TÎGEM ku xwedî 1 milyon 633 hezar dekar zeviyan e, destûrê nade înşaet û bikaranîna zeviyên li gundên cîran û bi vî rengî koçberiyê li gundiyên derdorê ferz dike. Yek ji deverên ku herî zêde mexdûrê vê rewşê ne Serêkaniyê ye.
Li herêmê herî dawî avahiya 30 salan a ku Hayrettîn Vûral ê ji gundê Şêxanî weke axur bi kar dianî, bi hinceta sererastkirinê hate hilweşandin. Vûral piştî hilweşandinê axivî û got, “Dema ku hatim cihê bûyerê, tiştekî ku karibim bikim nema bû. Min tenê lê temaşe kir, bê çawa çavkaniya min a xwedîkirinê ji min hate standin.”
Li gundê Berxê jî malên Halefî Beyaz, Îlhan Beyaz, Bûrhan Beyaz û Mehmet Beyaz, axurên Mehmet Sînan Beyaz û Mûstafa Beyaz bi heman hincetê hatin hilweşandin. Erdal Beyaz, Bûrhan Beyaz, Tahîr Alkoyûn, Hecî Karataş, Osman Yarici û Salîh Akkoyûn ku di dema hilweşandinê de li ber vê yekê rabûn, bi lêdanê hatin binçavkirin.
Halefî Beyaz têkildarî bûyerê daxuyanî da û anî ziman ku li ser wan tê ferzkirin ku ew ji gundê xwe yê 200 salî koç bikin. Halefî Beyaz got, “Nehiştin ku em derî û paceyan jî jê bikin. Di nava nîv saetê de keda me ya bi salan, xaniyê me hilweşandin.”
Gundiyan her wiha diyar kirin ku ekîban ji wan re gotine, “Em li benda fermanê ne Dema ferman hat em ê we ji gund derxînin.”