Li Haîtiyê hikumet dike nake nikare çeteyan kontrol bike. Dawiya hefteyê li taxa Cite Soleilê ya Haîtiyê 110 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku serçeteyekî got ‘sêhr li zarokê wî hatiye kirin’ û bi vê îdîayê êrîşî mirovên extiyar kir.
Di encamê de jî 110 kesên ku temamiya wan di ser 60 salî re bûn hatin kuştin.
Li herêma Cite Soleilê, serçeteyê çeteya Wharf Jeremi, Monîl Felîx, piştî ku zarokê wî nexweş ket, ferman da endamên çeteyê ku mirovên extiyar bikujin.
Felîx diyar kir ku rahîb Voodoo jê re gotiye, ku mirovên exityar bikuje. Endamên çeteyê jî 110 mirovên extiyar bi kêrê kuştin.