Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2’ê Tîrmeha 1979’an derbasî Kobanê bû. Di nirxandinên xwe yên piştre de gotibû, “Li Tirkiyeyê di pêvajoya darbeya 12’ê Îlonê de du rê hebûn; ya biçûya derveyî welat, yan jî ji bo çend mehan an jî salekê li çiyê berxwedana rûmetê bihata meşandin. Girtina Şahîn Donmez û Yildirim Merkît û teslîmiyeta wan, daxwazên Kesîre di 2’ê Tîrmeha 1979’an de hîcreta ber bi Rojhilata Navîn ve misoger kir. Li ser rêya Hz. Îbrahîm careke din ji Rihayê weke yekî Rihayî ji bo armancên pîroz, li pey edaletê, ji bo wekhevî û azadiyê rêwîtiya ber bi diyarekî din ê pîroz destpê dikir.”
Abdullah Ocalan ji Ethem Akcan re got, divê amadekariyên derveyî welat bike û bi vê yekê re rêwîtiya Kenan piştî amadekariya ji 40 rojî destpê kir. Abdullah Ocalan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de bi Mehmet Saît (Ethem Akcan) derbasî bajarê Kobanê yê Rojava bû. Nêzî 2 mehan li Kobanê ma. Dema ku li Kobanê bû, bandoreke mezin li ferdên wan malbatan kir ku bi wan re ma. Yek ji wan jî Omer Elûş bû ku sala 1971’ê ji dayik bû.
Omer Elûş qala wan rojan kir: “Komên ku Rêbertî dişand Rojava ji aliyê pismamê min Enver Elûş ve dihatin pêşwazîkirin. Di nava yên destpêkê de pismamê bavê min Mehmet Saît yanî Ethem Akcan hebû. Enver li Stenbolê li Fakulteya Tipê dixwend. Di sala 1975’an de çûbû Stenbolê. Di sala 1976’an de bavê wî wefat kir û neçar ma vegere. Ethem timî diçû Pirsûsê. Koma destpêkê ya ji Bakurê Kurdistanê di sala 1978’an de anî mala me. Di sala 1979’an de Rêbertî anî. Piştî koma destpêkê ji bo Rêbertî gotibû, ‘Pismam, ez ê mirovekî din ê hêja bînim’.
Enver ji ber ku li Stenbolê xwend, haya wî ji şert û mercên Tirkiyeyê hebû, texmîn dikir ku wê çi biqewime. Got, ‘Te komek anî, ya duyemîn jî bîne’. Hemû ferdên malbatê zanîbûn ku kom anîn mala me. Ethem Rêbertî anî. Lê belê me nizanîbû bê kî ye, ji ku derê hatiye. Ji xwe me nizanîbû ku Rêbertî ye. Navê wî jî Alî Firat bû. Ji xwe gotina ‘Ez ê yekî hêja bînim’ ya Ethem di bîra me de mabû.
Enver timî malbat hişyar dikir û digot, ‘Divê haya kesî ji Alî Firat tine be’. Dema ku ferdên malbatê jî li mala me kom dibû Enver gelekî bi baldarî tevdigeriya, ji bo Rêbertî ji deng aciz nebe timî hişyarî dida. Piştî demekê pirsgirêkên tenduristiyê yên apê bavê min giran bûn, ku dibe ku wefat bikira. Lewma diviyabû me Rêbertî ji malê derxistibûna. Ji ber ku eger wefat kiribûya wê hatin û çûna mirovan zêde bibûya, ev yek jî wê ji bo ewlekariya Rêbertî bibûya pirsgirêk. ji ber vê jî ew birin mala xwişka Enver Hemîde. Omer hevserê Hemîde jî keya bû. Bi vî rengî Rêbertî nêzî 38, 40 rojan li Kobanê ma. Piştre jî Rêbertî birin mala xwişka Enver a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.”
Omer Elûş li ser hestên xwe yên têkildarî wê demê got, “Wê demê biçûk bûm. Ji xwe kesî pê nizanîbû, nizanîbû Rêbertî ye. Ji Rêbertî re digotin Alî Firat. Nepenîtî esas bû. Hîn di temenê xwe yê biçûk de jî me zanîbûn ku cuda ye. Di nava malbatê de jê re digotin ‘yekî hêja’. Me nizanîbû kî kî ye. Min timî ji kalkê xwe dipirsî bê ev kî ne. Kalkê min digot, ‘Yên ku ji bo hilanîna tola pitikên di zikê dayika xwe de hatin qetilkirin, yên ku ji bo hilanîna tola zilmê rabûne’. Ji ber van gotinan, her yek ji wan li ber çavê me mezin dibûn. Ji ber ku ji liv û tevgera wan diyar bû. Piştî ku çû Şamê me fêhm kir ku Rêbertî ye.
Rêbertî ji malbata me bawer dikir, qîmet dida. Dema ku dihat Helebê malbat kom dikir, sohbet dikir. Ez jî diçûm. Bêguman min ji gotinên wî fêhm nedikir. Yekane tişta ku min dikir ew bû ku li nêzî Rêbertî bim. Ji ber vê jî li herî pêş rûdiniştim, min tenê li Rêbertî temaşe dikir. Dema ku diket hundir me silav dida hev. Dema ku ji gel me diçû jî em hembêz dikir. Kesên ku nirxandinên Rêbertî fêhm dikirin zû diguherîn. Yên ku diçûn gel Rêbertî dibûn mirovên cuda. Rêbertî gelekî li paşerojê difikirî. Gelekî bi dîsîplîn bû. Pêşdîtî bû. Hesabê zirav dikir û li gorî wê tevdigeriya. Ti carî bê plan tevnedigeriya. Diyar bû ku kîjan saetê çi bike. Hatina Rêbertî ya li Kobanê bû sedema destpêkirina guherîna civakî.”
‘CÎHAN LI SER PARADÎGMAYA RÊBERTÎ NÎQAŞÊ DIKE’
Omer Elûş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “CPT li gorî wezîfe û berpirsyariyên xwe tevnagere. Hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Dewleta Tirk ji bo tinekirina paradîgmaya Rêbertî çi ji dest tê dike. Ji bo vê jî dikare xaka xwe bi her bihostê bifiroşe, xiyanetê li gel bike. Lê belê wê bi tecrîdkirina Rêbertî nikaribe bigihêje armancên xwe. Îro her kes ji bo Rêbertî li ser piyan e, li qadan e. Cîhan paradîgmaya Rêbertî dixwîne, nîqaş dike.”