Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê di sala 2001’an de li Xinêrê “Dibistana Şehîd Sefkan” ava kirin. Piştre navê wê wekî “Akademiya Şehîd Sefkan” hat guhertin. Di akademiyê de beşên muzîk, sinema, fîlm, şano, govend û wênekêşiyê hene.
Di Akademiyê de şehîdên wekî Yekta Herekol, Xelîl Dag, Hêvî Şanoger, Delîla Meyaser û Daxistan Koçer keda xwe dane, îro jî hilberînên hunerî bi berdewamî tên kirin.
Wênesaz Ararat Ferzat Sema jî gerîlayek e. Ew endama Akademiya Şehîd Sefkan e ku xwedî mîraseke mezin e. Wênesaz Sema, di van rojên dawî de li ser berxwedana Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çar tablo xêz kirin.
Tabloyek hêrsa jinan nîşan dide. Di tabloyê de çar kezî qirika kujerekî endamê DAÎŞ’ê yê dijminê Kurdan diguwişe.
Di tabloyeke din de çar parçeyên Kurdistanê tên temsîlkirin. Wênesaz Kurdistanek xêz kiriye. Çar dest Kurdistanê digirin û bi kezîyekê ve girê didin û xurt dikin. Wênesaz Ararat Ferzat Sema wiha dibêje: “Tiştê ku Kurdistanê dike yek û diparêze, yekitiya me ye. Tiştê ku Kurdistanê dike yek, kezîya jinê ye. Di şoreşa me de jî jin pêşeng e. Di felsefeya Rêbertî de jî ev wisa ye.”
Wênesaz Sema, tabloya xwe ya sêyemîn bi ramana têkoşîna Jîna Amînî, Denîz Çiya û şervana jin a ku kezîya wê hatibû jêkirin, xêz dike. Ew wiha dibêje: “Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilatdariyê, serdestiya mêr û faşîzmê rabû ser piyan. Bi tirs û biryardariyeke mezin têdikoşe. Rejîm êrîşî jinan dike. Di destpêkê de sembola şoreşê Jîna Amînî bû. Niha jî Denîz Çiya bû sembola şoreşê. Min ev tablo ji bo Şehîd Denîz û hevala ku kezîya wê hatibû jêkirin xêz kirin.”
Wênesaz gerîla Ararat Ferzat Sema di tabloya xwe ya çaremîn de Jîna Amînî temsîl dike. Di nav de rûyê jinekê heye. Li dora jinê jî keçikeke piçûk, xortek, dayikek û şervanek hene. Ew porê jinê dihînin û çar keziyan çêdikin. Gerîlayê wênesaz wiha dibêje: “Ev wêne Jîna Amînî temsîl dike. Zarokê di wêneyê de bê pêlav e. Di vê sermaya zivistanê de ev li ser zarokên me tê ferzkirin. Zarokên Kobanê temsîl dike.”
Wênesaz Sema bang li hunermendan jî kir û wiha axivî: “Wek jineke gerîla min xwest wêneyên xwe bi gelê xwe re parve bikim. Ez bang li hunermendên Kurd, sosyalîst û xwedî wijdan dikim ku rastiyê nîşanî civakê bidin. Ev wezîfeyeke mirovahiyê ye. Bi taybetî divê wênesaz li hemberî geşedanên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bêdeng nemînin.”
Sema li ser rabûna gelê Kurdistanê jî wiha dibêje: “Berxwedana gelê me hestên me yên netewî pir bilind kirin. Her hevalekî me coş û moraleke mezin girt. Li ser navê Akademiya Şehîd Sefkan, di serî de Rojava, em silavên xwe ji hemû gelê Kurdistanê yê berxwedêr re dişînin. Ez li ber rihê pak ê şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”

