê dijîn bi zextên giran re rû bi rû ne û pêkanînên li derveyî hiqûqê yên ji aliyê hêzên mêtînger ve tên kirin roj bi roj kûrtir dibin. Li aliyek bûyerên revandin, destdirêjî û kuştina jinan zêde dibin, li aliyê din mîrasên dîrokî û çandî tên talankirin. Civaka navneteweyî li hemberî van sûcan bêdenge, lê gelê herêmê li dijî êrîşan berxwedaneke dîrokî raber dike.
Piştî rejîma Esad hilweşiya dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) bi armanca dagirkirina tevahiya herêmê, gelek herêmên Rêveberiya Xweser hedef digirin. Di van êrîşan de rojnamevanên Kurd jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de binesazî û xizmetên bingehîn zerarên mezin dibînin. Dewleta Tirk bi van êrîşên dagirkeriyê re armanc dike ku aramiya herêmê xirab bike, bi darê zorê gelan ji cih û warê wan derxe û dagirkeriya xwe kûrtir bike. Lê belê gelê herêmê mîna li Bendava Tişrînê li dijî êrîşan xwedî li vîna xwe derdikevin û berxwedana xwe didomînin.
Em li ser sûcên ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî pêk tîne, bi parêzer Jan Fermon ku yek ji parêzerên Baroya Brukselê ye re axivîn.
‘RAYEDARÊN HERÎ BILIND A DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E’
Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sê cûre sûcên navneteweyî pêk anîne û ev sûc wiha rêz kirin: “Ya yekemîn sûcê êrîşkariyê ye. Êrîşên dewleta Tirk destwerdaneke leşkerî li dijî serweriya welatekî serbixwe ye. Dewletek di nava van şert û mercan de ne xwedî maf e ku li dijî dewleteke din zorê bi kar bîne. Sûcê êrîşkariyê rê li ber hemû sûcên din vedike û armanca xwe pêk tîne.
Ya duyemîn jî sûcên li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc, bi awayek pergalî tên kirin û ji ber vê pênaseya sûcên li dijî mirovahiyê cihê xwe digire. Bi taybetî li dewsa nufûsa Kurdan, nufûsa Ereban bicihkirin tê pêk anîn û ji bo vê jî koçberî tê ferzkirin.
Ya dawî jî sûcên şer tên kirin. Lê di vir de mijar sûcên şer ên ferdî nîne, sûcên şer ên peralî ne. Hin kiryarên sûcên şer hene ku ji bo gel bidin koçberkirin tên plankirin û pêkanîn. Armanca hevpar a sûcên weke li girtîgehan destdirêjî kirin, bombekirina binesazî û sîvîlan, koçberkirina gel e. Ji ber vê ev sûc hemû bi hev û du re girêdayî ne.”
Parêzer Fermon, anî ziman ku berpirsê van sûcên şer raste rast dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Ev sûc tenê ji aliyê leşkerekî ve nehatiye kirin. Birastî jî bi awayek pergalî û plankirî hatine kirin û sûcên bi vî rengî encax dikarin ji aliyê rêveberiyê werin kirin. Ev êrîş tenê ne êrîşê yek kesî ya ku bi dronan kiriye ye. Leşkerek ji bo li sîvîlek bide, bi tenê serê xwe dronek raneke. Ji ber vê rêveberiyên siyasî berpirsyarin û ew fermana bi vî rengî tevgerînê dide artêş û fermandaran.
‘BIRYARÊN KU JI DADGEHA GELAN DERKEVE GIRÎNG IN’
Parêzer Fermon, ê ku wek dozger di Dadgeha Gelan a Rojava de cih girtiye anî ziman ku biryarên ji dadgehê derkevin girîng in û wiha axivî: “Dadgeh wê biryarek bide. Ez hêvî dikim ku tiştên me danî holê bipejirîne ku ev tişt sûcên şer in û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê ev biryar bibin amûrekî ku hikûmetên me li dijî Tirkiyê bikevin tevgerê. Xalê herî girîng jî biryarên ku ji vê dadgehê derkevin wê têkoşîna me rewa bikin. Ji ber dadgerên ku wê biryaran bigirin jiyana xwe dane dadê, biryarên ku werin girtin jî wê bênîqaş bin.”
‘WÊ TÊKOŞÎN DIYARKER BE’
Parêzer Fermon, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî heye. Lê ez her tim dibêjim, hêzêke wê weke polîsan a Neteweyên Yekbûyî nîne. Di dawiyê de hiqûq wê bi têkoşîna gelan were parastin. Ên ku zextê li hikûmetan bikin ku bikevin tevgerê, firotina çekan bidin seknandin û têkiliyên dîplomatîk qut bikin, gel in. Mekanîzmaya ku ji hiqûqa navnetewî re rêz bigire, xwe naspêre Neteweyên Yekbûyî an hêzêke polîsan a navnetewî. Xwe dispêre îrade û çalakiya gelan.”