Lêkolînerên Çînî bi armanca ku Marsê bikin gerstêrkeke hêşîn, dest bi lêkolîna çandina riwekên bejayî kirin.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku ev kiryareke "sabotaj û terorîzmê ye".
Li gel hişyariyên ji qada navneteweyî û hevdîtinên bi Hamasê re li ser agirbestê têne kirin, Îsraîl di plana xwe ya êrîşeke berfireh a li ser Refahê de israr dike.
Rûsyayê nûçeyên di medyaya Amerîkayê de yên ku dibêjin Moskow plan dike ku çekên nûkleerî li fezayê bi cih bike wekî "bêbingeh" bi nav kir.
Li Rûsyayê, muxalîf Aleksey Navalnî ku li girtîgeheke li Cemsera Bakur di nava şert û mercên giran de dihate hiştin, jiyana xwe ji dest da.
Serhildêrên Hûsî yên Yemenê berpirsyariya êrîşa li dijî "tankere petrolê ya Înglîz" ya li Derya Sor ku rojek berê ji aliyê saziyên ewlekariyê û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ve…
Generalê Ûkraynayî Oleksandr Tarnavsky şeva Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Ûkraynayê ji Avdyivkayê vekişiyaye ku di van rojên dawiyê de li Avdyîvkayê rewş her ku diçû xirabtir dibû.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 28 hezar û 858 kesî.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin, di heman demê de wezîrê kabîneya şer Benny Gantz jî bi gotinên 'eger dîlgirtî heta meha…
Hat ragihandin ku li bakurrojhilatê Efxanistanê ji ber barîna berfa zêde hezîna erdê çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di roja 136'an de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane 29 hezar kes derbas kiriye.
Hûsiyên li Yemenê diyar kirin ku li Kendava Adenê li keştiyeke Îngiliz xistine. Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku wan li Derya Sor 'mîsyoneke parastinê' dane destpêkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz Serokdewletê Brezîlyayê Luîz Inacîo Lûla da Sîlva ji ber ku ji bo şerê li Xezeyê gotiye ‘komkujî’ û şibandiye Komkujiya Cihûyan ew weke…
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) roja Duşemê ragihand ku ew hewl didin "çarenûsa 23 hezar kesên ku di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de winda bûne ronî bikin”.
Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li paytexta Kathmandû ya Nepalê hate lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Nûnerê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 26’an ji bo şerê li Xezeyê banga ‘rawestandina lezgîn a mirovahî’ kirine.
Têkevin hesabê xwe