Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bi yekîtiya gelan em ê welatekî azad ava bikin
Rojava

‘Bi yekîtiya gelan em ê welatekî azad ava bikin

Gaziyan 1’emîn salvegera hilweşîna rejîma Baas pîroz kirin û gotin, “Li hember her cure zext, êrîş û tundiyan weke jin û gelên Sûriyeyê divê em yekîtiya xwe xurt bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berî niha bi salekê 8’ê Kanûna 2024’an Rejîma Baas a bi dehan salan li Sûriyeyê desthilatdar bû, hilweşiya. Gazî Şîlan Kobanê, Ezîme Zagros û Baz Efrîn têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman. 

‘TU CUDAHIYA BAAS Û HTŞ’Ê JI HEV NÎNE’

Şîlan Kobanê, diyar kir ku rejîma Baas a 61 salan li ser desthilatdariyê ma, gelek êş û azar bi gel dan kişandin û got, “Em vê rojê li hemû gelan pîroz dikin. Malbata Beşar ji 1971’ê ve welêt bi darê zorê bi rê ve dibir. Di serî de Kurd, gelek gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê rastî zilm û zordariyên giran hatin. Divê were zanîn ku li hember vê rejîma zordar serhildan ne 2011’an ya rastî 2004’an li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin. Cara yekem gelê Kurd li hember vê rejîmê serî rakir. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhema serhildana 2004’an e.”

Şîlan Kobanê destnîşan kir ku li piştî hilweşîna rejîma Baas, HTŞ’ê ya ku xwe li Şamê kiriye desthilat jî heman rêbazên rejîma berê bi kar tîne û wiha domand, “Divê were zanîn hêzên ku baweriyên cuda û jinan ji nedîtî ve bên, dê biser nekevin. Gelên Sûriyeyê êdî ji hêza xwe bawer in. Me ev li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Siwêdayê baş dît. Êdî ne mimkun e Sûriye bi siyaseta tekperestî were meşandin. Gelên Sûriyeyê û bi taybet jinên azadîxwaz wê ti carî dest ji mafên xwe bernedin.” 

Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Li hember her cure zext, êrîş û tundiyan weke jin û gelên Sûriyeyê divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Ti ferqa rejîma BAAS û HTŞ’ê ji hev nîne. Weke gaziyên şer jî em bang li ciwanan dikin bi xurtî tevlî nav refên QSD û YPJ’ê bibin. Em li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo dimeşin. Pergaleke demokratîk a hemû gel, bawerî û jin karibin bi awayekî azad xwe îfade bikin û bi rola xwe rabin em ê ava bikin.” 

‘ÊDÎ GEL JI GEFAN NATIRSIN’

Baz Efrîn, jî anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Baas jî li welêt xwîn nesekiniye û wiha axivî, “HTŞ’ya bi alîkariya hêzên derve ket Şamê, welêt ber bi kaosekê ve dibe. Niha hinek hêz dixwazin rewatiyek bidin serokê HTŞ’ê Colanî. Lê divê were zanîn ku fikrên HTŞ’ê ji sedî sed ne li gor xwezaya Sûriyeyê ne. Li dijî xelkê me yê Elewî û Dûrzî komkujiyên mezin pêk anîn. Ev zîhniyet ne mimkun e di siberoja Sûriyeyê de ji xwe re cihekî peyda bike.” 

Ez bi xwe weke gaziyekî şer li hemberî şerê navxweyî me. Ji bo parastina xak û gelên xwe me berxwedan û têkoşîneke ku mînakên wê kêm in, pêş xist. Lewma bila her kes zanibe ku di serî de gelê Kurd, êdî ti gel û bawerî ji gef û êrîşan natirsin. Divê her kes bi aqlê selîm bifikire û welat careke din ji bo berjewendiyên hinek hêzan ber bi şer ve dehf nedin. Bi hezaran jin û mêrên egîd xwe ji bo jiyaneke azad û wekhev feda kirin. Em ê jiyaneke azad a li ser esasê xwişk û biratiya gelan teqez ava bikin. Ez li ser vî esasî tevahî gelên me û hêzên me yên QSD-YPJ bi rêzdarî silav dikim.”

‘DIVÊ EM XWEPARASTINÊ XURT BIKIN’

Ezîme Zagros, jî yekemîn salvegera hilweşîna rejîma Baas li hemû gelan pîroz kir û got, “Divê were zanîn ku zilm û zordarî tiştekî mayînde nîne. Yên zilmê dikin wê teqez rojekê têk biçin. Rejîma Baas û desthilata malbata Beşar bi berxwedana gelan têk çû. Ew kesên îro li Şamê xwe kirine desthilat divê zanibin ku eger polîtîkayên mîna rejîma Baas bidomînin, wê heman aqubet bê serê wan jî. Weke gelê Kurd û gelên herêmê em alîgirên aştî, xwişk û biratiyê ne. Bi dehan salan e, me gelek berdêlên mezin dan. Ji bo parastina destketiyên xwe yên bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûne, çi berdêl pêwîst bike em ê bidin.

Pêdiviya xelkên Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk heye. Divê were zanîn yên li şûna Beşar Esed rûniştine jî li beravên Sûriyeyê û Siwêdayê xelkên vî welatî qetil dikin. Divê li hember van kiryaran em xweparastinê xurt bikin. Bi yekîtiya gelan em ê welatekî azad ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir, 265 kes birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Klîba Şehîd Dilşêrîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê

Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Denîz Şen (Demhat Silopî) kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Me li Sûriyeyê hucreyeke Îranê hilweşand

Arêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li Sûriyeyê de endamên hucreyeke bi navê Hêza Qudusê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bajarê Silêmaniyê bi boneya çileyê hunermend Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê, bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn Ehmed Derwêş merasîmek hat lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Champi’ gefan li Taywanê dixwe: Leza bayê gihîşt 213 kîlometreyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?