Çarşem, 15 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê kesekî din hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din cezayê qedexeya hevdîtinê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Wêneyên îdamê şahidên bêdeng ên qirkirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Çankayayê û 23 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Unsal: Eger qanûneke bi rengê poşmaniyê bê ferzkirin, ev wê neyê qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo avakirina paşerojê divê ders ji fermanan bê derxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kevirên esasî yên berxwedanê: Mehmet Hayrî Dûrmûş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bû parçeyek ji berxwedana Zapê ya destanî
Kurdistan

Bû parçeyek ji berxwedana Zapê ya destanî

Gerîla Fûat Apocî ku beşdarî gelek çalakiyan bû û li Zapê bû parçeyek ji berxwedana destanî, bi têkoşîn û sekna xwe ya fedakar ji ciwanên Kurd bi taybetî jî ciwanên Rojhilat re bû mînak.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Malbat kengî dibînin ku zarokên wan serketî ne? Kengî bi wan serbilind dibe? Gelo dilê dayikekê çiqasî mezin û xurt e ku ewladê xwe beriya xwe vedişêre? Bêguman ev dayikên Kurd ên esîl û welatparêz in. Ewladê yek ji dayikên bi vî rengî esîl û welatparêz Moxtar Konepoşî (Fûat Apocî) di şoreşa Kurdistanê de da ser şopa 2 xwişk-birayên xwe yên şehîd ketin.

Moxtar Konepoşî sala 1990’î li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdistanê ji dayik bû. Ferdên malbatê her demê tevlî nava karên şoreşa Kurdistanê bûn û hewl dan wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi rengê herî serketî bi cih bînin.

Moxtar Konepoşî hîn biçûk bû şehadeta kekê xwe bihîst. Vê  yekê şopek li dilê wî hiştibû. Lê belê dayika wî dema ku qala armancên şervanên Kurdistanê dikir, Moxtar jî mîna ku li çîrokeke lehengiyê guhdarî bike jê bi bandor dibû. Ji ber ku Tevgera Apoyî li Rojhilat her roj hîn bêhtir girseyî bû, malbata Moxtar Konepoşî jî PKK nas kir. Kekê Moxtar Ferhad Pepûle di şerê dijî hêzên Îranê de şehîd bû. Piştî şehadeta kekê wî kete nava lêgerîna wê yekê ku hêjayî kekê xwe be.

Ji xwe re weke wezîfeyekê dît ku têkoşînê temam bike. Piştî ku pismamê wî tevlî nava refên gerîla bû, êdî zanîbû ku divê ew jî mîna wan bibe Egîdekî Kurdistanê. Moxtar ku ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê nas dikir, çend salan bênavber tevlî karên mîlîsiyê bû. Lê belê piştî demekê gihîşt wê baweriyê ku divê çeka kekê xwe rake. Ji ber vê jî di sala 2015’an de ku êrîşên giran li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dihate kirin, ji bo bersivê bide polîtîkayên qirkirinê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû navê Fûat Apocî li xwe kir.

BÛ PARÇEYEK JI BERXWEDANA DESTANÎ

Gerîla Fûat bi perwerdeya wergirtî di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, kesayetiya xwe li gorî vê felsefeyê ava kir û ji xwe re kir esas ku ji bo azadiya gelên bindest hemûyan têbikoşe. Gerîla Fûat bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla fêhm kir ku ev jiyan bi saya fikrên Rêber Apo hatiye avakirin. Hevalê Fûat ji bo karibe di şerê li dijî dijmin de serketî be û di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bike pispor, xwe perwerde kir. Gerîla Fûat êdî ji çûyîna li qada şer re amade bû.

Dema ku qala hevrêtî, fedakarî û wêrekiyê dihate kirin, gerîla Fûat yek ji wan gerîlayan bû ku yekser dihate bîra hevrêyên wî. Di nava şert û mercên herî giran de bû çeper, av, pariyê nanê xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Careke din nîşan da ku têkiliyên hevrêtiyê yên li nava jiyana PKK’ê çiqasî kûr û rasteqîn e. Fûat Apocî li gelek herêmên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir, di her karî de wezîfeya xwe bi cih anî. Gerîla Fûat bi ked û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak, zanîbû ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi armanca qirkirinê ne. Piştî ku êrîşên dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kirin, ji bo bibe parçeyek ji berxwedana destanî kete nava liv û tevgerê.

Gerîla Fûat bi biryardariyeke mezin tevlî çeperên berxwedanê yên li dijî dijmin bû, têkildarî armanca xwe gotibû, “Armanca min serketin e, ji bilî serketinê min ti carî tiştekî din dananî pêşiya xwe. Serketin jî bi azadiya Rêberê me û gelê me, bi tinekirina dijmin û xayinan dibe.”

Gerîla Fûat ku hem ji aliyê îdeolojîk, hem jî ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbe, sala 2021’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi wêrekî sekinî û derbên giran li dijmin xist. Gerîla Fûat tevlî çalakiya Girê Cehennem ê li eniya Zapê bû ku derbên giran li artêşa Tirk hate xistin û xwe berda heta nava konên leşkerên dijmin. Gerîla Fûat ku di gelek çalakiyan de berxwedaneke dîrokî nîşan da 11’ê Hezîrana 2022’an dema ku li ser erka xwe bû di êrîşeke dijminê qirker û dagirker de şehîd bû. Gerîla Fûat Apocî bi sekna xwe ya fedakar bû yek ji mînakên milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û berxwedana xwe bû mînak ji ciwanên Kurd bi taybetî jî ji ciwanên Rojhilat re.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye’
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo azadiya Rêber Apo û rûmeta xwe tevlî festîvalê bibin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş jiyana xwe ji dest da

Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku li Îzmîrê ji ber penceşêrê dihat dermankirin, jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

Hempîşeyên rojnamevan Huseyîn Aykol ku tevlî şîna wî ya li Amedê hatiye danîn bûn, wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

Merasîma sersaxiyê ya ku dihat plankirin li mala malbata gerîlatê YJA Starê Şîrîn Işik were…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa li Şengalê bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ji bo avakirina paşerojê divê ders ji fermanan bê derxistin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?