Çarşem, 17 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari di çarçoveya ‘pêvajoyê’ de serdana Girtîgeha Sîncanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kekê Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Yuce di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 46’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo şehîda YPJ’ê Kînda Brûsk taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê li ser bombardûmana li Merîwanê û kiryarên şerê taybet daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jîna Emînî li Londonê hat bibîranîn: Têkoşîna jinan sînoran nas nake
Jin

Jîna Emînî li Londonê hat bibîranîn: Têkoşîna jinan sînoran nas nake

Meclîsa Jinan a Jiyan bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî bi sedan jin anî cem hev. Di axaftin, performansên hunerî û peyamên hevgirtinê de peyama, "Têkoşîna jinan sînoran nas nake" hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinên Brîtanyayê di sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li Londonê çalakiyek bîranînê ya mezin li dar xist. Bi sedan çalakvanên jin ên ji gelên cuda û têkoşînê dimeşînin qada çalakiyê tijî kirin.

 

KOMUNA JÎNA EMÎNÎ HAT RAGIHANDIN

Di axaftina vekirinê de hate gotin ku çalakî wê her sal were lidarxistin û hate ragihandin ku Komuna Jîna Emînî cara yekem li Sheffield ê Brîtanyayê hat damezrandin û di serdema pêş de wê li deverên cuda komunanên nû werin vekirin.

LI SER GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊN KURD SEKINÎN

Meclîsa Jinan a Jiyan koka dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û girîngiya wê ya di têkoşîna azadiya jinên Kurd de vegot. Meclîsê diyar kir ku serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî ji bo jinên li çar aliyê cîhanê bûye qîrînek kolektîf. Meclîsê daxwaza demildest berdana çalakvanên jin Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî yên ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye biriye, kir.

Nivîskar û çalakvana Îranî Meryem Nemazie anî ziman ku têkoşîna “Jin, Jiyan, Azadî” projeyeke mirovahî rakir ser piyan e û bal kişand ser zilma ku jinên li Îran, Efganistan, Xeze û Tirkiyeyê pê re rû bi rû dimînin û bi bîr xist ku şoreşa jinan jehrkujiya li dijî hemû rejîmên otorîter e.

Çalakvana Rojhilatê Kurdistanê Mehrî Rezaî kokên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd şîrove kir. Rezaî diyar kir ku wan ji şoreşa jinan a li Rojava îlham girtine û anî ziman ku piştî Jîna Emînî, gelên Îranê ji bo parastina azadiya xwe berê xwe dane tecrûbeyên Rojava.

Nivîskara femînîst û akademîsyen Natasha Walter bal kişand ser têgihîştina jinên Kurd a azadiyê ya li ser bingeha têkoşîna kolektîf ku berevajî femînîzma takekesî ya li rojava ye. Walter bi dirûşmeya “Jinên yekbûyî wê ti carî têk neçin” dawî li axaftina xwe anî.

Bijîşk û çalakvana Tamîlî Shirona Jude-Manorajh berxwedana jinên Tamîlî ya li dijî qirkirinê, windakirinên bi darê zorê û tundiya cinsî vegot. Shirona Jude-Manorajh got, “Azadiya jinan nabe mijara bazarê” û banga mezinkirina tevgera jinan a kurevî kir.

Endama Yekîtiya Jinên Iraqê Noûra Sabrî jî bal kişand ser êrîşên Îslama siyasî yên li ser mafên jinên li Iraqê. Noûra Sabrî li dijî hewldanên rewakirina zewaca zarokan hişyarî da û got, “Dema ku jin tên bêdengkirin, nîvê civakê bêdeng dibe û pêşketin pêkan nabe.”

Çalakvana Efganî Dewa Khan qala berxwedana li dijî rejîma Talîban a ku jinan ji perwerde û jiyana civakî dûr dixe, kir. Dewa Khan got, “Hevgirtin ne tenê gotin e; çalakî ye. Em dikarin bi hev re cîhanek ku tê de jin ji azadiya xwe bêpar nemîne, ava bikin.”

HEVGIRTINA HUNER Û MUZÎKÊ

Hunermend Freny Pavrî helbesta ji bo Jîna Emînî nivîsandiye xwend. Freny Pavrî di helbesta xwe de ruhê “Jin, Jiyan, Azadî” anî ser dikê. Temaşevanan bi Sûna Alan re stran gotin û hol veguherand koroyek bi coş. Hunermand Sara Fotros û balyoza navneteweyî ya çanda Ukraynayê EKA | Bandura jî derketin ser dikê.

Îsal cara yekem çalakiya bibîranînê hate lidarxistin û ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Meclîsa Jinan a Jiyanê ragihand ku ev gavên li Londonê dê li bajarên din ên Brîtanyayê jî belav bibe û biryardariya mezinkirina têkoşîna hevbeş a jinan dubare kir.

Çalakî bi daxuyaniya dawî ya bi sernavê “Sozek ji bo Hemû Jinên Cîhanê” bi dawî bû. Jinan diyar kir ku têkoşîna wan sînoran nas nake, ew ê bi hev re bilind bibin û qet teslîm nebin.

Di daxuyaniyê de wihanhat gotin:

“Jin, di nava xwe de îfadeya herî bilind a hêza civakî, hevgirtinê û jiyanê hildigirin. Ji bo hurmetkirina vê rastiyê em soz didin: Em ê şoreşa jinan hîn bi hêztir, kûrtir û ji tevna civakê nayê cihê kirin bikin. Têkoşîna me bi sînoran, sînordar nabe. Şoreşa jinan, divê li her derê bi têkoşîna berfireh a ji bo azadî, demokrasî û dadê bi hev re, rê ve biçe. Tenê bi yekîtiya jinan, gelan û têkoşînan azadiya rastîn pêkan e.

Em ji hemû xwişkên xwe yên cîhanê re soz didin: Em ê bi hev re serbikevin, bi hev re şer bikin û qet teslîm nebin. Em ê zincîrên baviksalariyê bişkînin, dîwarên serdestiyê hilweşînin û ji bo azadî, wekhevî û rûmetê, ne xewn lê rastiyekî ava bikin. Ji bo her jineke bêdengkirî, bi hezaran dê biaxivin. Ji bo her jiyana ku hatiye standin, bi mîlyonan dê ber bi pêş ve bimeşin.

Em vê yekê her jina berxwedêr, her hevrêya ku jiyana xwe ji dest daye û nifşên pêşerojê re deyndar in. Em ji xwişkên xwe yên li her derê re soz didin: Sîstema baviksalar wê bi ser nekeve. Derewên wê, tundiya wê û serdestiya wê, dê bi hêza bêrawestan a jinên bi hev re rabûnê re parçe bibe.

Ji hemû jinên cîhanê re: Em hebûn, em hene û em ê hebin. Em ê bi we re bi ser bikevin, bi we re şer bikin û heta şoreşa jinan bibe şoreşa mirovatiyê, em ê qet nesekinin.

Jin, Jiyan, Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LONDON 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fikrî Tûglûk piştî 29 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê li Kobanê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Siberoja Rojava bi berxwedana şoreşê ve girêdayî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Di çalakiyên gerîla de yên li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nêçirvan Barzanî bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe Nêçirvan Barzanî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?