Duşem, 5 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Huseyîn Aykol li Enqereyê merasîma bîranînê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên Apoyî ji bo Aykol: Tu yê her tim di dilê me de bî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hediye Dûman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Giştî yê berê yê HADEP’ê Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto di roja 8’an de ne: Herî kêm 17 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îlamê 4 Kurd hatin qetilkirin, 30 kes jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Helo Sûrên eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Vekirina deriyên Îmraliyê wê pêvajoyê xurtir bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê ji bo mîtînga jinan a li Enqereyê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê 3 siyasetmedarên beriya 10 salan li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çareseriya pirsgirêkên li Îranê zanebûna demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê edaleta rasteqîn pêk were, ne edaleta mêr’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurdistanî li gel rojeva jinûveavakirinê dikevin sala 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bi êrîşên li ser Elewiyan û propagandaya reş re hewl didin QSD’ê bikşînin nav şer’
Rojane

‘Bi êrîşên li ser Elewiyan û propagandaya reş re hewl didin QSD’ê bikşînin nav şer’

Celal Firat nerazîbûn nîşanî komkujiyên li hemberî Elewiyan da û got, "Bi êrişên li ser Elewiyan û propagandaya reşkirinê hewl didin QSD'ê bixin nava şer."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Guhdarî bikin

0:00 / 0:00

Piştî ku HTŞ li Sûriyeyê bû desthilatdar, komkujî û êrîşên li dijî Elewiyan zêde bûin. Êrîşên HTŞ’ê yê di bin rêveberiya Ehmed Şara de ye û çeteyên cîhadîst ên girêdayî wê, tevî bertekan jî berdewam dikin.

Çeteyên ku cesaretê ji polîtîkayên Tirkiyeyê digirin bi eşkereyî Elewiyan qetil dikin û warên wan dagir dikin. Rêveberiya HTŞ'ê li gorî Peymana 10'ê Adarê ya bi QSD'ê re îmzekiribû tevnagere, bi israr niyeta xwe ya gefxwarina li ser gelên Sûriyeyê û berdewamkirina şerê li welêt nîşan dide.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat derbarê komkujiyên HTŞ’ê de ji ANFê re axivî.

'TIRKIYE TIŞTÊN DIQEWIMIN WEKÎ MANÎPULASYONA SIYASÎ RAGIHAND’

Firat diyar kir ku desthilata Tirkiyeyê li dijî êrîşên HTŞ'ê tiştek berbiçav nekiriye û anî ziman ku daxuyaniyên Tirkiyeyê ji aliyê saziyên Elewiyan ve têr nayên dîtin û wiha got: "Di destpêka sala 2025'an de li herêmên peravên rojavayê Sûriyeyê, bi taybetî li Lazkiye û Tartûsê li dijî Elewiyan bûyarên tundiyê pêk hatin. Gelek rapor der barê komkujiya bi sedan sivîlên Elewî, hedefgirtina sîstematîk a gundan û revandina jin, zarok û pîran de derketin holê. Divê ev bûyer êdî wekî komkujî û binpêkirina mafên mirovan a giran werin nirxandin; bi rastî derdorên navneteweyî jî di vî warî de nirxandinan dikin.

Lê aliyê desthilata Tirkiyeyê tenê bi devkî êrîşên mezhebî şermezar kiriye; berevajî vê daxuyand ku divê tiştên qewimîne nebe 'manîpulasyona siyasî' an ‘amûrê siyaseta navxweyî'. Em wekî sazî û civaka Elewiyan bi eşkereyî dibêjin ku ev nêzîkatî drama mirovî ya rastîn a li qadê di bin siya xwe de dihêle, xwînrijandinê nabîne û zimanekî wijdanan rehet dike lê jiyanan rizgar nake.

Wekî welatiyekî Elewî, min bê teredût komkujiyên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir. Me gelek caran ragihand ku divê Tirkiye hêza xwe ya dîplomatîk û bandora xwe ya navneteweyî ji bo rawestandina komkujiyan bi kar bîne. Me bi israr anî ziman ku dûrxistina kêmneteweyên li herêmê ji pêvajoyên siyasî, bêparastin hiştina wan û paşguhkirina wan vê hawirdora tundiyê mezin dike.”

