Gavên destpêkê û berxwedan hene ku karkaterê her şoreşê diyar dikin. Ji bo Şoreşa Rojava jî berxwedana Qestel Cindo gaveke destpêkê bû.
11 komên OSO di 27-30’ê Cotmeha 2012’an de bi motîvasyona ‘Em ê Efrînê bi dest bixin û nimêja nîvro li nava bajêr bikin’ êrîşî gund û girê Qestel Cindo yên Efrînê kirin. Bi sedan çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn perwerdekirin, di 27’ê Cotmeha 2012’an de êrîşî gundê Qestelê kirin, piştî bi rojekê jî êrîş birin ser Girê Qestel Cindo. Omer Dadîhî ku bi îstîbarata Tirk re têkiliyeke xwe ya germ hebû û çeteya wî Asîfet Şîmal serkêşî ji êrîşê re dikirin. 19 şervanên YPG’ê ku cebilxaneyeke kêm hebû û ji bilî fermandaran tecrûbeyeke xwe ya şer tune bû, sê roj û sê şevan li ber xwe dan û êrîşa OSO şikandin. Şervanan moral û motîvasyona xwe ji baweriya bi şoreşê û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ wergirtin, tevî ku cebilxaneya wan qediğya jî çeperên xwe neterikandin û OSO neçar ma kuk agirbestê ji wan bixwaze. Ev berxwedana ku serketina hêz, bawerî û îradeya xwe nîşan da, Îro jî bingeha berxwedana Şoreşa Rojava ye. Fermandarê Berxwedana Girê Qestel Cindo Karker Efrîn ji ANF’ê re qala vê berxwedanê kir:
ÊRÎŞA DESTPÊKÊ YA LI SER GIR
Me bihîst ku çete di 28’ê Cotmehê de ji gund ber bi gir ve hatine. Min jî du komên ji hevalan ji bo kemîndanînê şand. Li jêr dengê çeteyan dihat, lê ninkarîbûn bi pêş ve biçin. Êvarê me komên kemînê vekişand û heval gihîştin me. Me ji hevalên nêzî Tirba Parse Xatûn a li ser gir bihîst ku çete bi wesayitan tên. Li ser gir BKC û B7’eke me hebûn. Yek ji wan hevalan leşkerî ji dewleta Sûriyeyê re kiribû û got, ‘Min li leşkeriyê çend caran avêt’. Min jî got, ‘Temam, dema wesayit hat tu jî bi B7 lê bide’. Min komek ji hevalan şand aliyê Tirba Parse Xatûn. Min lê nihêrî ku ji jorê gir ji xeta Dîkmetaşê hatin. Hevalan gotin ku li nava daristanê kom tê.
Min heval şand jêrê ber bi aliyê Parsek Xatûn, hevalên li jor jî dema gotin ku çete hatine, min bang li hevalên ku çûn jêrê kir, hatin. Heta ku heval hatin, bi 2-3 wesayitan çete hatin. Di navbera me û wan de 200 metre mabû. Ji wesayitê peya bûn û xwe avêtin erdê. Navê hevalê ku digot dikare B7 bi kar bîne Cîhat bû. Nizanim bê niha li ku ye, çi dike. Ji xwe li ser gir tenê B7’eke me hebû û 3 roket hebûn.
Min got ‘Cîhat roketekê biavêje’. Cîhat roketek avêt. Roket li nava herdu wesayitan ket, lê belê neteqiya. Di navbera herdu wesayitan de metreyek hebû. Eger bi teqiya wê bi bandor bûya. Roketa duyemîn avêt, ew jî neteqiya. Ez çûm gel wî, min dît ku li şûna pîm bikişîne, funyeyê bi temamî derdixîne. Normal ew funye bi hêsanî nayê derxistin, nizanim bê çawa vekir. Dema ku wê funya sêyemîn derxistibûya min sekinand. Yekser hevalan jî bi kalaşnîkofan lê dan. Çete belav bûn, reviyan. Hin ji wan birîndar bûn. Bi vî rengî şerê li ser gir destpê kir.
