Gerîlaya YJA Starê Zozan Ayaz (Berçem Berxwedan), di 13’ê Hezîrana sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de şehîd bû. Ji bo Zozan Ayazê li Taxa Mamedalan a navçeya Qelqelî ya Wanê merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.
Bi sedan kes çûn serdana merasîma sersaxiyê. Destûr nehate dayin ku konê sersaxiyê li mala şînê ya taxê ku xelkê taxê bi derfetên xwe ava kiribû were danîn. Li ser vê yekê malbatê li baxçeyê malê kona sersaxiyê danî. Merasîma sersaxiyê ku du roj berê hatibû lidarxistin, îro bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		