'RAPORÊN NY Û RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN TÊR NAKIN’

Firat bi bîr xist ku her çiqasî Neteweyên Yekbûyî û komîsyonên mafên mirovan ên serbixwe raporên binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Elewiyan weşandine jî, ev rapor têr nakin û wiha dewam kir: "Îro, Neteweyên Yekbûyî û komîsyonên mafên mirovan ên serbixwe raporên ku dibêjin ev êrîşên ku sivîlan hedef digirin binpêkirinên mafên mirovan in. Binpêkirinên ku bi taybetî civaka Elewî hedef digirin di van raporan de cih digirin. Lê mixabin, ev rapor têra rawestandina rijandina xwîna Elewiyên li Sûriyeyê nake. Her mirina tê tomarkirin, her êrîşa ku nayê rawestandin, nîşan dide ku pergala navneteweyî di ezmûna wijdanê de bi ser neketiye.

Em van bûyeran tenê wekî pirsgirêkek ewlehiyê, wekî êrîşek nefretê ya mezhebî, qetilkirina civakî û heta pêvajoyek qirkirinê pênase dikin. Dema ku em dengê xwe bilind dikin, em van komkujiyan bi trawmayên dîrokî yên ku me di demên berê de jiyane ve girêdidin. Ji ber ku ev êrîş ji bo Elewiyan ne nû ne; ji Mereşê heta Çorumê, ji Dersimê heta Sêwasê wekî zîncîrekî bîra êşê dibînin. Tiştên ku îro li Sûriyeyê diqewimin, xelekek nû ya ku nasnameya Elewiyan bi awayekî sîstematîk hedef digire û hewl tê dayîn ku ji holê were rakirin.”

'TIŞTÊN DIQEWIMIN WEKÎ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ AN REWŞEKÎ KAOSÊ NÎŞANDAN TÊRÊ NAKE'

Firat destnîşan kir ku tiştên ku diqewimin wekî şerekî navxweyî an rewşek kaosê giştî pênasekirin şaş e û wiha pê de çû: "Hin welat û hin derdor dibêjin ku ev tundî divê tenê bi nefreta mezhebî neyê ravekirin; ew balê dikişînin ser faktorên wekî valahiya desthilatdariya siyasî ya navxweyî, bandora zêde ya komên radîkal û kaosa piştî dewletê. Bêguman ev hêman hene. Lê tiştên ku diqewimin wekî 'tenê encama şerê navxweyî' an 'rewşa kaosê giştî' tên pêşkêşkirin û ev komkujî aliyê nefreta li dijî Elewiyan ji nedîtî ve tê dîtin. Ev nêzîkatî me bi kûrahî birîndar dike. 

Ji ber ku rastî li holê ye: Elewiyên hedef tên girtin; sivîlên Elewî yên tên qetilkirin in û tiştên ku tê paşguhkirin jiyana Elewiyan bi xwe ye. Ji ber vê yekê em ê bêdeng nemînin. Ji ber vê yekê, em ê israr bikin ku van komkujiyan bi awayekî rast bê binavkirin. Ji ber ku her zilma ku nav lê nayê kirin, rê li ber zilmên din vedike."

'BERTEKÊN ELEWIYÊN LI TIRKIYÊ BELAVBÛYÎ NE Û NE DOMDAR IN’

Firat qala bertekên Elewiyên li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku bertek li dijî komkujiyên li Sûriyeyê heye; lê ev bertek me giştî ne, belavbûyî ne û wiha domand: "Çalakî û daxuyaniyên nivîskî têne kirin; bertek li ser medyaya dîjîtal zêde dibin û hin sazî daxuyaniyên çapemeniyê diweşînin; wekî takekesî rewşenbîr, pîr û akademîsyenên Elewî diaxivin. Lê ev hemû bertek parçe, belavbûyî û ne domdar in. Bi dîtina min sedema bingehîn a vê yekê ew e ku civaka Elewî li Tirkiyeyê xwedî avahiyeke rêxistinî ya pir perçebûyî ye. Helbet gelek sedemên vê perçebûnê hene; lê ya herî diyar ew e ku dewletê bi rêya sazî û polîtîkayên xwe, rêxistinbûna Elewiyan bi awayekî sîstematîk belav kiriye. 