LI ŞÛNA PANÎKÊ, COŞ Û BIRYARDARÎ HEBÛ
Dema ku şer destpê kir di nava hêza me de fikar û panîk hebû. Hemû jî hevalên nû bûn û tevlî şerekî nebû bûn. Hevalê ku leşkeriya Sûriyeyê kiribû ji ber ku ne serwer bû 2 roketên me belasebep çûn, ji xwe 3 roketên me hebûn. Ji çend baskan ve êrîş dihate kirin. Hem ji aliyê Marîneyê, hem ji jêrê gir ji Ezazê hem jî ji aliyê gundê Yazibagê dihatin.
Hevalên me hinekî bi fikar bûn. Bi teoriya şer zanîbûn lê belê pratîka wan a şer tune bû. Atmosfereke cuda hebû. Di nava wan de yekane yê xwedî tecrûbe ez bûm. Li nava hemû çeperan digeriyam. Ji bo heval komî ser hev bibin me hinek dirûşm berz kirin. Heval ewqasî bi coş dirûşm diqîriyan ku dengê wan diçû heta aliyê din ê gir. Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji çeperên me bilind dibû. Êdî li şûna panîk û fikarê, coş û biryardarî hebû.
DAREK NEMA KU FÎŞEK LÊ NEKET
Wê rojê çeteyên OSO ji çend baskan ve êrîş kirin, lê belê nekarîn çepereke me jî bi dest bixin. Halbûkî gelekî bi avantaj bûn. Gir bi dar bû, li her derê dar hebûn û heta ku bên nêzî me, me nikarîbûn wan bibînin. Newêrîbûn ewqasî bên. Di nava daran de bi saetan şerekî cidî qewimî, êdî tarî bû. Bi şev jî êrîş nesekinînin. Ji şev heta sibehê ji bo karibin xwe nêzî me bikin bi hezaran fîşek berdan û bi gotina ‘Allahû Ekber’ diqîriyan. Hevalan her carê çend fîşek diteqandin û çeteyan yekser xwe vedikişandin. Piştî çend deqeyan komeke din xwe diceriband, ew jî bi heman rengî vedikişiyan. Em li jor bûn, ew li jêrê bûn. Fîşek li me nediket. Wê demê li Girê Qestelê darek nema ku fîşek lê neket.
DI ŞERÊ XWE YÊ DESTPÊKÊ DE MÎNA FERMANDAREKÎ ŞAREZA BÛ
Bêguman dema qala vî şerî bê kirin nabe ku qala heval Zekeriya neyê kirin. Heval Zekeriya tevî ku heta êrîşa li ser Qestelê tecrûbeyeke xwe tune bû, piştî ku şer destpê kir mîna fermandarekî şareza dest bi şer kir. Êdî li ku êrîş hebûya min digot ‘Zekeriya biçe wê derê’. Li hemû çeperan şer dikir. Wê demê ji xwe fermandarê tîm bû. Zewicî û du zarokên wî hebûn. Wê demê di nava Konseya Leşkerî ya YPG’ê de bû. Heval Zekeriya Efrîn piştre li Helebê şehîd bû. Di şerê Qestel Cindo de bi roleke cidî rabû.
27 CARAN ÊRIŞ KIRIN, LÊ ÇEPEREK BI TENÊ JÎ NEKET
Ji şeva destpêkê heta danê sibehê 27 caran êrîş kirin, lê çepereke me ya bi tenê jî neket. Cebilxaneya OSO gelekî zêde bû, lê ya me kêm bû. Ne tenê li gir, li tevahiya Efrînê 10 hezar fîşekên me tune bûn. Min ji hevalan xwest ku bi şev zêde fîşekan neteqînin, lê belê ewqasî kelecanî û acemî bûn me nikarîbûn kontrol bikin. Ji bo zêde fîşekan neteqînin, min li gel hevalekî çepera xwe di navbera hevalan û dimin de çêkir. Min ji hevalan re got ‘fîşekan neteqînin, dibe ku li me bikeve’. Li wê derê bi fîşeka hevalên xwe em dikarîbûn bihatina kuştin, em bi rîsk rabûn, lê belê neçar bûn. Hevalan dema ku em dît hem bi moral bûn hem jî hîn bi baldarî fîşek berdan. Wê demê li gir tenê 2 hezar fîşek hebûn. Me ew jî bi hevalan hemûyan re parve kir. Her cara ku êrîş kirin, hevalan lê dan û ew jî vekişiyan. Gelek fîşek berdidan û digotin tekbîr. Bi rastî jî ji dengê fîşekan û tekbîrê mirovan digot dibe ku ji her derê êrîş dikin û hin maye ku xwe bigihînin te.
