Iraq welatê ku bi sedsalan e bûye qada şer û şarezayiyan, îro careke din di nav taya fikarekî kûr de diheje. Tevî ku di sala 2017’an de serketina li dijî DAÎŞ’ê hatibû ragihandin jî, bermahiyên vê hişmendiya tarî wekî xelozekî bin xweliyê her tim dikarin geş bibin. Di demên dawî de, bi taybetî bi hinceta vegerandina welatiyan tevgera li derdora Mûsilê û kampên nû, xewê di çavê rûniştvanên herêmê de herimîne.
Kampa AlJad’a Bombeyeke di bin Çermê Mûsilê de
Sedema sereke ya vê fikarê, veguhestina bi sedan malbatên çekdarên DAÎŞ’ê ye ku ji kampa Al-Holê ya li Sûriyeyê tînin Iraqê. Ev malbat li kampa Al-Jada’a ya li başûrê Mûsilê têne bicihkirin. Her çend Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên Emerîkî vê wekî çareseriyeke mirovî û rehabîlîtasyonê nîşan bidin jî, gelê herêmê vê wekî reşandina jehrê li ser birînên xwe dibînin. Pirs ev e; Gelo kesên ku bi salan di bin bandora îdeolojiya tundrew de mane, dê çawa di nava şev û rojekê de bibin welatiyên asayî?
HEJMAR Û RASTÎ, XETERÎ ÇEND E?
Li gorî agahiyên ku tên parvekirin, behsa 7000 kesî tê kirin. Her çend di warê teknîkî de hejmara malbatên vedigerin di nava sînorên çend hezaran de be jî bandora wan a reş wekî ku 700 hezar bin li ser civakê giran e. Ev ne tenê hejmarek e, ev îdeolojiyek e ku di hucreyên razayî de dijî. Iraq hîn jî nekaribûye tunelên DAÎŞ’ê yên fîzîkî û fikrî bi temamî paqij bike. Hebûna van malbatan li nêzî Mûsilê, dibe ku bibe sedema serî rakirina şaneyên nû.
KABÛSA LI SER DILÊ ÊZIDIYAN
Bêguman, tişta herî bi êş, rewşa civaka Êzidî ye. Êzidiyên ku di sala 2014’an de bi Fermana 74’an re rû bi rû man, îro bi dîtina van geşedanan re careke din bi hestê tenêbûnê û xiyanetê bi fikar in. Kampa Al-Jada’a û derdora Mûsilê ji bo Şengalê wekî ber derî tê hesibandin. Ev yek ji bo dayikên Êzidî, yên ku hîn jî li benda zarokên xwe yên winda ne, kabûseke zindî ye. Civaka Êzidî bawer nake ku dewleta Iraqê an jî hêzên navdewletî karibin ewlehiya wan li hemberî van mêvanên nexwestî biparêzin, tenê baweriya wan bi zarokên wan ên ku di sala 2014’an xwe ji xweliya xwe dabûn avakirin tê.
Iraq di bin ezmûneke dijwar de ye. Ji aliyekî ve zextên navdewletî ji bo girtina kampên li Sûriyê hene, ji aliyê din ve jî rastiya civakî ya Iraqê ya ku hîn birîndar e heye. Bicihkirina van kesan li derdora Mûsilê, ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye, di heman demê de birîndarkirina wijdanê mirovahiyê û bi taybetî yê civaka Êzidî ye.
Dîrok nîşanî me daye ku heta tova nefretê bi temamî neyê hişkkirin, her baranek dikare wê careke din şîn bike. Mûsil û Şengal, îro li benda parastineke rastîn in, ne lîstikên siyasî ne.

