Di demekê de ku komên ser bi hikumeta veguhêz êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, SÎHA yên Tirkiyeyê jî êriş birin ser sîloyên genim ên li Til Temirê. Êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û zextên li ser Rojava piştî gefên Devlet Bahçelî yên li dijî Rojava û QSD’ê zêde bûn. Parlamenterê Mersînê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan êriş nirxand.
Alî Bozan anî ziman ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê feraseteke welê derxist holê ku li Sûriyeyê çareseriyeke mayinde naxwaze û got, “Mutabaqata 10’ê Adarê ne metneke ku tenê çekdanînê li YPG’ê ferz dike.”
Bozan diyar kir ku 2 roj in li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bombardûman û êriş li ser sivîlan têne kirin û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser van êrişan, dibînin ku feraseteke rêveberiyê derketiye holê ku li Sûriyeyê alîgirê çareseriyeke mayinde nîne.”
Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de ya ku li Tirkiyeyê saleke dewam dike, desthilatdarî û dewletê meseleya Kurd li ser mijara çekdanîna PKK’ê û şer nirxandiye û got, “Halbûkî cewhera meseleyê demokratîkbûn bû; înkarkirina nasname, ziman û hebûna gelê Kurd bû.”
Bozan ragihand ku ji aliyê hiqûqî û polîtîk ve di meseleya Kurd de gavên şênber nehatine avêtin û got, “Ji bo ev înkar ji holê bê rakirin îradeyek nehate danîn. Timî qala meseleya çekdanînê hate kirin. Lewma nêzîkatiya rêveberiya li Sûriyeyê û feraseta siyasî ya li Tirkiyeyê dişibin hev.”
‘ÊRIŞ BAWERIYA BI PÊVAJOYA LI VÊ DERÊ WÊ KÊM BIKE’
Bozan destnîşan kir ku êrişên li Helebê dewam dikin, wê baweriya bi pêvajoya li Tirkiyeyê kêm bike û got, “Di demekê de ku li Tirkiyeyê bi Kurdan re qala aşttiyê tê kirin, li Sûriyeyê dewamkirina bombardûmana li ser Kurdan û sivîlan nayê qebûlkirin. Beşeke girîng a yekîneyên OSO û HTŞ ên êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, avaniyên leşkerî ne ku nêzî Tirkiyeyê ne.”
‘TÊ XWESTIN KU FERASETA YEKPEREST LI SÛRIYEYÊ BI CIH BÊ ANÎN’
Parlamenter Bozan têkildarî feraseta ku tê xwestin li Sûriyeyê bi cih bê anîn got, “Tê xwestin, Ddestûra Bingehîn a 1982’an a ku berhema darbeyê ya Komara Tirkiyeyê ye bê wergirtin, li şûna ‘Tirk’ û ‘Tirkiyeyê’ gotinên ‘Ereb’ û ‘Sûriye’ bê nivîsandin û bi vî rengî li Sûriyeyê bi cih bê anîn. Yanî hewl tê dayin ku feraseteke dişibe feraseta înkar û tekperest a bi salan a li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê bi cih bê anîn.”
‘BI MEJIYÊ ÎNKARÊ ÇARESERÎ NABE’
Bozan destnîşan kir ku ev nêzîkatî bi gelan nade qezençkirin û got, “Ev mejiyê înkarê yê bi dehan salan li Tirkiyeyê hate meşandin çawa ku çareserî bi xwe re neanî, li Sûriyeyê jî wê bi gelan û baweriyên cuda nede qezençkirin. Eger Tirkiye bi rastî jî xwedî armanceke komareke demokratîk e, rêya vê yekê gotin nîne, lê helwest e. Divê zimanê înkar û gefxwarinê yên li hemberî Kurdan bê terikandin.”
‘GEL WÊ XWEDÎ LI DESTKETIYÊN XWE DERKEVE’
Parlamenter Bozan bal kişand ser ruhê yekîtiyê yê Kurdan û got, “Di berxwedana Kobanê ya 2014’an de Kurdan nîşanî tevahiya cîhanê dan ku li hemberî êrişan li çar parçeyan dibe yek. Li Sûriye, Rojava yan jî Helebê eger êrişên li dijî Kurdan dewam bikin, Kurdên li çar parçeyan wê careke din bi heman ruhê yekîtiyê tevbigerin û xwedî li destketiyên xwe derkevin.”

