Em destpêkê hemû kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em bibîryarin ku tola wan bi azadiya jin û civakê pêkanînê re rakin.
Li ser fermanê 74’emîn 11 derbas bûn û dikeve sala xwe ya 12’emîn. Sala 12’emîn jî bi fermana gelên Fîlîstîn, Durzî, Elewî û pêkhateyên cûda pêşwazî dikin. DAÎŞ’ê ku li Şengalê ferman pêkanî, îro bi heman rêbazî li ser civaka me yê Elewî, Durzî û her wiha li ser gelek pêkhateyên ol û baweriyên cûda jî tên bikaranîn. Êdî hemû civak ji ber vê zîhnîyetê di bin sîya derûniya fermanan de jiyan dikin. Ev jî êşa salvegera fermanê bi êşê nû re dijwartir dike. Tenê nav û cih cûda ne, hedef yek e; ‘civak’.
Ferman; berhemê zihnîyeta desthilatdarî, nijadperestî, olperestî, netewperestî û zayendperestî ye. Îro bi vê zîhnîyetê ve grêdayî cîhan ji xwe re kirine milk û vî milkî parve dikin. Mirov jî di nav vî parvekirina de wek milk û amûr dibînin. Êdî cîhana mirovan nîne, cîhana hêzên hegemonîk û desthilatdar heye. Cîhan zeviyeke, mirovan çawa dixwazin wisa bikar tînin. Lewma mafê her xerabiyê li dijî civakê ji xwe re rewa dibînin. Mînak, gelê Fîlîstîn ji ber fermanê bi tî û birçîbûnê rû bi rû ye. Trump nexşeya bajarê Xezayê xeyalî li gorî cîhana milkêerest ji nû ve dîzay dike. Ji bo li Xezayê bajarekî xeyalî ava bike, dixwaze koka Filîstîniyan biqelîne. Piştî kok qelandin, pêwîste heşêfa wî zeviyî bikin û weke gihayê yek bi yek ji nav zeviyê tê avêtin mirovan bavêjin. Lewma bi fermanan re, hemû gelan ji cih û warê wan dikin. Bi vê zîhnîyetê ve grêdayî dixwazin Filîstiniyan bişînin Qatar, Misir û hin deverên din.
Dem ali ser Êzidiyan fermana 74’an pêk hat, dewsa ku birînên fermanê bipêçin, bîryar girtibûn ku Êzidiyan bişînin welatên cuda û ji koka wan dûr bixin. Bi vî awayî dixwestin Êzidiyan bê nasname û bêbawerî bihêlin. Ji ber ku her civak li ser xaka xwe bikok dibe, bi vê fermanê re xwestin vê kokê bibirin. Di vê wateyê de, dema em hemû fermanan li ber çavan re derbas dikin dibînin ku di hedefê fermanan de qelandina kokê heye. Jixwe desthilatdar cîhan bi vê zihnîyetê rêve dibin.
Di vê çarçovê de berî fermanê tiştê ku hebûn û çarenûsa Êzidiyan dîyar dikir; wek sîyaset, rêveberî, parastin û zanîst aîdê xwe nedidîtin. Heta xwe jê dûr dixistin. Di vê baweriyê de bûn ku ev 74 ferman bingeha xwe ji siyaset, rêveberî û zanistê digire. Lê civaka me yê Êzidî nediferqa vê rastiyê de bû ku çiqas ji sîyasetê dûrdiket ewqas ji hebûn û çarenûsa wan diket xeteriyê. Jixwe roja fermanê bi vê xeteriyê re rû bi rû man û dersek mezin jê derxistin û dîtin ku civakekî siyaseta xwe nebe, dibe qurbana siyaseta qirkirinê. Lê êdî çarenûs û pêşeroja xwe bi diyar dikin. Civakê ku xwe neparêze û xwe birêxistin neke nikare li pîyan bimîne. Rêber Apo dibêje; “êşa ku min nekuje, min xurt dike” di vê wateyê de, êşê fermanê ew nekuştin, berovajî bi hatina gerîlayan re ketin pêvajoya vejîn û ronakbîrî yê.
Îro ligel hemû astengiyan jî, gel ref bi ref ji qampê fermanên spî vedigerin xirbêyên rûxandî û bi derûniya şopa fermanê jiyan dikin. Lewma hêviya wan ji kesî nemaye, êdî ne li benda kesîne, xwe bi xwe rêve dibin û bi derfetêm kêm jî be, birînên xwe dipêçin. Hinek malbatên ku ji wan qampê fermanên spî vedigerin û Şengalê dibînin heyirî dibin û dibêjin ‘hevalan Şengalê çiqasî guhertî ne bedew kirine.’
Rêber Apo dibêje; “banga Aşitî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e”. Ji ber ku banga Aşitî û Civaka Demokratîk xwe dispêre hebûn û xwezaya civakan a polîtîk û exlaqî. Di vê wateyê de pêşketina pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dawîbûna fermanan e. Pêwîstiya her civakê wek av û nan bi pêşxistina vê pêvajoyê heye.
Divê em ji van fermanan ders derxin û nebin qurbanê hişmendiya milkperest. Ji bo pêşî li fermanên nû were girtin bi reng û dengê xwe divê tevlî pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bibin û vê pêvajoyê bi destkeftiyên nû tacîdar bikin.