Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bû xwedî jiyanek bi wate
Kurdistan

Bû xwedî jiyanek bi wate

Gerîla Jiyanda Laşer a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2021'an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş xistiye di eniyên pêş de şer kir, bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû xwedî jiyaneke tijî wate.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fatma Kaynak di sala 1995’an de li Colemêrgê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Ji ber hişmendiya welatparêzî ya malbata xwe û herêma lê dijî, di emrekî gelekî biçûk de PKK’ê nas kir. Êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê Kurd û rastiya dagirkeriyê çiqasî dît, ewqas sedema derketina PKK’ê jî fêhm kir. Vê rastiyê di dibistanên pergalê ên ku hebûn, nasnameya Kurdbûnê û ziman qebûl nake, bi awayekî zelal dît. Ji ber dijmin koledariyê li ser gelê Kurd ferz dike û îradeya jin jinedîtî ve tê, hêrsa Fatma hê bêhtir mezin bû. Têgihişt ku jiyaneke di bin zext û zilmê de koletiye û jiyaneke ku divê neyê jiyîn e.

Fatma ji gerîlayên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî fedaî parastina gelê xwe dikin hez kir û ji destanên lehengiyê yên gerîla ku ji aliyê derdora xwe ve dibihîst, gelek bi bandor bû. Fatma tevî ku temenê xwe yê biçûk jî wê demê ji dayik û bavê xwe re dibêje, “Dema ez mezin bibim, ez ê bibim gerîla û kincên Apoyî li xwe bikim.” Fatma di zarokatiya xwe de siberoj û armanca xwe wiha pênase dike. Mînak dikarîbû mîna gelek zarokan ew jî bigota dixwaze bibe bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer û hwd. Lê ji ber rastiya welatê xwe pir baş dizanîbû, xeyala wê bûyîna gerîlayek Apoyî bû. Fatma her ku mezinbû girêdana wê bi xeyala zaroktiyê re mezintir bû, di ciwantiya xwe de tevlî xebatên ciwanan bû. Bi tevlîbûn û şêwaza xwe ya çalak a di nava xebatan de, di rêxistinkirina jinên ciwan û mêr de di tevlîbûna wan li nava refên têkoşînê de, roleke girîng lîst. Fatma ya ku ji aliyê hevrê û gel ve dihat heskirin, dixwast xeyala xwe ya zarokatiyê di zûtirîn demê de pêk bîne.

Şerê ku di sala 2015’an de li Kurdistanê rû da, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê û şehîdbûna bi sedan ciwanan di van êrîşan de, bandoreke mezin li Fatma kir. Fatma piştî ku şoreşgeran nas kir, gerîlaya ewil a ku dîtiye Laşer (Koksal Çabuk) bû. Bi saya hevrê Laşer tevgera Apoyî bêhtir nas dike û girêdana wê xurtir dibe. Hevrê Laşer yek ji wan kesan bû ku rêya azadiyê nîşanî Fatma da. Ji bo vê jî dema hîn dibe ku Laşer li Cîloyê şehîd bûye, biryar dide ku tevlî nav gerîla bibe û çeka Laşer li erdê nehêle. Fatma ya ku dizane girêdana bi şehîdan re bi hilgirtina çek û navên wan ve girêdayî ye, sala 2015’an li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû û navê Jiyanda Laşer hilda.

7 SALAN LI AVAŞÎNÊ TÊKOŞÎN MEŞAND

Gerîla Jiyanda Laşer a ku ewil derbasî herêma Cîlo û piştre jî derbasî herêma Avaşîn bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li Avaşînê wergirt. Gerîla Jiyanda ku di demeke kurt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê dibe, bi perwerdeyên leşkerî û bîrdozî xwe bêhtir bi pêş dixe. Piştî perwerdeya xwe ya şervanên nû, li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû û heta sala 2021’ê li Avaşînê têkoşîn meşand. Hevrê Jiyanda dema ku cara pêşî xewna xwe ya zarokatiyê pêk tîne û kincên gerîla li xwe dike hestên xwe bi van hevokan pênase dike ”Dema ku cara pêşî min ev cil li xwe kirin, min xwe weke endameke artêşeke fedaî hîs dikir.” Gerîla Jiyanda ku li herêma Avaşînê di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de cih girt, di çalakiya sala 2018’an de birîndar bû, lê tevî vê di demeke kurt de baş dibe û têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrê Jiyanda ku bi qasî 7 salan li herêma Avaşînê gerîlatî kir, di jiyana çiyayên Avaşîn û Zagrosan de bû xwedî cihekî gelekî girîng. Gerîla Jiyanda piştî ku bi salan li Avaşînê têkoşîn meşand, ji bo hîn bêhtir di aliyê bîrdozî û leşkerî de xwe bi pêş bixe, derbasî Akademiya Şehîd Îbrahîm bû. Ji bo gerîla Jiyanda, Rêber Apo û şehîd tê wateya jiyana watedar. Tevlîbûn û axaftinên wê her tim li ser vê bingehê bû. Girêdana bi Rêber Apo û şehîdan re bi van hevokan tîne ziman: “Bi naskirina Rêbertî re ez zelal bûm. Ji ber felsefeya Rêbertî bi gerdûnî bû ez gelek bandor bûm. Ji bo min wateya xwe perwerdekirinê, hîn bêhtir nêzî Rêbertî û şehîdan bûyîne. Eger em di xeta Rêber Apo de bimeşin, em ê bibin PKK’ê.”

Hevrê Jiyanda piştî pêvajoya perwerdeyê weke gerîlayek YJA Starê ya xurt û bi biryardar berê xwe da qada pratîkê, têkoşîna xwe di tîmên gerîla yên nîv bi tevger de dewam kir. Gerîla Jiyanda ku ji sala 2021’an û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di eniyên pêş de şer kir, li Zap û Metîna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cihê xwe digire.  Hevrê Jyanda di 7’ê Nîsana 2024’an de tevî hevrêya xwe Berfîn Zîlan dema diçû ser erka xwe û hewl dida ava Zapê derbas bike, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ber avê çû û gihîşt şehadetê. Hevrê Jiyanda ya ku berxwedanî û qehremaniya 9 salan diyarî gelê xwe kir, têkoşîna wê ya bêhempa weke mîrate ji hevrêyên wê re ma.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qurbaniyên Komkujiya Gar hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re SZPÊ: 9’emîn salvegera rizgariya Şengalê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedêrên Tişrînê: Em ê Bendava xwe biparêzin

Welatiyên ku vê kêliyê li Bendava Tişrîn li berxwe didin, diyar kirin ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevseroka KESK’ê: Ev meş hem ji bo mafên me ye hem jî ji bo aştiyê ye

KESK ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji wezîfeya xwe hatine derxistin li karê xwe vegerin…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîrxan Karker: Cewhera Îslamê komunal le

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker diyar kir ku cewhera Îslamê komunal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?