Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara xweparastinê de xwe rêxistin dikin û vîna parastina xaka xwe xurt dikin. Em bi Endamê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hisên Ramazan Mihemed re li ser xebatên HPC’ê û awayê birêxistinkirina gel axivîn.
DI NAVA HEVGIRTINÊ DE NE
Hisên Ramazan Mihemed nêrînên xwe yên der barê hêzên parastinê û xweparastinê de wiha anî ziman: “Dema ku mijara xweparastinê tê nîqaşkirin, HPC ku hêza xweparastinê ya gel e, toreke hevgirtin û ewlehiyê di nava civakê de ava dike û bi komun û meclîsan xwe birêxistin dike. Di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de HPC weke hêza parastinê hebûna xwe didomîne û hêza xwe ya manewî ji rêxistinbûna gel digire. Ji bilî xweparastinê, ev pêkhate bi piştgirîkirina zarokên xwe yanî bi hêzên leşkerî re di nava hevgirtinê de ye.
AX Û CIVAKA XWE DIPARÊZIN
Têgihîştina HPC’ê ya parastinê tenê bi rêbazên leşkerî ve sînordar nîne; ji bo vîna parastina ax û civakên xwe şêwazeke rêxistinî ya berfirehtir dixwaze. Kesên ji pîşeyên cuda yên wek esnaf û bijîşk bi kar û barên xwe re ewlehiya tax û gundên xwe dikin. Ev kes bi rêya rêxistinên sivîl ên girêdayî wan bi avakirina tîm û koman erkên xweparastinê yên madî û manewî pêk tînin.
Rêxistinbûna hevpar a gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Asûrî nîşaneya şênber a vîna wan a parastina xaka xwe ye. Ev hevgirtin ne tenê ewlekariya fizîkî misoger dike, di heman demê de tê wateya ku civakên cuda li hev kom dibin û yekitiya hêzê pêk tînin.”
‘NIRXÊN CIVAKÊ TÊN PARASTIN’
Hisên Ramazan Mihemed da zanîn ku endamên HPC-HPC Jin ên li bajar, gund û taxan tên rêxistinkirin li gorî pêwîstiyê perwerdeyê dibînin û got: “Hem di perwerdehiya leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de giranî li ser perwerdehiya kesayetî tê dayîn. Di perwerdeyên ku mirov hev perwerde dikin de yek ji armanca sereke di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de têkbirina polîtîkayên dijmin e.
Mafê gel ê xweparastinê heye. Mafê herî xwezayî yê gel e ku li hemberî êrîşên dagirkeran xwe biparêzin û bi rêbazên cuda bersivê bide. Kesên ku xweparastinê dikin ne hewceye li eniya herî pêş bin, biryara çûna eniyê ya ferdî ye. Lê misogerkirina xweparastina gel ji nan û avê girîngtir e. Xweparastin biryareke ku kes bi vîna xwe ya azad dikare bide. Her zindiyek xweparastinê peyda dike û her yek xwedî rêbazek cûda ye. Mirov bi rêxistinbûyîna xwe parastina kes, civak û axa xwe misoger dike. Xweparastin; Ji bo parastina ax, ziman, hebûna xwe û bilindkirina nirxên civakê ye.”
‘JI BO PARASTINA DESTKETIYAN XWEPARASTIN ŞER E’
Hisên Ramazan Mihemed da zanîn ku hêzên xweparastinê ji taxên xwe heta kolan, gund û bajarên xwe diparêzin û wiha domand: “Parastina ewlehiyê û piştgirîkirina şervanên eniyê peywir û erka xweparastinê ye. Her wiha di dema pêwîst de bi sekna li kêleka şervanan xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê girîng e.
Berxwedana mezin a ku ji sala 2012’an û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, şoreşek ku li cîhanê deng veda afirand. Avakirina vê şoreşê di dorhêla pevçûnên domdar de bi pêş ket. Ji bo avakirina şoreşê û parastina destketiyan xweparastin esas e. Şoreşeke bêyî xweparastinê mehkûmî tinebûnê ye. Her wiha xweparastin ji paradîgmaya netewteya demokratîk cêda nayê destgirtin, ji bo gelan jî avakirina jiyana hevpar e; têkoşîna 50 salan bêyî xweparastinê nekarîbû bigihije van rojan. Lewma xweparastin rehê jiyana me ye.”
