Şemî, 6 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyan bertek nîşanî qeyûman dan: Ev darbeyek eşkere ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê girtî Mêhran Behramyan darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Ayten Ozturk bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlon-Cotmeh a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Bozkurt: Eger dewlet aştiyê dixwaze divê mafên me nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Nêzîkatiya li hemberî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Hêmîn Mamend qala êrîşa li ser xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan bi daxwaza edaletê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê Polat

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdgeha Herekolê hatiye wêrankirin: Aqûbeta 63 cenazeyan ne diyar e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Arjen Yavûz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin têkildarî tundiya psîkolojîk û aborî têne agahdarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi çavê rojnamevanan êrîş û berxwedana li Şehbayê -II
Rojava

Bi çavê rojnamevanan êrîş û berxwedana li Şehbayê -II

Bi operasyona HTŞ'ê ya li se rejîma Esad re çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk jî êrîşî Şehbayê kirin. Di 1'ê Kanûnê de gel ji ber sedema ewlekariyê neçar ma ji Şehbayê koç bike. Rojnamevan Roj Denîz qala berxwedana li ser xeta Şehba-Şêrewayê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di 27’ê Mijdarê de bi operasyona Heyet Tehrîr El Şam re rejîma Sûriyeyê bi lez xwe vekişand. Li Şehbayê jî xelkê Efrînê li hemberî êrîşên çeteyan bi ruhê berxwedanê tevgeriya. Xelkê kantonê ku li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin kir, ji bo rojekê jî dest ji têkoşînê berneda. Zêdeyî 7 salan ji bo vegera li Efrînê di nava şert û mercên giran de li ber xwe da. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehbayê, ji bo ewlekariya gel di 1’ê Kanûnê de biryara vekişînê hate dayin û gel neçar ma ji Şehbayê koç bike. Rojnamevan Roj Denîz ku berxwedana li xeta Şêrewayê û şerê li herêmê ji nêz ve şopand, qala wê demê kir.

‘GEFÊN LI SER ŞÊREWAYÊ QET NEQEDIYA’

Roj Denîz bal kişand ser operasyona Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê û got, “Di operasyona li dijî rejîma Sûriyeyê de, di nava çend saetan de em bi bûyerên nû re rû bi rû man. Leşkerên Sûriyeyê bêyî ku li hemberî HTŞ’ê li ber xwe bidin dest ji çeper û alavên xwe yên leşkerî berdan. Hewl nedan xaka xwe û çeperên xwe biparêzin. Hilweşîna rejîmê bi hêsanî pêk hat. Ji ber vê yekê jî operasyon di demeke kurt de bi dawî bû.”

Roj Denîz ragihand ku piştî operasyon derbasî rojavayê Helebê hîn bi lez bû û got, “Taktîka kontrolkirina navendê ji rojava ve hate bikaranîn. Lewma 6 gundên Şêrewayê Bircqasê, kilotê, Başemrê, Zirnatê, Meyasê, gundê Mezin û Nûbûl û Zehra, li rojavayê Helebê cihên stratejîk bûn. Bi taybetî 6 gundên Şêrewayê yên piştî gundên Aqibê û Ziyaretê her tim di nava metirsiyê de bûn.”

‘LI GEL ŞERT Û MERCÊN GIRAN JÎ BERXWEDAN NESEKINÎ’

Roj Denîz bal kişand ser rabirdûya herêmê û got, “Ev 6 gund di sala 2018’an ji roja derketina ji Efrînê û vir ve di nava dorpêçê de bûn. Aliyekî xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû dorpêçkirin, aliyê din jî ji aliyê Nûbûl û Zehra ve ji aliyê rejîma Sûriyeyê hatibû dorpêçkirin. Ji ber vê yekê li van 6 gundan timî berxwedan hebû. Her tim gef û êrîş li ser wan hebû û şert û mercên xwe yên jiyanê gelekî zehmet bû. Yanî ne tenê bi operasyona HTŞ’ê re her wiha beriya wê jî di bin metirsiyê de bûn.”

Roj Denîz got, “Ji dema dagirkeriyê û vir ve me hewl dan bibin dengê xelkê Efrînê; me qala êşa wan kir, bi objektîfa xwe bûn şahid ji rondikên çavên wan re, dem hat, me kenê wan qeyd kir. Li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê me berxwedana şervanan a li Şêrewayê qeyd kir.”

Di dewama axaftina xwe de Roj Denîz got, “Haya me jê hebû ku di her demekê de divê em bi roleke cuda rabin. Ji ber vê jî min biryar da ku biçim eniya pêş. Weke min got, ev 6 gund her tim di metirsiyê de bûn, lê belê dema dawî metirsî hîn mezin bûbû. Girîngiya van gundan ji bo dewleta Tirk mezin bû, ji ber ku ji aliyê stratejîk ve wê planên wan ên leşkerî hîn xurt bikira. Bidestxistina van gundan dihate wateya dagirkirina nûbûl û Sehra.”

