Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li ser qonaxa duyemîn a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û anî ziman ku belavbûna pêvajoyê ji demê re li nava civakê dibe sedema bêbaweriyeke cidî. Bozan destnîşan kir ku bêyî derengxistinê divê gavên şênber bêne avêtin.
Bozan anî ziman ku ji Cotmeha 2024’an û vir ve dewlet pêvajoyê dereng dixîne û ragihand ku di nava civakê de hêvî heye, lê bawerî neafiriye. Bozan got, “Di nava civakê de hêviyek heye, lê belê bawerî nîne. Ji bo afirandina vê baweriyê divê gavên şênber bê şert û merc bêne avêtin.”
‘PIRANIYA GAVÊN ŞÊNBER JI ALIYÊ TEVGERA KURD VE HATIN AVÊTIN’
Bozan diyar kir ku piraniya gavên şênber ên heta niha hatine avêtin ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatine avêtin, li aliyê dewletê gaveke pratîkî nehatiye avêtin. Alî Bozan ragihand ku ev yek ji kêmasiyên herî mezin ên pêvajoyê ye û got, “Pêwîste dewlet bi lez dawî li vê kêmasiyê bîne.”
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku qanûnên dema derbasbûnê ku weke “qanûna pêvajoyê” jî li nava raya giştî tê naskirin, bêyî derengxistinê bikeve rojeva Meclîsê û anî ziman ku ev yek wê ji bo paşeroja pêvajoyê bibe gaveke girîng. Bozan got, “Ketina vê mijarê ya rojeva meclîsê gaveke biçûk e, lê ji bo pêvajoyê krîtîk e. Aqlê dewletê heta niha tenê li ser bêdengbûna çekan û bêçekbûna PKK’ê li pêvajoyê dinihêrî. Halbûkî qanûna derbasbûnê wê ne tenê encamekê sererast bike. Bi esasî jiholêrakirina sedemên meseleyê ye.”
Bozan diyar kir ku gelek gavên şênber hene ku di çarçoveya qanûnên heyî de dikarin ji aliyê dewletê ve bêne avêtin û bidawîkirina qeyûman yek ji van e.
Alî Bozan ragihand ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de berdana girtiyên ji doza Kobanê yek ji gavên cihê baweriyê ye. Bozan anî ziman ku tedawîdkirina girtiyên nexweş pêwîstiyê bi sererastkirineke nû ya qanûnî nabîne, di çarçoveya qanûnên heyî de dikare pêk were.
Parlamenterê DEM Partiyê bi dewamî anî ziman ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê “qonaxa entegrasyona pozîtîf” e û diyar kir ku di vê qonaxê de ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd karibe di nava siyaseta demokratîk de kar bike divê mercên pêwîst bêne afirandin. Bozan got, “Êdî hemû partiyên siyasî, çi desthilatdarî çi jî muxalefet be, divê vê pêvajoyê bimeşînin.”
‘STATUYA OCALAN DIVÊ BI RENGEKÎ HIQÛQÎ ZELAL BIBE’
Bozan bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, dewlet pê re hevdîtinên fermî dike û destnîşan kir ku pêwîste statuya Rêber Apo ji aliyê hiqûqî ve zelal bibe û bingeha hiqûqî ya vê yekê jî ‘mafê hêviyê’
ye.
Ji bo vê jî xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî mafê hêviyê bi cih bê anîn û bi sererastkirineke biçûk a li qanûna înfazê re ev yek dikare bê kirin.
‘PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAF E’
Alî Bozan ragihand ku di bingeha pêvajoyê de garantîkirina ziman, nasname û çanda Kurdan a bi destûra bingehîn û qanûnan heye û anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e.
Bozan got, “Divê e maf êdî ne mijara nîqaşê be” û li Meclîsê di vê der barê de sererastkirinên qanûnî bi şênberî bêne kirin.
‘CIVAK LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER E’
Alî Bozan çavdêriyên xwe yên ji qadê ragihand û anî ziman ku civak sal û nîvek e li benda gavên şênber e û got, “Heta ku gavên şênber neyên avêtin baweriya civakê ya bi pêvajoyê wê her roj hîn kêmtir bibe.”

