În, 9 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Li Sûriyê polîtîkaya diyalogê bişopînin, ne ya rageşiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê banga ‘piştevaniya bi Rojava re mezin bikin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Eger aştî bibe em ê karibin gundê xwe jinûve ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahîn: Gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûna demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bi saya şehîdên me bendav bi ser ket’
Rojava

‘Bi saya şehîdên me bendav bi ser ket’

Endamên tîma tenduristiyê û tîma ceyranê ku di encama êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bendava Tişrînê de gelek hevalên wan şehîd bûn, gotin ku ew bi saya hevrêyên wan ên şehîd bi ser ketine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li ser Bendava Tişrînê bi dehan çîrok di nava korkên kalemêran de veşartî ne, çîrokên lehengiyê ku bi xwe re hebûna diafirînin, tên nivîsandin. Vê carê jî çîroka xalê Osman, Omer, Mahir û Kurdo ye ku di nava tîma ceyran û tenduristiyê de kar dikirin ku û di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, şehîd dibin.

Hevalê Şehîd Osman Fehid Mihemed qala çîroka xwe dike û dibêje: ‘’Piştî hilweşandina rêjîma Sûriyeyê, çeyetan berê êrîşên xwe dan Bendava Tişrînê. Ceyran, bi giştî li ser Kantona Firatê hatibû qutkirin û ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendavê ne nedikarî em biçin bendavê. Di 28`ê Kanûnê de em weke ekîbeke ceyranê ji bo ku em ceyranê çêkin û berdin em ber bi bendavê ve bi rê ketin. Me ceyran çêkir û di şeva sersala 2025`an de careke din me nedikarî em ji ber êrîşa dewleta Tikr a dagiker ber bi bendavê ve biçin. Dema ku konvoya gel ber bi bendavê ve çû, em jî weke ekîb careke din me xwe amade kir û em ber bi bendavê ve bi rê ketin. Em bi wî gelî ku bi ruhê welatparêziyê di paxila xwe de dihewîne re ber bi bendavê ve bi rê ketin. Êdî parastina bendavê di destê me de ye û em ê xwedî li bendava xwe derkevin.’’

‘ME GOT YAN HEBÛN YAN JÎ NEBÛN’

Dema ku ekîba me cihekî lê ceyran xirabûyî çêdikir, dewleta Tirk li cihê din dixist û ew cih jî ji xizmetê derdiket. Lê belê israra me tenê ew bû ku em ceyranê bidin gelê xwe. Me bajarê Sirînê bi dawî kir, ekîbê bi giştî bi xwe amadekariyên xwe kiribû. Me cihê ku were çêkirin dizanî. Lê belê dîsa jî dewleta Tirk bê navber li konvoya me dixist û xwest wê yekê asteng bike. Li pişiya konvoyê dixist, em jî ber bi cihê xirab ve diçûn. Em derketin ser cihê ku xirab bûyî û balafirên şer êdî rasterast li me dida ku hevalên me  li ser dîrekên ceyranê bûn. Ger me ew çêbikira wê ceyran bihata Kobanê. Dewleta Tirk dîrekê li pêşiya me xist û dîrek bi temamî ji xizmetê derket û me hewce bi wê yekê dît ku em ber bi konvoyê ve herin û bi gel re biçin. Tam di wan kêliyan de li ambûlansa li pêşiya me xist û hevalên me yên tendûristiyê şehîd bûn. Wê demê berxwedanî êdî gelekî bi pêş ket û me got ku êdî yan hebûn yan jî hebûn.”

Fehid Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ketina xwe ya bendavê û diyar kir ku tekane armanca wan çêkirina ceyranê bû û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê me weke lehiyekê ber bi bendavê ve kete rê û em çûn. Wê demê hevrêyê me Osman jî bi me re bû. Tevî ku nexweş jî bû got ku ez ê herim bendavê. Di hundirê wî de ruhê berxwedaniyê hebû û li hemberî her êrîşê digot ku çi dibe bila bibe em ê herin. Dema em gihîştin bendavê weke ekîb me plansaziya xwe çêkir û me got ku êdî em dest bi çêkirina ceyranê bikin. Di wan kêliyan de jî li dora me atmosfereke berxwedaniyê ya ne normal hebû ku israra me jî zêdetir dikir. Dayîk bi tililiyên xwe û hunermend bi stranên xwe, her kesî li dora agirî dîlan digerand.”

