Sêşem, 3 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê serdana Fîgen Yuksekdag kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Divê Demirtaş û Mızraklı tavilê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Rapor ne encam e, deriyek hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaya: Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne tenê nîqaşeke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya jinan mezintir bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê peyama 8’ê Adarê: Divê hevgirtina me gerdûnî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê li Bexdayê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berpirsyarî êdî dikeve ser milê dewletê!
Rojane

Berpirsyarî êdî dikeve ser milê dewletê!

Siyasetmedaran diyar kirin ku pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir li Başûr bi merasîma çekberdanê re gihişt qonaxeke nû û destnîşan kirin ku êdî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Pêvajoya ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27ê Sibatê de dest pê kir, bi merasîma sembolîk a danîna çekan a li Başûr gihîşt asteke krîtîk. Siyasetmedaran, li ser merasîma şewitandina çekan a sembolîk a ku pêşengên PKK’ê jî beşdar bûn ji ANF’ê re nirxandin.

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu danîna çekan a sembolîk wekî gaveke dîrokî pênase kir û bi bîr xist ku ev merasîma sembolîk li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û pêşketinên siyasî yên piştre hatiye lidarxistin. Kurkçu ev tişt anî ziman: “Ev rewş lihevkirinên ku di hevdîtinan de hatine bidestxistin piştrast dike. Şewitandina sembolîk a çekan nîşaneyeke berbiçav a îradeya ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ye. Lê meseleya bingehîn ew e ku têkiliyên di navbera dewlet û Abdullah Ocalan de û di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de hîn li ser formatekê nehatine rûniştandin. Di demaên pêşde wê bi têkoşîna siyasî û danûstandinan re ev yek li ser formatekê bê rûniştandin. Wisa xuya dike ku têgihîştineke hevpar li ser pêşketina bêyî ku were xwînrijandin hatiye bidestxistin. Tevgera Kurd divê bi piştgiriya gel qada siyasî bêtir navendî bike. Serketina gavên ku di serdema jû de bên avêtin, bi tevahî girêdayî îradeya gel û asta amadekariya siyasî ye.”

SARITAŞ: ÇARENÛSA PÊVAJOYÊ GIRÊDAYÎ GAVÊN KU DEWLET BIAVÊJE YE

Zanyarê Siyasetê Mehmet Zahir Sarıtaş diyar kir ku pêvajoya ku bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kir, îro li Başûr merasîma şewitandina çekan a sembolîk a ku ji aliyê komek endamên PKK’ê ve pêk hat, ji asteke dîrokî derbas bû û wiha got: “Ev çalakiya sembolîk ne tenê nîşaneya niyeta baş e, di heman demê de biryardariya aliyê Kurd a ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk e. Tevgera Siyasî ya Kurd bi ezmûneke dîrokî, îradeyeke xurt û amadekariyeke civakî gihîştiye vê astê. Ev bi awayekî zelal nîşan dide ku berpirsiyariya çareserî û aştiyê bi awayekî ciddî digire dest.

Hêviya hevpar a raya giştî ya Tirkiyeyê û gelê Kurd ew e ku dewlet bêyî derengmayînê bi gavên berbiçav bersiva vê gava dîrokî bide. Beriya her tiştî, ji bo avakirina aştiyê divê li Meclisê komîsyonek were avakirin.”

DEMÎR: DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ALIYÊ KURD ERKA XWE BI CÎH ANÎ

Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr pêşketinên di çareserkirina pirsgirêka Kurd de wekî qonaxeke dîrokî nirxand û got, “Di 11’ê Tîrmehê de bi îmhakirina sembolîk a çekan îradeyeke xurt hate nîşandan. Ev hemû pêşketin cidiyet, amadekarî û berpirsiyariya ku aliyê Kurd di derbarê çareseriyê de nîşan dide. Di vê nuqteyê de, faktora diyarker ji bo pêşveçûna pêvajoyê helwesta dewletê ye. Hêviya hevpar a raya giştî û gelê Kurd ew e ku dewlet vê derfeta dîrokî bikar bîne û bersiva erênî bide. Pêşveçûna pêvajoyê ji bo çareseriya mayînde wê lihevkirina civakî û îradeya jiyana bi hev re xurt bike. Ji ber vê yekê, divê ev derfet ji dest neçe.”