Ev rewş beşek ji pêvajoyeke asîmilasyonê ya bi zanabûn e. Ji ber vê yekê hilberandina reflekseke hevpar zehmet dibe. Maseyeke krîzê ya hevpar nayê avakirin, zimanekî hevpar nayê pêşxistin, salnameyeke hevpar nayê afirandin. Her kes diaxive; lê belê di heman demê de, ji heman cihî û bi heman hêzê nayê axaftin.Li aliyê din saziyên Elewiyan naxwazin civaka Elewî ji nû ve bibe hedef. Gelek saziyên Elewiyan bi fikarên ‘dîsa nebin hedef’ tevdigerin; ev fikar dibe sedema avakirina zimanekî ku heta gengaz be bi pîvan e, lê mixabin bêbandor e.Saziyên me yên ku têkoşînê dikin hene, lê pergal li wir jî bi awayekî çalak mudaxile dike, encama vê jî eşkere ye: Xwîna ku diherike heye, lê dengê ku bilind dibe kêm dimîne.Di tu komkujiyên Elewiyan ên li welatê me de pêvajoyên hiqûqî bi wateyeke rastîn nehatine xuyakirin. Di bin vê bêdengiyê de; bîra civakeke ku Mereş, Çorûm, Sêwas, Dêrsim û Koçgirî jiyaye heye. Ev bîr, bi metirsiyeke kûr re dijî û hesta ‘heke em pir dengê xwe derxin dê xirabtir bibe’ hîn jî xurt e. Yanê em hîn jî di erdnîgariya ku em lê dijîn de di nava metirsiyê de jiyana xwe didomînin, ji ber ku dewlet zimanekî ku navê komkujiyan bi eşkere datîne bikar nayîne, Elewî piranî tenê bi zimanê baweriyê û bi pîvaneke sînordar jî bi zimanê mafan dikarin li dijî vê nemafiyê derkevin.” 

‘ÊRÎŞÊN LI SER ELEWIYAN DIKARIN WEKÎ AMÛREKE JI BO KIŞANDINA QSD’Ê NAVA ŞER JÎ WERIN NIRXANDIN’ 

Firat bal kişand ser wê yekê ku êrîşên li ser Elewiyan û bertekên li dijî daxwaza federasyonê ya civaka Elewî, dibe ku ji aliyekî ve wekî planek ji bo kişandina QSD’ê bo nav şer be û wiha got: “Êrîşên li ser daxwaza federasyon yan jî otonomiya Elewiyan û hedefgirtina sîstematîk, îro bi zelalî tê dîtin ku dikare wekî amûrekê ji bo kişandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji nû ve nav şer were nirxandin. Lê belê ne gengaz e ku ev tablo tenê bi sernavekê were ravekirin. Ya ku diqewime beşek ji senaryoyeke jeopolîtîk a pir firehtir, piralî û xeternak e. Pêşî divê mirov vê xalê bi zelalî destnîşan bike: Daxwazên ku civaka Elewî di çarçoveya Sûriyeyê de tîne ziman; ne daxwaza dewleteke cuda ye. Qet ne projeyek çekdarî yan jî lêgerîna desthilatdariyeke mezhebî ye. Daxwaza Elewiyan gelekî eşkere ye: Ewlekariya can, mafê rêveberiya herêmî, nunertiya siyasî û parastina hebûna kolektîf. Ev daxwaz bi têgehên wekî federasyon, otonomî yan jî rêveberiya cihî tên îfadekirin, ji ber ku êşên hatine jiyîn tu garantiyeke din nehiştiye.” 

‘DAXWAZÊN ELEWIYAN LI DIJÎ TÊGIHIŞTINA RÊVEBERIYA HTŞ’Ê NE’ 

Firat qala sedemên êrîşeke komkujî ya bi israr li ser van daxwazên Elewiyan jî kir û anî ziman ku daxwazên Elewiyan îro li dijî şêwazê rêveberiya ku HTŞ dixwaze ye û wisa domand:  “Nexwe ev daxwazên ewqas rewa û ewqas mirovî çima bi vî rengî dijwar dibin hedef? Ji ber ku ev daxwaz; li dijî xeyala ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya ji yek navendê û bi yek nasnameyê ne. Serweriya qadê ya bêzagon a komên çekdar sînor dikin. Zemînê hêzên radîkal û mezhebperest ê ji bo mobilîzekirina civakê xira dikin. Tam ji ber vê yekê ye ku daxwazên mafan ên Elewiyan bi awayekî bi zanebûn bi pêvekên wekî ‘cudaxwazî’, ‘provokasyon’ yan jî ‘plana biyanî’ tên krîmînalîzekirin.”

