Bi deh hezaran kesên ku bi pêşengiya Platforma Saziyan a Demokratîk ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn, xwestin ber bi sînorê Kobanê ve bimeşin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseya ku ji Qada Cumhuriyetê dest bi meşê kirin, kir.
Di êrîşa polîsan herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku Bêrîtan Aksu, Muhsîn Aydogdu, Mehmet Aslan, Muhammed Kaplan û Recep Balî hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûne.
Gelê ku tevî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” meşa xwe didomîne, tevî hemû êrîşan jî dest ji helwesta xwe bernedan. Hate diyarkirin ku berxwedan li kolanên Pirsûsê dewam dike.
Xelkê Kobanê ku li aliyê din ê sînor li dijî êrîşan li ber xwe didin, ji bo pêşwazîkirina girseya ku hewl didin ji Pirsûsê sînorê derbas bibin, di bin berfê de dirawestin.

