Li gorî nûçeya Rojnewsˊê, li dijî bîrên petrolê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li devera Meyrokê ya Herêma Gareyê ya Başûr bi dronên xwekuj êrişek pêk hatiye.
Hate ragihandin ku 2 caran êriş li dijî bîrên petrolê pêk hatiye.
Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsil ve hatine şandin.
Di heman demê de dronên xwekuj navenda navçeya Soran a ser bi îdareya serbixwe ya Soranê hate bombekirin.
Rojnewsˊê ragihand ku cihê şûştinê yê Karwan Sera li Taxa Westa Receb hatiye hedefkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye rejîma Îranê ji êvarî ve êrişî Koye, bajarokê Rizgarî yê ser bi Hewlêr û Lûtkeya Çiyayê Berfî Mîrî ya Helebceyê kir û di van êrişan de kesek birîndar bûye.

