Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî der barê hedefgirtina hêzên hikumeta demkî ji bajarokê Mecdel re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hikumeta Şamê ya terorîst ên li gundewarê rojava bi cih bûne, berêvara îro bajarokê Mecdel 2 caran bi 2 dronan hedef girtin. Hêzan dronek xist xwarê û ya din jî li nêzî malan ket. Bi wê re hin birîndariyên sivik çêbûn. Ev êriş di çarçoveya binpêkirinên rojane yên agirbestê de tên.
Fermandariyê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya parasitna şêniyan ji gefan de bersivê didin her binpêkirinekê.

