Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya Xwebûn a Jin TV bû û têkildarî rola ku sîstema kapîtalîst ji jin û mêr re diyar kiriye bersiv da pirsên Arjîn Baysal.
Nirxandina Besê Erzîncan bi vî rengî ye:
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 96’an de gotibû ‘kuştina mêr’. Ev ji pir aliyan ve şaş hat fêmkirin. Abdullah Ocalan xwest çi bibêje?
Xebatên Rêber Apo li jiyaneke azad û wekhev bû. Du tişt pir zorê li me dike. Yek kolebûna jinê. Didu jî serweriya mêr. Lewma wekî Rêber Apo dixwest jin pêş bikeve. Hem di aliyê feraset hem karakter hem jî di jiyanê de jinan tevlî jiyanê kir û astekî jî çêkir. Li gel vê jî dixwest feraseta hegemonîk û serwer biguherîne. Ji ber ku ev feraet xeteriyekî çêdike. Hemû jiyanê dikuje. Em dizanin civak yek reng nîne, tenê mêr ne di vê jiyanê de ne. Jin hene, zarok hene, ciwan hene, pîr hene. Lê mêr wiha kir ku hemû civakê li gorî berjewendiyên xwe ava kir. Îradeya beşên dîtir ên civakê tune kir. Lewma kuştina mêr prensîba bingehîn a sosyalîzm û jiyana azad e. Dema dibêjin kuştina mêr helbet ne di aliyê fizîkî de ye. Bi taybetî di aliyê feraset, taybetmendî, jiyan, di nav malê de, di siyasetê de kuştina serweriya mêr e.
Têkoşîna me ya Kurdistanê kêmek têkoşînekî cuda ye, wekî şoreşên dîtir nîne. Em di aliyê ferasetê de, têkoşîna zayendîi de têkoşîneke kûrtir û piralî dimeşînin. Şoreşên dîtir çawa bûn? Şoreşa wan şeklî man. Di hundirê jiyan û şexsan de kêm guhertin çêkirin, guhertineke radîkal çênekirin. Bi taybetî mêr neguhertin. Tenê çînekî, neteweyekî esas girtin. Lê em di şoreşa xwe de jinê esas digirin. Ji ber ku yên herî bindest jin in. Rêber Apo ji bo wê got azadî destpêkê ji bo jinê pêwîst e. Ji ber ku ger jin azad nebe civak jî wê azad nebe. Di jiyana rojane ya mêr de; di aliyê ûslub, meş, sekn, axaftin, nêzîkbûn di her milî de taybetmendiyên mêr desthilatdar derdikeve pêş. Serok Apo dibêje ji mêrekî wiha yekî azad dernakeve. Divê ev mêr van taybetmendiyên xwe bikuje. Divê têkiliyên xwe yên bi jin û civakê re biguherîne, taybetmendiyên xwe yên serwer bikuje, derbas bike û wekî mêrekî azad xwe ji nû ve çêbike. Dema di 96’an de cara yekemîn got kuştina mêr dengek mezin veda. Her kes matmayî ma. Serok Apo wekî rêgeza yekemîn a sosyalîzmê pênase kir û xebatên xwe her timî meşand.
Dibe ku em vegerin beriya wê. Ev mêrîtî çawa pêş ket? We behs kir, ji liv û tevger, meş heta axaftin desthilat e. Hûn vê yekê îndustriyalîzmê ve girêdidin? Bandora netewe dewlet heye ku mêr bi vî rengî mezin bûye?
Ev dîroka mêrê desthilatdar pênc hezar sal merhale merhale pêş ket. Lê bi taybetî di van du sed salên dawî di milê mêrîtî de hîn bêhtir xirabbûyîn çêbû. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst xwe di esas de li ser keda jinê ava kir. Çiqas jinê dagir kir ew jî mezin bû. Di roja me îro de kolebûna jinê gelekî kûr e. Berê jî hebû lê dema zanist pêş ket, teknîk pêş ket, pergala kapîtalîst di aliyê fînans û bazirganî de pêş ket rewşa jinê xirabtir bû. Niha netewe dewletan jî ji holê radikin, gelek netewe dewlet bi hev re kar dikin. Mêrîtî jî ji aliyê xirab ve hîn bêhtir pêş dikeve. Serok Apo gelek caran bi taybetî ji ji bo Kurdistanê wiha penase dikir; ‘dibe ku jin di malê de kole ye û mêr serwer e lê li hemberî dewletê jî mêr kole ye’. Pergala dewletê wiha ye. Dema mêr li malê serwer dibe, hem mêr bêdeng dike hem jî pergalê saz dike.
