Şevîn Mihemed a 46 salî ya ji Qamişloyê hîn di zarokatiyê de newekheviya zayendî ya civakî hîs kir. Li nêzîkatiyên cihêkariya li hemberî jinê ya malbata xwe rast hat. Di temenê ciwantiyê de bû dayika çar zarokan. Şevîn Mihemed ku çîroka wê ya jiyanê bi zext, tundiyê tijî ye, ji zarokatiya xwe dest bi vegotina çîroka xwe kir: “Malbata min bi taybetî jî bavê min xwedî mejiyekî serweriya mêr bû. Li cihê ku bavê min lê bû mafê axaftinê yê kesî tine bû. Bi tena serê xwe bi navê zarok û hevsera xwe biryar dida, biryar bi cih dianî. Ji bo bavê min jin tenê amûrek bû. Pîrka min jî jinek mîna bavê min bû. Jinên ku salên dûr û dirêj bi mejiyê baviksalarî mezin dibû heman rêbaz bi kar dianîn, lê belê dayika min jî ji ber ku jineke bindest bû nikarîbû zarokên xwe biparêze. Ajotina bîsîkletê xeyala min a zarokatiyê bû lê heta 9 salî min nikarîbû biajo. Şerm tenê ji bo zarokên keç derbas dibû. Mêr ê malê li gorî dilê xwe dijiya.
GUHERÎNA PIŞTÎ 11 SALÎ
Ez diçûm pola 5’an. Di nava pirtûka hevaleke xwe de min wêneyê Rêber Apo dît. Min nas nedikir. Hevala min wêne da min. Min Rêber Apo weke şexs nas dikir lê belê fikrê wî nas nedikir. Piştre min pirtûka wî ya ‘Divê mirov çawa bijî?’ xwend. Rojekê kekê min wêne dît. Tu nabê kekê min jî bi Apoyiyan re bû. Haya kesî ji kekê min tine bû. Êdî ez jî bi xwe re dibir cihê ku diçû, lê belê li astengiya malbatê rast hatim. Çend caran nekarî biçim. Piştî demekê kekê min tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û çû çiyayê azad. Notek ji malbatê re şandibû. Bi vê nota kekê min re malbata min bû welatparêz.
DI 16 SALÎ DE HATE ZEWICANDIN
Hîn derbasî pola 9’an nebûbûm zexta malbata min zêde bûn. Digotin ez mezin bûme û êdî divê bizewicim. du mehan min li ber xwe da, temenê min hîn gelekî biçûk bû. Min nekarî zêde li ber zexta malbatê bisekinim û hatim zewicandin. Xwişkên min jî bi vî rengî hatibûn zewicandin. Mafê me yê nêrînê tine bû. Ji jiyaneke koletiyê ber bi jiyaneke hîn koletiyê min gav avêtibû. Di 16 salî de bûm dayik. Zarok bûm lê zaroka min çêbû. Min nizanîbû zarokekê çawa mezin bikim. Bi tenê bûm. Bi zarokên xwe re ez jî mezin bûm. Bûm xwedî sê keçan.
JI BER KU ZAROKÊ WÊ YÊ MÊR NEBÛ
Vê carê pêvajoya zexta psîkolojîk û fîzîkî ya bi rengê ‘çima zarokê te yê mêr çênabe’ destpê kir. Barê malbateke giran ketibû ser milê min. Ji aliyekî ve sê zarok, li aliyê din jî berpirsyariya malê, di bin bar de mabûm. Dawiya dawî zarokeke mêr ê min çêbû. Daxwaza wan pêk hatibû lê belê ez hîn jî di pozîsyona sûcdariyê de bûm. Neçar bûm ku serê xwe binixumînim û kincên dirêj li xwe bikim. Di nava malê de jî porê min nikarîbû xuya bikira, kincên min diviyabû dirêj bûya. Tenê dema diçûm odeya xwe min dikarîbû serê xwe vekiribûya. Di nava malbatê de ji xwe mafê min ê gotinekê jî tine bû.