‘XWEPARASTIN BI RÊXISTINÊ TÊ KIRIN’
Hisên Ramazan Mihemed anî ziman ku wan bi xweparastinê polîtîkayên şerê taybet bêbandor kirin û got: “Dema ku mijar dibe xweparastinê, yekem tişta ku tê bîra mirov rêxistinbûn e. Kesên rêxistinkirî bêyî ku guh bidin polîtîkayên şerê taybet dikarin dibin xwedî însiyatîfa parastinê. Bi vî awayî moral û motîvasyona wan xurt dibe. Dema têkoşîn watedar bibe, xweparastin xurtir dibe. Kesên ku dizanin ji bo çi têdikoşin û çi diparêzin bi awayekî xweser xwe birêxistin dikin û hevgirtinê nîşan didin.
‘GEL DI FERQA SERDEMA KRÎTÎK DE YE’
Îro civak di ferqa şerê hebûn û tinebûnê de ne. Civaka ku hebûna wê di xetereyê de ye, ji bo piştgiriya hêza xwe ya leşkerî bike, weke bertekek xwezayî xwe diparêze û dikeve nva liv û tevgerê.. Ji serdema sala 2012’an û vir ve bedelên ku tên dayîn watedar dibin, civak di ferqa qonaxa krîtîk de ne. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo berfirehkirina destketiyan dibe armancek bingehîn. Dizanim ku bêyî Şerê Gel ê Şoreşgerî nikarin serkef tinê bi dest bixin, lewma li gorî şêwaza Şerê Gel ê Şoreşger xwe bi rêxistin dikin.
‘LI HER KOLANE HEZÊN XWE PARASTINÊ HENE’
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî xwe dispêrin hêza xwe û tirsa xwe derbas dikin. Dizanin ku yên ne xwediyê hêza xwe ne, wê têk biçin; ew jî dizanin ku parastin ne pêkan e û bêyî hebûna hêza leşkerî têkoşîn pêş nakeve. Ji ber vê sedemê fêmkirine ku hem hêza leşkerî hem jî kesayeta xwe divê li gorî leşkerî bin. Di vê çarçoveyê de li her kolanê mirov dikare hêzên xweparastinê bibîne. Ji 7 salî heta 70 salê her kes parastina mal û taxên xwe dike, di ketina gundan de jî bi awayekî rêxistinî ne. Ew karên wek kontrolkirina nasnameyan û lêgerîna li ser kesan dikin da ku nehêlin dijmin derbasî gundên wan bibin. Têgihîştina wan ji xweparastinê ronîkirina biryardariya gel e ji bo parastina ewlehiya xwe û parastina jiyana xwe ya hevpar e.”
‘RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ TÎNE BÎRA ME’
Hisên Ramazan Mihemed diyar kir ku di meha dawî de gel li her gund û bajaran bi ruhê seferberiyê xwe birêxistin kirin û wiha pê de çû: “Eger gelê me rêxistinbûyî û hişyar nebûya, wê daxuyaniyên hevpar ên watedar pêk nehata. Lê ev tenê bi peyvan re sînorkirî nema; her kes beşdarî pêvajoyê bû.
Ji ciwan heta mezinan her kes bi ruhê seferberiyê berpirsyarî girt ser xwe. Ev dîmen, hest û daxuyaniyên fedaî yên gel ruhê berxwedana Kobanê tîne bîra me. Çawa ku di wan salan de gel seferber bû, îro jî tê dîtin ku bi heman ruhî beşdarî pêvajoyê dibin. Ya rastî niha gavên wêrektir tên avêtin û nêzîkatiyeke fedakartir tê nîşandan. Gel ji bilî serketinê ti encameke din naxwaze. Ji ber vê yekê dibêjin ‘Dem dema me ye; dema azadiyê ye’.
JI DÊRÎKÊ HETA DÊRAZORÊ GEL RÊXISTINKIRÎ YE
Ji Dêrikê heta Dêrazorê rêxistineke berfireh heye; ev rêje ji sedî heştê derbas dibe. Gelê me ji bo parastina axa xwe amade ye. Dayik û bavên 70 salî jî diyar dikin ku bi vîna xwe tevlî vê têkoşînê bûne. Nifşê ciwan tekez dikin ku ew ji dayîna berdêlê re amade ne. Ev hevgirtin û vîn nîşaneya herî berbiçav a têkoşîna azadî û hebûna gelê me ye.