Ji ber ku roja destpêkê nekarîn encamê bi dest bixin, vê carê ji xeta Dîkmetaşê hatin. Di navbera Dîkmetaş û Yazibagê de rêyeke asfaltê hebû, ji wir bi wesayitan, bi doçka hatin. Li wê derê komek ser bi YPG’ê hebû, li wan çeteyan xistin ku hatin êrîşî me bikin. Ji wan kuştî û birîndar hebûn û bi vî rengî vekişiyan. Ji aliyê Marînayê jî careke din êrîş kirin. Êrîşê heta êvarê dewam kir.
HER CARA KU ÊRÎŞ DIKIRIN ME LI WAN DIXIST Û EW VEDIGERAND
Di roja 2’yemîn de şer ji mesafeya 50 metreyî dihate kirin. Her cara ku êrîş dikirin me li wan didan, wan jî xwe vedikişandin. Berêvarê ji her derê bi hawan, bombe û çekên ferdî êrîşeke gelekî berfireh kirin. Atmosfereke welê afirandin ku digotin ‘Em ê êdî gir bi dest bixin’. Li hin çeperên me fîşek bi temamî qediya bûn. Ji xwe di vî şerî de tenê 4 bombeyên me hebûn. Li ser hin hevalan tenê çend şarjor fîşek mabû. Hevalan gotin wê hêzê bişînin. Me jî ji hêzê bêhtir daxwaza cebilxaneyê kir. Bi şev hêzek û tenê hezar fîşek gihîşt me. Ji ber ku çeteyan timî êrîş dikirin nepêkan bû ku bi van fîşekan demeke dirêj şer bê kirin.
Hevalan wê demê heval Ruksen Efrîn û hin hevalên din şandin. Ji Cindirese, Raco, navenda Efrînê, ji her qadê kom hatin û xwe gihandin me. Her wiha hevalên ji karên ciwanan jî hatibûn. Li ser gir hejmara me baş bû. Me heval li çeperan belav kir. Li ser gir êdî ji aliyê hejmarê ve em kêm nebû, lê belê pirsgirêka me hejmar nebû, pirsgirêk nebûna cebilxaneyê bû.
ME DEST BI ŞERÊ GERÎLA KIR
Me nîqaş kir ku bi vî rengî bi şerê çeperê êdî nabe, divê em dest bi çalakiyan bikin. Me got, ‘Divê em ji pişt wan bizîvirin û li wan bixin’. Fermandariyê jî pêşniyara me qebûl kir. Em çar heval çûn çalakiyê. Li pişt çeteyan zîvirîn û me li wan dan. Şehîd Zekeriya, Şehîd Ruksem û hevalekî din. Me xwe hinekî nêz kir û dît ku yek ji jêrê ber bi jorê ve tê. Komek ji çeteyan hewl didan xwe bigihînin hêza xwe, dipirsîn bê li ku derê ne. Wê demê heval Zekeriya bi Erebî ji wan re got, ‘Werin em li vir in’. Çete ber bi me ve hatin. Cihê min ne guncav bû. Li quntarê bû ku ji bo lêdanê cihekî guncav nebû. Min got ‘Heval Zekeriya tu lê bide’. Dema ku ew nêzîk bû heval Zekeriya lê da, lê belê cihê wî jî ji bo lêdanê zêde guncav nebû. Ji xwe dema ku lê da çeteyan bi gotina ‘Allahû Ekber’ reviyan. Wê demê yek ket. Fîşeka heval Zekeriya jî neteqiya. Piştre me dît ku bi 10 metreyan li jora me komeke din a çete heye, heta wê kêliyê em bi wan nehesiya bûn. Em di navbera wan de man. Vê carê me çar hevalan bi hev re êrîşî wan kirin. Wê demê 6 çete hatin kuştin. Hevalê Zekeriya ji milê xwe bi sivikî birîndar bû û em vegeriyan ser gir.
