Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, der barê Pêşnûmeya Budçeya Navendî ya 2025’an de ku nîqaşên wê li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê kir axivî.
Bakirhan diyar kir ku li Sûriyeyê firsend heye ku derbasî serdemeke nû bibe û ne bi hestên kîn, hêrs û tolhildanê, dem hatiye ku li ser bingeha avakirina sîstemeke demokratîk tevbigerin.
Bakirhan anî ziman ku divê pevçûn rawestin û got, “Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku polîtîkaya aştî û çareseriyê ya li Sûriyeyê bi cih bîne û bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikeve nava diyalogê.”
Bakirhan ev tişt gotin:
“Dema em li butçeya sala 2025’an dinêrin, para ku ji budçeya ji bo Alîkarî û Piştevaniya Civakî hatiye veqetandin 651 milyar TL ye, para ku tenê ji faîzê re hatiye veqetandin 3 qat vê ye, ango 1 trîlyon 950 milyar TL ye. Hûn nikarin bibêjin ev bûdce bûdceya feqîr, karker, jin, kedkar, karmend û hwd. ne.
‘XIZMTIYA BI KURDAN RE WÊ BIDE QEZENCKIRIN’
Bi Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê dijîn re ne dijminatî, xizmtî dide qezenckirin. Di pêvajoyeke ku hevsengiya siyasî li Sûriyê ji nû ve ava bibe, diyaloga bi Kurdan re bêguman wê sûdeke mezin ji Tirkiyeyê re bîne. Tirkiye bi polîtîkayên aştiyane yên ku wê bişopîne dikare li Rojhilata Navîn bibe mînak. Kurdên li derveyî sînorên Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê ne gef in, ji bo aştiyê firsendin. Divê Komara Tirkiyeyê vê yekê binirxîne. Înkar û dûrxistin nabe siyaset û divê nebe jî. Ji bo misogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn tifaqeke herêmî û têkiliyên civakî, aborî û çandî girîng e. Em amade ne ku her cure piştgirî bidin gavên ku hikûmetê di vî warî de bavêje.
Kurdan di van 20 salên dawî de ji bo çareseriya demokratîk bi giştî 12 çareserî û nexşerê pêşkêş kirine. Daxuyaniya Çareseriya Demokratîk, Di Pirsgirêka Kurd de Dubendiya Çareserî û Neçareseriyê, Çareserî û Aştiya Demokratîk, Hewldana Aştiyê ya Mezin, Komeleya Azad û Tevgera Aştiyê, Plana Aştiyê, Qanûna Aştiya Civakî û Beşdariya Demokratîk, Nexşeya Rêya Aştiyê, Nexşeya Rê û Rizgariya Demokratîk û Pêvajoya Jiyana Azad. Ev mijar projeyên çareseriyê ne. Ev hemû ji bo çareseriya krîzên niha ne. Hemû jî di arşîvên dewletê de hene. Mixabin ev derfetên çareseriyê nehatin nirxandin. Ew jî li ber çavan nehat girtin. Berevajî vê, raporên tepisandinê hatin amadekirin ku pirsgirêka Kurd ber bi xitimandinê ve bir.
Ma hûn alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd in? Ma thûn ne alîgirin? Gelên Tirkiyeyê bi rastî ji vê yekê meraq dikin.”
’12 SIVÎL HATIN QETILKIRIN’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogllari jî diyar kir ku Rojhilata Navîn li gorî geşedanên li Sûriyeyê ji nû ve tê dîzaynkirin û got, “Armancên dawî yên şerên li Rojhilata Navîn diqewimin diyar in. Armanc; ji bo bêbandorkirina Îranê, eger ew bikarin wê bikşînin nav şer, Rûsya sînordar bikin, projeya Rêya Kemberê ya Çînê bloke bikin. Di encama van hemûyan de; ji bo astengkirina xeta Asya-Pasîfîkê û ger hewce bike, di vê wateyê de şer mezin bike. Ev hemû armanca wan e.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ev geşedan bandorê li Tirkiyeyê jî dike û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku ev geşedanên li Sûriyeyê di nav de Îran jî di nav de şert û mercên şerekî mezin afirand. Pêwîst e bê gotin ku li ser mijarê xebateke taybet tê kirin. Divê em van planan li ber çavan bigrin. Divê em geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê weke derî li şerekî mezintir tê vekirin binirxînin. Em dizanin ku El Qaîde, El Nûsra û dûvikê wan HTŞ ê li Sûriyeyê jî di nav de gelek rêxistinên mezin û biçûk ji vir derketine.
Ev rêxistin careke din derketine ser dikê. Ev rêxistina çete ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, niha li Sûriyeyê li dijî Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê tên bikaranîn. Xerabiya herî mezin a vê hikûmetê li Tirkiye û herêmê kiriye; berdewamkirina xitimandina pirsgirêka Kurd, li pey xeyalên Osmaniya nû ketine.
Bila gelê Kurd cîranê me be yan DAIŞ û rêxistinên mîna wan?
Divê destwerdanên komên çete yên li hin herêman demildest bi dawî bibin. Divê gelên Sûriyeyê li ser bingeheke demokratîk çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin û beşdarî pêvajoya çêkirina destûra bingehîn a demokratîk bibin. Divê demildest destwerdanên derve bi dawî bibin. Nûçeyên ku îro hatin weşandin de li Eyn Îsayê 12 welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok bûn ji aliyê balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Minbic bi rojan tê bombekirin.
Cihên ku sivîl lê ne tên bombekirin. Li nava Tirkiyeyê dibêjin aştî, lê êrîşî Minbicê, Eyn Îsa, Tel Rifatê bikin. Cîhaneke wiha tuneye. Divê Hêzên Çekdar ên Tirk dawî li êrîşên xwe bînin. Divê statûya Kurdan teqez bê naskirin.
Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî “qedexekirina” dirûşma “Jin jiyan azadî” da û wê kêliyê mîkrofonê wê hate girtin.