Roj Denîz bi bîr xist ku dewleta Tirk 7 salên dawî qet dest ji hewldanên bidestxistina van gundan berneda û got, “Lê belê bi saya berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê û gel, di nava 7 salan de dewleta Tirk nekarî bigihêje armanca xwe. Heta derketina ji Şehbayê van 6 gundan berxwedaneke mezin nîşan dan.”

Piştî ku di 27’ê Mijdarê de HTŞ’ê êrîş bir ser hedefên rejîma Sûriyeyê, hêzên rejîmê li çeperên xwe yên li Şehba, NûbÛl û Zehra qet li ber xwe neda û vekişiya. Roj Denîz anî ziman ku di vê demê de hêzên rejîmê fîşekek jî neteqand, tank, top û alavên xwe yên din ên leşkerî li pey xwe hişt û xwe vekişand.

‘NÛÇEYÊN DEREWÎN PÛÇ KIRIN’

Roj Denîz anî ziman ku piştî vekişînê tenê xelkê Şehbayê û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) man û got, “Gelek caran têkildarî valakirina Şêrewa û Til Rifetê nûçeyên derewîn hatin belavkirin. Ji bo deşîfrekirina van agahiyên nerast, em di nava gel de bûn û me jiyana nava gel qeyd dikir, ji cîhana derve re radigihand. Ya ku me bi çavên xwe didît û gotinên dewleta Tirk belav dikir gelekî ji hev cuda bûn. Li eniya pêş şervan têdikoşiyan, li eniya paş jî gel bi coşeke mezin berxwedan silav dikir û vê rewşê moral û motîvasyon bilind dikir. Vê coşê yekser bandor li şervanên li eniya pêş jî dikir.

Di van kêliyan de tirs jî belav dibû. Ji aliyekî ve dengê fîşekan dihat, li aliyê din jî coşa gel daxwaza me ya xebatê xurt dikir. Lewma em nedifikirîn ku paşve gavê biavêjin. Vê coş û moralê heta 1’ê Kanûnê bi vî rengî dewam kir. Ji bo ewlehiya gel û careke din komkujî lê neyê kirin, ji bo careke din weke Efrînê nebe, biryara vekişînê hate wergirtin.”

‘BAWERIYA XWE YA JI BO VEGERA LI WARÊ XWE QET JI DEST NEDAN’

Roj Denîz anî ziman ku dema xeta Şêrewayê û şeş gundên li derdorê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin dorpêçkirin, gelê li herêmê neçar ma ku koç bike û got, “Gelek malbatên li Şêrewayê ji ber ku derfet nedîtin nekarîn ji nava çeteyan derkevin û di bin gefeke mezin de man. Me firsend dît ku vê zor û zehmetiyê li cih bişopînin û êşa gel û berxwedana gel ji nêz ve bibînin. Xelkê Efrînê careke din neçar ma ku ji Şehbayê koç bike ku zêdeyî 7 salan lê li ber xwe da. Xelkê ku bi hêviya vegera li Efrînê têdikoşiya, piştî windahiyan careke din kete nava rewşeke zehmet lê belê ruhê xwe yê berxwedanê parast. Civak aku ji Şehbayê koç kir berê xwe da Tebqa û Reqayê, hinek ji wan jî çûn aliyê Kantona Cizîrê. li gel pêvajoya zor û zehmet moral û îradeya gel ti carî kêm nebû. Xelkê Efrînê ku hewl da xwe bi rêxistin bike, biryardariya xwe ya vegera li Efrînê ya bi berxwedanê nîşan da. Gel diyar dikir ku derketina ji Şehbayê nayê wateya qutbûna bi temamî ya ji Efrînê û ji bo jiyana xwe bi berxwedanê xurt bike, têkoşîna xwe dewam dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em çiqasî têbikoşin em ê ewqasî jî encamê bi dest bixin’
Nûçeya Pişt re Bombe li barageha leşkerî ya rejîma berê hate barandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agirbesta Xezeyê: YE’yê nerazîbûn nîşanî Hamas û Îsraîlê da

Hamasê qebûl nekir ku qonaxa destpêkê ya peymana agirbestê ya li Xezeyê were dirêjkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne

Çalakvanên li Bendava Tişrînê gotin, “Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne. An em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Meclîsê: Du rê hene, an em ê ji hev belav bibin an jî em ê bi hev re bin

Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, di çarçoveya çalakiyên 19’ê Gulanê de, der barê pêvajoya ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şehîd Xelîl Hesekê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê aqûbeta kesên hatine revandin, hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanê QSD’ê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Operasyona Ewlehiyê di roja 2’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?