TI PIŞTGIRÎ WERNEGIRT
Şevîn Mihemed ku zewaca wê 10 salan dewam kir di 26 salî de cihê bû û anî ziman ku ji zarokên xwe hate qutkirin. Şevîn Mihemed got, “Bi zorê hatibûm zewicandin, tundî li min hatibû kirin. Piştî cihêbûnê jî zextê dewam kir. di nava civakê de bi çavekî nebaş li min dihate nihêrîn. Li pişt min zarok mabûn. Ne şert û mercên min ên madî ne jî şert û mercên civakê dihişt ku zarokên xwe werbigirim. Malbata min jî bi gotina ‘tu yê zarokên xelkê çi bike’ hewl dida min bêdeng bike. Zarokên min qebûl nedikirin. Min çar zarok anîbû dinyayê, lê belê bûbûn zarokên xelkê. Ji ber ku ji aliyê aborî ve bi malbatê ve girêdayî bûm nikarîbûm zarokên xwe bînim gel xwe. Carna diçûm dibistana wan, carna jî li kolanan min zarokên xwe didît. Li gorî dadgehên rejîma Baasê diviyabû zarok li gel min bûna lê belê li gorî qanûnên mejiyê desthilatdar ji ber ku nafaka kêm bû min nikarîbû zarokên xwe bigira gel xwe. Rejîma Baasê bi qanûnên formalîte xizmet ji mejiyê serweriya mêr re dikir. Bi nafakaya hate diyarkirin nedibû ku li çar zarokan binihêrim. Serxwebûna min a aboriyê tine bû, nikarîbûm çar zarokan xwedî bikim.”
ŞOREŞÊ ZINCÎR QETAND
Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re karên komun, meclîs û mala jinê meşand û qala kesayetiya xwe kir ku bi şoreşê re xurt bû: “Şoreşa Rojava li gel min xwedî cihekî taybet e. Bi Şoreşa Rojava re di şexsê min de min hîs kir ku ez ê karibim şoreşê bikim. Di ruh û bedena xwe de min şoreş pêk anî. Êdî min destê alîkariyê dirêjî jinên din dikir. Tevlî karên komun û meclîsan bûm. Meclîsa me ji 44 jinan pêk dihat û ez rêvebera wan bûm. Min civak bi rêxistin dikir, zane dikir. Mejiyê civakê bêguman neguhertî bû. Jin bêqîmet bû, parçeyek ji civakê nebû. Nêzîkatiya civakê ya li jinan di nava me jinan de bûbû sedema pirsgirêka baweriya ji xwe. Wan em biçûk didît, digot nikare kar bike, nikare biaxive. Em jî bi heman rengî nêzî xwe dibûn. Bi demê re îradeya me xurt bû, em bi hêza xwe hesiyan û bi erka rêvebirina civakê rabûn. Bi rêxistiniya jinê em gihîştin vê astê. Li Qamişloyê tevlî karê avakirina Mala Jinê ya destpêkê bûm. Min jin hîs dikir, jin di kesayetiya min de, di çîroka min de veşartî bûn.”
TÊKOŞÎNA XWEPARASTINÊ YA ABORÎ
Şevîn Mihemed ku tevlî Şoreşa Rojava bû û ji bo çar zarokên wê bi şoreşê mezin bibe têkoşiya, beşdarî karên aboriya jinê bû. Şevîn Mihemed got, “Çîroka min a jiyanê bi êşê tijî ye. Ji bilî jinekê kesî nikarîbû min fêhm bikira. Diviyabû min hêza xwe ji jinê wergirtibûya. Jin bi jinê xurt dibû, xwe bi rêxistin dikir û dibû xwedî qada jiyanê. Lewma bi şoreşê re tevlî nava karên rêxistiniya jinê, karên saziyên jinan bûm. Ji ber neheqiya li min hate kirin, ji ber zilm û zordariya li min hate kirin, min ji xwe re kir pîvan ku bibim jineke adîl. Min dixwest tevlî karên edaletê bibim lê belê beşdarî karên aboriya jinê bûm. Ji ber ku min zanîbû heta xweparastina aboriyê ya jinê xurt nebe zehmet e ku azad bibe. Eger bi salan zilm li min hate kirin, bi zorê hatim zewicandin, ji zarokên xwe hatim qutkirin ev yek ji ber wê bû ku ji aliyê aborî ve serbixwe nebûm. Min ev êş gelekî kişand. Min nikarîbû destûr bida ku jineke din bikişîne. Lewma jî tevlî nava aboriya jinê bûm û dest bi afirandina projeyan kir.”
Şevîn Mihemed ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava di sala 2018’an de bû xwedî serxwebûna xwe ya aboriyê çar zarokên xwe wergirt û jiyana xwe dewam dike.