‘BI ÊRÎŞÊN LI SER DAXWAZA FEDERASYONA ELEWIYAN TÊ XWESTIN KU KURD BÊN KIŞANDIN NAVA ŞER’

Celal Fırat diyar kir ku helwesta QSD’ê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û bal kişand ser wê yekê ku bi propagandaya reş a li ser daxwaza federasyonê ya Elewiyan tê xwestin ku QSD'ê bikşînin nava şer û wiha dewam kir: “Di vê xalê de pozîsyona QSD’ê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. QSD îro di nava hevsengiyeke agirbestê ya nazik de û di pozîsyoneke tengav de di navbera DYA, Rûsya, Tirkiye û Şamê de ye. QSD di hevkêşeyekê de ye ku heke ber bi eniyeke nû ve were neçarkirin dê bibe sedema pevçûneke pir-aktorî.

Bi êrîşên li ser Elewiyan re gotina ‘federasyon’ bi vî zimanê propagandê tê belavkirin: ‘Binêrin, perçebûneke nû tê. Binêrin, xeteke otonom a nû tê avakirin. Nexwe destwerdana çekdarî rewa ye.’

Ev ziman tenê Elewiyan nake armanc; di heman demê de zemînekê diafirîne ku QSD’ê jî bêyî ku bixwaze bike alî û şer ji nû ve rewa bike. Divê mirov vê bi eşkereyî bibêje: Heta niha peywendiyeke organîk a Elewiyan bi QSD’ê re tune bû. Lê niha bi zelalî tê dîtin ku berdêla neafirandina vê yekê bi giranî didin. Lê belê bi stratejiyeke bi zanabûn ev her du sernav li ser hev tên siwarkirin. Armanc zelal e: Daxwaza Elewiyan bi hebûna leşkerî ya Kurdan re bike yek û bi vî rengî têgihiştina gefê biafirîne û destwerdanên çekdarî rewa bike.”

‘ÊRÎŞÊN KU TÊN JIYÎN BERHEMA YÊN KU LI SÛRIYEYÊ DESHTILATDARIYEKE PIRALÎ NAXWAZIN E’

Celal Firat bal kişand ser wê yekê ku êrîşên komkujî û rageşiya ku diqewime dikeve xizmeta kesên ku naxwazin li Sûriyeyê pêşerojeke pirnasnameyî û piralî were avakirin û gotinên xwe wisa bi dawî kir: “Ev rageşî dikeve xizmeta kîjan alî? Dikeve xizmeta komên çekdar ên radîkal, a kesên ku têgihiştina rejîma navendîparêz diparêzin û aktorên herêmî yên ku naxwazin li Sûriyeyê pêşerojeke pirnasnameyî û piralî were avakirin. Ji ber ku dema QSD were kişandin nava şer aramî xira dibe; Elewî wekî ‘pirsgirêka ewlehiyê’ tên pêşkêşkirin, daxwazên wan ên mafan tên tepisandin.

Xala herî xeternak jî ev e: Mafê jiyanê yê Elewiyan, ewlekariya can û daxwaza hemwelatiya wekhev, bi awayekî bi zanebûn wekî gefeke leşkerî tê nîşandan. Ev nêzîkatî ne tenê Elewiyan; Kurdan, Durziyan, Xiristiyanan û hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê dike armanc û siyaseteke tarî mezin dike.

Em li dijî vê derdikevin; ji ber ku Elewî şer naxwazin. Elewî desthilatdariyê naxwazin. Elewî tenê dixwazin bijîn, hebin û li ser çarenûsa xwe xwedî gotin bin. Û ev daxwaz ne sûc e ne jî gef e; berovajî vê, yekane zemîna rastîn a aştî û jiyana bi hev re ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Aştiyê Hediye Dûman hate veşartin
Nûçeya Pişt re Ji girtiyên Apoyî ji bo Aykol: Tu yê her tim di dilê me de bî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Qamişloyê 2 cangoriyên xwe spartin axê

Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan spartin axê. Şêniyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Fûad Bêrîtan: KODAR û PJAK stûnên sereke yên têkoşîna rojhilatê Kurdistanê ne

Fûad Bêrîtan got, "KODAR û PJAK stûnên sereke yên têkoşîna li rojhilatê Kurdistanê ne û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo Huseyîn Aykol li Enqereyê merasîma bîranînê tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRD’ê ji bo rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 2’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî ji bo Aykol: Tu yê her tim di dilê me de bî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?