Wekî ku bi xwezaya mêr hatiye lîstin. Mêr jî ji civaka xwezayî dûr hatiye hiştin. Ev jî bandor nake?
Çiqas bajarbûn pêş ket, di mêr de mêrîtî jî ewqasî pêş ket. Ji ber ku pergala mêr di aliyê zindan, nexweşxane, perwerde de xurttir bû. Berê jî serwerî hebû lê pergal ewqas kûr nebû, kêmek jiyana xwezayî jî hebû. Çiqas ji jiyana gund dûrbûn çêbû pergala mêr jî xwe xurt kir. Mînak pergala perwerde pir zayendperest e. Pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze hemû civak teslîm bigire. Naxwaze civak bi rengekî azad bijî, nerîna xwe bide, îradeya xwe ya xweser hebe. Bi rêya mêrê desthilatdar dixwaze hemû civakê kontrol bike, dagir bike. Ji hêlekî ve mêr jî dagir dike lê ji hêla din jî civakê bi giştî dagir dike. Di şekil de wiha xuya nake. Pergala Ewropayê dibêje jin û mêr wekhev e. Em pir qiymet didin jinê. Lê ger tu kûr de mêze bike mêr jî kiriye kole, lê jinê hîn bêhtir kiriye kole.
Ji bo kuştina mêr heta îro çi hatine kirin?
Mêr xwebixwe xwe naguherîne. Pergala modernîteya kapîtalîst di şexsê mêr de xwe rêxistin kiriye. Di guhertina mêr de pêşketina jin esas e. Ger jin di aliyê feraset, îrade, fikir, jiyanê de xwe pêş bixe, li hemberî xwe têkoşîneke pir mezin bimeşîne, fêrî azadiyê bibe mêr jî dikare xwe biguherîne. Helbet mesele ne yek bi yek guhertina mêr e, lê helbet ew jî girîng e. Divê di her du milan de jî jin xurt be. Hem karibe xwe wekî şexs pêş bixe, hem jî xwe rêxistin bike. Serokatî jî carekî jinan rexne kir û got, “Hûn nikarin mêrekî jî biguherin.” Li vir têkoşîneke rast pir girîng e.
Ev ê çawa bibe. Hûn yek bi yek behsa jinan dikin an rêxistinbûna jinan dikin, gelo mekanîzmayeke vê heye?
Hemû jî heye. Gelek şêwazên guhertina mêr hene. Lê divê em xwe di hemû aliyan de xurt bikin. Em carina dibêjin ger rêxistin hebe bes e. Lê ne bi vî rengî ye. Dema mirov bi mêr re kar dike, sekna me, tevlîbûna me, nîqaşên me pir girîng in. Kêmasî pir derdikevin. Ji bo ku dibêjin em azad in yan bi giştî mêr red dikin, dibêjin em ê biryaran xwe bi xwe bidin. Lê hinek qadan ne bi vî rengî ye. Pêwîst e em bi mêr re têbikoşin. Nikarin bi giştî red bikin. Lê carina jî em li bendê ne ku bê mêr çi bibêje li gorî wî tevdigerin, ev jî şaş e. Yanî têkoşîna bi mêr re hunerek e. Guhertin jî li ser vê esasê çêdibe. Em wek tevger hem bi mêr re hevaltiyê dikin hem jî têdikoşin. Jixwe ya zehmet jî ev e. Çawa dibe, yan tênakoşin yanî lîberal nêz dibin. Yan jî bi temamî red dikin. Ev her du jî di mêr de guhertin çênake. Ger tu lîberal nêz bibî mêr dev ji taybetmendiyên xwe yên desthilatdarî bernade. Ji ber ku tu li hev dike, rexne nakî. Yan jî dema red dike, tu nikarî hevaltiyekî bikî. Lewma qutbûn çêdibe. Karakterê mêr jî wiha ye tu çiqas hişk nêz dibe ew jî xwe hişk dike. Jin divê hem birêxistinî tevbigere, hem bi cinsê xwe re tevbigere, rêxistina xwe hebe, xwedî îrade be, nîqaşan bimeşîne, zana be. Dema tevlî jiyanê dibe karibe hem hevaltî bike hem jî têbikoşe. Ji ber ku em bi hev re li hemberî faşîzmê, pergala netewe dewlet têdikoşin. Helbet ji bo vê jî hem rêbaz, şêwe dîtin zahmet e. Hem hevaltî kirin, hem têkoşîn zehmet e.