KORKMAZ: BERPIRSYARIYA SIYASETA DEMOKRATÎK ZÊDE BÛYE

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Zurîhê Toros Korkmaz banga bi dîmen a Rêber Apo û çekberdana sembolîk a PKKê şîrove kir û got, “Ev pêşketinek dîrokî ye, xalek werçerxê ya pir girîng e. Ev îlankirina îradeyê ye. Nabe ku mirov vê yekê wekî teslîmbûnekê nîqaş bike; ev gavek sembolîk bû. Ev pêvajo wê bi danûstandinan bidome. Xurtkirina zemîna siyasî û pêkanîna reformên qanûnî pir girîng in. Ne wisa be têkoşîna çekdarî dikare ji nû ve dest pê bike; ev her gav îhtîmalek e. Ev gav dîrokî û girîng e. Çekberdan bi tevahî sembolîk e. Di vir de danûstandin girîng dibe. Divê em niha li ser xurtkirina hişmendiyê û xurtkirina zemîna siyasî bisekinin. Ger reformên qanûnî û siyasî neyên kirin, têkoşîna çekdarî dikare ji nû ve dest pê bike; ev îhtîmal hertim heye.”

OZSOY: EV GAV BIRYARDARIYA KURDAN NÎŞAN DIDE

Siyasetmedarê Kurd Dr. Hişyar Ozsoy anî ziman ku desthilat derbarê pirsgirêka Kurd de heta niha gavên şênber neavêtiye û wiha got, “Peyamên Birêz Ocalan û çalakiya sembolîk a bêçekkirinê ya komek PKKê asteke bilind a îrade û biryardariyê nîşan dide. Aliyê Kurd pir eşkere ye: ger derfet ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê derkevin holê, em amade ne ku tevkariyê, fedakariyê bikin û çekên xwe deynin. Ev gav ji bo gumanan ji holê rake gaveke dîrokî ye.”

Ozsoy destnîşan kir ku divê desthilay di vê mijarê de helwestek zelaltir û vekirîtir nîşan bide û wiha domand: “Hikûmet heta niha ji bo gavavêtinê xwe giran dike. Heta guhertinên qanûnî yên pêwîst jî nekir. Ev yek raya giştî ya demokratîk bêhêvî kiriye. Tevî vê yekê, Birêz Ocalan û aliyê Kurd bi israr gavan diavêjin, hikûmetê teşwîq dikin ku helwestekê bigire. Lê hîn jî gavên tên xwestin nehatine avêtin. Çalakiya sembolîk a bêçekkirinê gavek dîrokî û pir cidî ye. Em hêvî dikin ku ev yek pêvajoyek nû bide destpêkirin. Fikarên me hene, lê em bi baldarî nêzî wê dibin. Ji ber ku ezmûnên berê vê yekê hewce dike. Lê em hêvî dikin ku em xelet bin, lê divê rêya siyasetê li Tirkiye û Kurdistanê were vekirin. Ji niha û pê ve, wê qadeke siyasî ya nû derkeve holê da ku bêyî bikuje û bide kuştin wê pirsgirêkê çareser bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike
Nûçeya Pişt re Li Başûrê Kurdistanê êrişa bi droneyan a li ser qada petrolê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên YPG’ê yên li eniya berxwedanê: Serketin wê ya me be

Şervanên YPG'ê yên li eniya berxwedanê ne diyar kirin ku bi hêza ji gelê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP’ê biryara seferberiya rêxistiniyê da

Partiya Herêma a Demokratîk di komxebata 'Rêxistinbûyîn serketin e' biryara seferberiya rêxistiniyê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Swêdayê di şer de herî kêm 37 kes mirin

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E’yê qetilkirina Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê serdana Fîgen Yuksekdag kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê şehadeta 6 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?