Fehid Mihemed axaftina xwe wiha domand: ‘’Xalê Osman her bi me ra ye, wê demê ji me re digot ku werin em li hevûdu kom bibin û wêneyekî ji bîranînê re bihêlin. Me li hev kom bûn û me wêneyekî xwe girt. Tam di wê kêliyê de dengek hat. Dewlata Tirk êrîşî li wesayîta li her du nobedaran Hêza û Edhem û keça wan Ronîzayê kir û di encamê de min destê xwe bi serê xwe kir û min li dora xwe nerî. Di wê demê de min nizanîbû ku xalê Osman jî şehîd bûye, her kes ber bi wan birîndaran ve çû û me got ku em birîndaran rakin. Dîsa jî min nas nekir ku yê birîndar bûye xalê Osman e. Dema ku me hemû kes kom kir, êdî me got ku em binêrin ku kî ji ekîba me wenda ye. Min xalê Osman jî ji bîr kir, min hevalekî me nedît û min got ku qey ew şehîd bûye. Her wiha gelek hevalên me jî birîndar bûn.”

‘EM BI SER KETIN’

Fehid Mihemed di dawiya axaftina xwe de got ku dema ku min cara dawî xalê Osman birîndar dît, weke ku bibêje êdî min bendav radestî we kir û hûn ê xwedî li bendavê derkevin û ev yek anîn ziman: ‘’Min hevalê me Osman wê demê li odeya ku dihat tedawîkirin dît  ku nefesa wî pir bi hêz diçû û dihat. Em hemû jêre dibûn alîkar. Êdî em dev ji bendava xwe bernadin, her kes li dora me bû û bi tenê rihê berxwedaniyê hebû. Nabe ku em dev ji bendava xwe berdin. Di wê demê de hevalek hat û ji min re got ku serê te sax be. Min got ku ma çi bûye. Wê nedizanî ku agahiya min ji şehadeta xalê Osman tune ye. Ez gelekî xemgîn bûm. Lê belê îsrar û berxwedaniya gel ya li dora me, agirê berxwedaniyê di dilê me de gurtir dikir. Xalê Osman yek ji kesên herî dilnizim bû û hemû kesên li dora wî ji xalê Osman hez dikir. Ji ber wê bi saya xalê Osman û gelek kesên din jî bendav bi ser ket û em jî bi ser ketin.”

Hevseroka Desteya Tenduristiya Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm jî ku gelek hevrêyên wê jî li bendavê li pêşiya wê şehîd bûn, wiha qala çîrokan wan dike: ‘’Weke ekîba tenduristiyê dema ku em ve bi konvoya gel re ber bi bendavê em diçûn, ekîba me rastî êrîşan hat. Karê me ew bû ku em birîndaran tedawî bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrîş dikir. Di wan êrîşan de jî gelek caran ekîbên me yên tenduristiyê dihatin hedefgirtin û di encamê de jî gelek hevalên me jî birîndar bûn. Hevalên me Mahir, Omer û Kurdo jî di encama wan êrîşên li ser ekîba me û lwesayîtên ambûlansê de şehîd bûn. Her wiha 6 hemşîre jî birîndar bûn.”

Ezîze Îbrahm piştre anî ziman ku li gorî qanûnên cîhanê nabe ku ambûlans û tîmên tenduristiyê werin hedefgirtin, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrîşên xwe dikirin û got: ‘’Di koma ku hevalên me şehîd bûn de em 27 kes bûn. Şehîd Omer her israr dikir ku ber bi bendavê ve biçe, hejmara me temam bibû û wî gelekî israr dikir. Tevî ku me jêre digot ku tu yê bi tîma din re biçî jî lê belê wî beriya wê hemû amadekariyên xwe kiribûn. Hevriyê me Omer,  di dema çûyînê de şehîd bû ku êrîş li ambûlansê hatibû kirin. Hevalê me Mahir jî bi giranî birîndar bûbû û piştî ku gihîşt bajarê Reqayê şehîd bû.”

Ezîze Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku  piştî şihadeta hevrêyên wê bi dehan hevalên ji ekîba tenduristiyê xwestine ber bi bendavê ve biçin û got: ‘’Dewleta Tirk ne zarok û ne jî ekîbên tenduristiyê nas dikir û her kes dikir hedefa xwe. Lê belê niha jî bendava me bi ser ket ku ew jî bi saya hevrêyên me yên şehîd pêk hat. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina Bendavê tacîdar kir û em bi ser ketin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîmenê xisara li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Nûçeya Pişt re Çeteyan navenda çandiniyê veguherandin baregeha şer
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qeyûm ji bajarên Tirkan karkeran tînin

Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş'ê Nîhat Demîr diyar kir ku qeyûm li şûna karkerên Kurd ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Qirkirina siyasî: 9 kes hatin girtin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partî Sevtap Akdag û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewldana ji bo ketina Minbicê hate şikandin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk û hikûmeta demkî berpirsiyarê êrîşan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li pêş Nexweşxaneya Humsê êrîşa çekdarî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Binesaziya sivîlan tê hedef girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan nexweşxaneyê cara 4’emîn bombebaran kirin: 5 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?