Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) ku di 26ê Kanûnê de li Qerqozaqê şehîd bibû, berê xwe dan goristana şehîd Xebat Dêrik.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Girtî û Birîndarên Şer a li kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û got: “Di vê demê de pêwîste em bi hevgirtina li dora hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û saziyên xwe, parastina destkeftiyên şehîdan bikin û şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin. Eger nebe, em ê ber bi Lozaneke nû ve herin. “
Cemîl di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt jî got, “Berxwedan yekane rêya serkeftina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina aramiya civaka me ye. “
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Seîd Koçer jî axivî û behsa têkoşîna şehîd Egîd Serêkaniyê kir. Seîd Koçer diyar kir ku ew beşdarî hemû eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û wiha got: “Divê em bigihêjin armanca şehîd Egîd û herêmên xwe biparêzin. “
Piştre belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd Egîd Serêkaniyê bi dirûşma “Şehîd namirin” spartin axê.