TEVAHIYA ROJÊ GELEK WINDAHÎ DAN
Dema ku em vegeriyan cihê xwe vê carê ji aliyê Dîkmetaşê çeteyan dest bi êrîşeke berfireh kirin. Di navbera me û wan de 20 metre hebû, lê dîsa jî nikarîbûn bi ser bikevin. Piştî çalakiya me gelek teqwiye ji wan re hat. Bi heman rengî me çalakî kir. Ji xwe di navbera me û wan de 50-60 metre hebû. Me bombeyên li ser hevalan kom kir, 4 bombeyên me hebûn. Ez û heval Şiyar Hîlalka çûn. Di wê çalakiya me de gelek kuştî û birîndar ji çeteyan hebûn. Tevahiya rojê hevalan hemû êrîş şikandin. Nêzî 38 kuştî û gelek birîndarên wan hebû. Ji me jî tenê çend heval bi sivikî birîndar bûn.
LI TEVAHIYA EFRÎNÊ CEBILXANE TUNE BÛ
Di roja sêyemîn û ya dawî ya şer de êrîşan dewam kirin. Êdî li ser gir cebilxaneya hevalan bi temamî qediya bû. Me ji fermandariyê cebilxane xwest. Wan jî gotin ku wê cebilxaneyê bişînin, lê belê du rojan cebilxane nehat. Piştre me bihîst ku li Efrînê jî cebilxane tune ye. Heval li nava Efrînê belav bûbûn û ji bo fîşekan ji me re bişînin li nava gel kom dikirin. Çete piştî berxwedana me belav bûbûn û bi hev ketibûn. Di êvara roja 3’yemîn de careke din êrîşeke mezin kirin. Tevî ku cebilxaneya hevalan tune bû jî dest ji çeperên xwe bernedan. Cebilxane nehat, me jî got ku heta cebilxane bê em şer hinekî sist bikin. Êdî tenê çend heb fîşekên me mabûn. Me hişyarî dan hevalan ku bi baldarî û kêm fîşekan biteqînin.
ÇETEYÊN KU HÊVIYA WAN NEMA, DAXWAZA AGIRBESTÊ KIRIN
Çete gelekî nêz bûn, di navbera me û wan de 20 metre hebû. Dengê wan dihate me. Çeteyekî pirseke bi vî rengî kir, ‘Birayên me yên Kurd, ma hûn ne Misilman in?’ Me jî got, ‘Em Misilman in’. Pirsîn ‘Wê demê we çima 2 Ezazî bi sûîqestê kuştin?’ Me jî got, ‘Tiştekî bi vî rengî nîne. Ev yek lîstikeke Tirkiyeyê ye ku dixwaze Kurd û Ereban berde hev. Dema ku rejîmê êrîşî we kir we bi hevjîn û xwişkên xwe xwe li Efrînê girtin. Efrîn xwedî li we derket, lê niha hûn ketine lîstika Tirkan. Erdogan û Esad sûdê ji vî şerî werdigirin. Me nedixwest li hemberî we şer bikin, lê belê we êrîşî me kirin’. Wan jî gotin, ‘Birîndarên me hene, demê bidin me ku em birîndarên xwe werbigirin’. Piştre me nîv saet dem dan wan. Wan jî qebûl kirin, ji ber ku cebilxaneya me jî nema bû.
Me agahî dan hemû çeperên xwe ku fîşekê bernedin. Me jî agahî da fermandariya xwe ku ji bo saetekê agirbest ragihandine û divê tavilê cebilxaneyan bigihînin me. Heta sibehê aramî hebû. Li ser gir ji xw av tune bû. Hevalan xwarin û av anîn, lê belê ew jî qediya bûn. Sê rojan em tî û bêxew mabûn.
BERXWEDAN BI SER KET
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di 2’ê Mijdara 2012’an de têkildarî berxwedana 26’ê Cotmehê ya li Eşrefiyê û 27-30’ê Cotmehê ya li gund û girê Qestel Cindo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gundê Qestelê bi şerê ku çend rojan dewam kir, di encama berxwedana xelkê Efrînê de 1’ê Mijdarê Meclîsa Artêşa Sûriyeya Azad a Helebê neçar ma ku banga hevdîtinê bike. Ev hevdîtin ji aliyê komeke ji rûpsiyên Efrînê hate kirin. Ev jî serketina xelkê Efrînê ye.” Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nûjîn Dêrik ji aliyê OSO ve hate qetilkirin. Lê belê 9 roj piştî daxuyaniyê eşkere bû ku Nûjîn Dêrik ji aliyê çeteyan ve radestî MÎT’ê hatiye kirin û birine Tirkiyeyê.