Lê aliyekî wê wiha jî nîne; di mêr de jî rewşeke ku di cihê xwe de disekine û li bendê ye ku yek were wî biguherîne heye. Ma ev têkoşîn ne du alî ye?
Jixwe ev ji binî de şaş e lê mixabin wiha ye. Ev têkoşînek e. Jin çiqas têdikoşe divê mêr jî têbikoşe. Di nav gelê me de jî wiha ye. Gelek mêr radibin behsa hevalên jin dikin dibêjin jin wiha pêş ketiye, wiha pêşeng e, şoreşê çêdike û hwd. Lê em şexsiyeta wî binêrin mîlîmek jî guhertin tine ye. Di şekil de wiha ye. Wekî ku ev têkoşîn aîdî jina ye lê dinêrin. Lê ne wiha ye. Pêwîst e mêr jî bêje ev taybetmendiyên min taybetmendiyên desthilatdariyê ye, ev taybetmendiyên hegemonîk jinê jî mêran jî azad nake. Hegemonya çi ye? Mêr jinê tenê wekî cîns dibîne. Wekî hevala xwe nabîne. Lê divê wekî heval nêz bibe, nîqaş bike, rêz nîşan bide, wekî însan bibîne tenê wekî zayend nebîne. 5 hezar sal in mêr jinan wekî xwişka xwe hevjîna xwe, dayika xwe dîtine lê wekî însan mêze nekirine. Divê mêr jî li hemberî xwe her tim têbikoşe û xwerexne bike.
Divê şerm bike. Ji ber ku ev pergala kapîtalîst mêrekî tecawizkar ava dike. Feraseta tecawizkar ava dike. Mêr çi qas di ferqê de ye ne di ferqê de ye ev mijarekî din e lê wiha şekil dide mêr. Lewma mêr divê li hemberî jinê şerm bike, xwerexne bike û xwe rast bike. Kesekî dixwaze bibe milîtan, azad bibe, demokrat bibe divê destpêkê hemû taybetmendiyên xwe yên mêrantî biguherîne. Mesela divê jinê biçûk nebîne, wekî mirov bibîne. Lê rola jinê esas e. Divê jin jî bi zana nêzî mêr bibe. Ji bo di navbera her du cinsan de wekhevî nîne her tim şer heye. Tu carî di jiyanê de hizur namîne. Lewma divê jin jî xwe perwerde û azad bike, bi rêxistinî tevbigere. Mêr jî xwe perwerde û azad bike.
Hindek kod di mejiyê me xwe bi cih kirine. We behs kir elimandinên bi hezeran salan hene wekî ku jin kole ye, mêr jî serdest e. Îro jî di dibistanên netewe dewletan de hîna di pola yekem de ev tên fêr kirin. Di wan wêneyên di pirtûkan de jî li ser mirov bandor dike. Di pergala konfederalîzma demokratîk de ji bo hûn van ferasetan serûbin bikin hûn çi dikin?
Pergala jinê armanca xwe ya yekemîn avakirina jiyana azad e. Gelek şoreş çêbûne lê di navbera jin û mêr de hevsengiyeke azad çênebûye. Niha em îdîa dikin em dibêjin ku em ê bi rêya şoreşa jinê şoreşeke heqîqî çêbikin. Wê sosyalîzma rast jî bi rêya şoreşa çêbibe. Konfederalîzma demokratîk jî tenê ne pergalek e. Em dixwazin kesên ku di vê konfederalîzmê de cih digrin di şexsê xwe de guhertin çêbikin. Di vê pergalê de gelek rêxistin, gelek bîrdozî, feraser dikarin bi hev re bijîn. Pergala me ya netewe demokratîk jî bi vî rengî ye. Hemû gel, bawerî di pêşengiya jinê de bi hev re bijîn.
Rola Jineolojî çi ye?
Jineolojî ji xwe pêşengî dike. Jineolojî ji bo guhertina mêr û civak de pêşengî dike. Di pergalê de yek jî krîza herî mezin a zanistê ye. Zanist li gorî feraseta mêr hatiye avakirin. Em îro li dîrok, arkeolojî, sosyolojî, fîzîk hwd. mêze bikin, hemû perçe perçe bûne, jin tê de nînin. Di dîrokê de hemû zanistan jin ava kirine, îcatan jin kirine, mêr dizî ne û pergala kaptalîst ava kirine. Jineolojî rê nîşan dide; em ê jiyaneke rast çawa ava bikin, jiyaneke wekhev û azad çawa ava bikin, malbatekî altenatîf çawa ava bikin, em ê siyaseteke alternatîf çawa ava bikin. Jineolojî perspektîf dide. Di aliyê jin û gelan de pirsgirêka gel tune ye, ked dide, wêrek e, lê di milê perspektîf û şêwazê rêxistin de kêmasî dijîn.
