Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Jin

Li Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

Jinan, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran hatin gel hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li gelek bajaran hatin gel hev û çalakî li dar xistin. 

Jinên ku li bajarokê Deşta Darê yê navçeya Hezex a Şirnexê hatin gel hev, di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de şitil danîn. Çalakî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Deşta Darê ve hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Çalakî li avahiya şaredariyê dest pê kir û jin bi cil û bergên Kurdî tevlî bûn. Di çalakiyê de jinan goveng gerand û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8’ê Adarê” berz kirin. Jinan, li dijî talan û texrîbata ekolojîk di têketina bajarokê de şitil danîn. Piştre jî jin li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di çalakiyê de bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan û tecrîda li ser Rêber Apo û got ku dê li dijî vê têbikoşin. 

Di çalakiyê de jinan banga tevlibûna çalakiya ku dê di 7’ê Adarê de li Silopiyayê bê lidarxistin kirin. 

Çalakî, bi gerandina govendê û tililiyan bi dawî bû. 

BEDLÎS

TJA’yê li navçeya Tetwan a Bêdlîsê jî li ber golê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê da. Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara Tetwanê, Meclisa Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Em li dijî komkujiya jinan serî radikin, em ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hilgirtin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Tetwanê Nûrdan Îlbasan metna daxuyaniyê xwend. Nûrdan Îlbasan, got: “Berxwedana ku jinên kedkar ên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê dan destpêkirin, ji bo keda wekhev daxwaza mûçeyên wekhev kirin, îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi keda bi hezaran jinan ji Clara heta Rosayê hatiye afirandin, rêya jinên Kurd jî ronî dike. Me ev kevneşopiya berxwedanê ya ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye parzûnkirin û koka wê heta neolîtîkê ye, kiriye yek.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û çepikan bi dawî bû.

RIHA 

Li navçeya Sêwereg a Rihayê jî bi boneya 8’ê Adarê bi pêşengtiya TJA’yê meş hat lidarxistin. Gelek jin tevlî meşê bûn. Meş, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir û heta Qada Kanlikuyuyê domiya. Jin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî bûn û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di meşê de pankarta “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiye ve ye” û dovîzên “Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve em aştiyê birêxistin dikin” û “Li dijî tundiya mêr dewletê em di serhildanê de ne” hatin hilgirtin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû li vir axivî û dîrokçeya 8’ê Adarê vegot. Sema Aîşeoglû got ku bedelên hatine dayin rêya jinan ronî dikin. 

Li ser navê TJA’yê jî Selma Ayabe daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê didomin. Selma Ayabe, got ku weke jinên Kurd dê di çarçoveya hevjiyana azad de malbatê demokratîk bikin û jiyaneke nû ava bikin. Selma Ayabe, got: “Ji bo vê jî em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştevanî û berxwedanê mezin bikin. Heta ku li vê xakê aştiyeke birûmet tê avakirin û rêxistiniya me vediguhere azadiyê em ê li qadan bin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hîmalaya aşût: Zêdeyî 40 karker winda ne
Nûçeya Pişt re Akademiya Jineolojiyê wê konferansa li dijî zayendperestiyê li dar bixe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bernê panela li ser ‘krîza avhewayê ya global û talana ekolojîk a li Kurdistanê’

Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistanê li Ewropayê (Tev-Ekko) û Greva Avhewayê ya Swîsreyê (Klima Streik) li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê 73 kesên din hatin kuştin

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser herêmeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?