Xebatên Jineolojî heye li ser etîmolojî. Ev jî pir girîng e di guhertina mêr de. Çanda Kurd jî ji van tiştan re pir vekirî ye. Ger em peyvan lêkolîn bikin, hemû peyv bingeha xwe ji dayikê, ji jinê digire. Lê îro em dibînin çawa hatine berevajîkirin. Peyvên ku mêr dişûxilînin pir zayendperestî ne. Wekî jin jî carina ne di ferqê de ne lê gotinên me zayendperestî derdikevin. Gelo ev jî milekî têkoşînê ya guhertina mêr e?
Erê, ziman niha zimanekî mêr e. Em niha ji bo ziman jî têdikoşin. Zimanê Kurdî, zaravayê Kirmanckî jî zimanekî jinê ye. Gotineke Kirmanckî heye, dema tu diaxivî tu dibêjî “ez ma xwe re bêjim” yanî dayika xwe re bêjim. Mesela Tirkî ne wiha ye, di Tirkî de dibêjin, “Efendime söyleyeyim”. Ew xitabî mêr dike. Lê di Kurdî de xîtabî dayik dike. Bingeha gelê Kurd li ser çanda dayik, jinê ava bûye. Ji bo guhertina mêr helbet ziravtiyên wiha jî pêwîst e.
Di serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi sedan mêr jiyana xwe ji dest dan. Me dît ku mêrên ku dixwazin xwe biguherînin, xwe anîna wê astê, yên ku bi xwe re têdikoşin hene. Mirov vê potansiyelê divê çawa bibîne û çawa biparêze?
Helbet mêrên wiha jî hene. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşmeyeke pir dîrokî ye. Cara yekemîn civak li ser esasê dirûşma jinê Jin Jiyan Azadî derdikeve kolanan. Gelek mêr tevlî çalakiyan bûn, sêdare bûn, êşkence dîtin. Ne tenê li Rojhilat û Îran li tevahî cîhanê mêr jî tevlî van çalakiyan bûn. Ev çi nîşan dide? Mêr jî êdî fêm kiriye ku heta jin azad nabe, ew ê jî azad nabin. Ev jî asta têkoşîna jin û gelan nîşan dide. Dixwazin hevaltiyeke rast bi jinê re bikin. Ger em rast nêz bibin, rast têkoşîn bikin, rêxistin bikin rê nîşanî hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn dikin ku wê çawa azad bibin. Ev jî di destê me de ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa nêzî xwe bû? Bi xwe re têkoşîneke çawa meşand? Guhertinên çawa çêkir?
Rêbazên ku em nîqaş dikin; hemû rêbaz, bîrdozî, nêzîkbûnên em behs dikin yên Rêber Apo ne. Ger tu xwe neguherînî tu nikarî bibe pêşeng. Cudabûna Serok Apo li ser esasê çi ye? Serok Apo digot “Ez her roj li hemberî xwe têdikoşim”. Mînak Serok Apo bi Fatma re zewicî. 10 sal zewicî ma û Serok Apo her tim li ser zewaca xwe dahûrandin dikir. Dahûrandina mêr û jin kir. Di şexsê xwe de çawa pergalê şikandiye, zilamtî kuştiye behs dike. Destpêkê li hemberî xwe têkoşîn meşandiye. Dibe ku mêrê desthilatdar û serwer li ser Serok Apo jî bandor kiribû lê Serok Apo têkoşîn kir. Ji ber ku evîndarê azadiyê ye. Şexsiyetên wiha pir pir kêm derdikevin. Serok Apo bi hêza xwe jiyana heyî, modela heyî red kir. Modela jina kole û mêrê desthilatdar red kir. Qutbûn jiya. Her kes nikare vî tiştî bike. Ji bo ku evîndarê jiyana azad e, evîndarê gelê xwe ye; xwe li hedefa xwe kîlît kiriye û di şexsê xwe de guhertin çêkiriye. Ji bo jin jî azad bibe, xwe rêxistin bike, pêş bikeve ewqas kar kirî ji bo kadrobûna jinê kar kir, perspektîf da, ked da. Tenê di teorî de nema. Hem di şexsê xwe de pratîkî kir hem jî partîbûn, kadrobûn, artêşbûna jinê re şênber jî ked da.