Derhêner û senaryonivîs Onder Çakar, berxwedana li Rojava, wêranîya şer û jîyana ku Kurdan di warê hunerê de ava kirîye nirxand û diyar kir ku Şoreşa Rojava tenê bi Kurdan re sînordar nîne. Çakar bi taybetî destnîşan kir ku nakokîyên Kurd-Ereb-Tirkmen dê li herêmê feydeyê nede tu kesî û derbarê pêvajoyê de nirxandinên girîng kirin.
Çakar anî ziman ku li Rojava şer tu carî nesekinîye û herêm her tim rûbirûyê êrîşan maye. Çakar dîyar kir ku berê êrîşên El-Nusra, piştre yên DAIŞ’ê pêk hatine û piştî wan jî Tirkîye daxilî şer bûye; wî anî ziman ku ew xebatên çand û hunerê di bin mercên giran de dimeşînin.
Çakar got: “Her tim bombebaran û êrîş hebûn. Me tu carî bi dilê xwe û bêyî tirs, ji bo zarokên xwe sînema çênekirin. Di destpêka şoreşê de me fîlmên Charlie Chaplin nîşan didan. Ji Komkujîya Amûdê û vir ve, em her tim bi tirs û fikarên êrîş û komkujîyekê xebitîn e.”
Çakar dîyar kir ku di dema nîşandana fîlmê ‘Kobanê’ de jî ji ber êrîşên hewayî rastî zehmetîyên mezin hatine, nekarîne li qadên vekirî nîşandanê bikin û neçar mane li salonên teng asê bimînin. Çakar destnîşan kir ku tevî şert û mercên şer wan dev ji hilberîna hunerî bernedane û wiha got:
“Di vê pêvajoya şer de jî em nesekinîn. Em bi gelek hevalên xwe re bi saz, gotin û helbestên xwe diçin cihên berxwedanê û hewl didin bibin moral. Komuna me ya sînemayê danasîna hin fîlman dikşîne. Dilê me diêşe, xwîn jê diçe. Dema gund di nav agir de be, em porê xwe naxurînin. Morala me xera nîne, em ji xwe nexeyidîne. Em nikarin faliyetên xwe bidin sekinandin. Heta ku em nefesê bistînin, heta ku em nikaribin nefesê bistînin jî, bi hestîyên xwe ve deyndarê vî gelî ne ku hunereke şoreşgerî bikin.”
Çakar bal kişand ser yekîtîya îdeolojîk a bi gelê Ereb re û got ku ev ne li ser bingeha berjewendîyan, hevparîyeke ramanî ye. Wî dîyar kir ku ew modeleke civakî ya ku hemwelatîbûna wekhev, azadîya bawerîyê û mafên demokratîk bingeh digire, hedef dikin.
Çakar dîyar kir ku ew civakeke ku bi feraseta piştgirî, parvekirin, komun û jîyana kolektîf li hemberî ferzên kapîtalîzmê mirovahîyê diparêze xeyal dikin û anî ziman ku bingeha çandî ya vê modelê huner e. Çakar got ku tecrubeya 14 salan a li Rojava, ji bo dîroka mirovahîyê kurt be jî, xwedî ezmûneke girîng e.
‘XWESTIN KU ŞERÊ KURD Û EREBAN DERXIN’
Çakar dîyar kir ku li herêmê hewl tê dayîn zemînek ji bo şerê etnîkî bê avakirin û li dijî vê yekê wiha got:
“Em bi hemû hêza xwe li dijî vê radiwestin. Ez ne Kurd im, ez Tirk im. Sedema hebûna me ya li vir ne ji ber ku vir Kurdistan e; sedem tamkirina azadîyê û kirina hunerê ye. Paradîgmaya Netewa Demokratîk tenê li van erdnîgariyê dikare jîyanê bibîne.”
Çakar bal kişand ser dîroka têkoşîna hevpar a pêncî salan a bi dostên Ereb re û anî ziman ku çanda xwîşk û biratîyê ya ku ji Bekayê heta kampên Filistînê dirêj dibe, bi hunerê mezin bûye.
Çakar dîyar kir ku li bajarên wekî Reqa û Tebqayê komên şanoyê hene û anî ziman ku di festîvala şanoyê ya ku li Kobanê bi navê Şehîd Mizgîn hatîye lidarxistin de lîstikên bi Erebî jî cîh girtine. Wî got ku çepikên gel ji bo ekîba şanoyê ya ku ji bajarekî ku demekê paytextîya DAIŞ’ê kirîye hatine, nîşaneya herî xurt a xwîşk û biratîya gelan e.
Çakar anî ziman ku li dijî êrîşan hunermendên Kurd têdikoşin lê hunermendên cîhanê bêdeng dimînin û ev bêdengî tê wateya hevkarîya komkujîyan. Çakar pirsî: “Li Rojava komkujîyeke mezin heye. Nirxên çandî tên tinekirin. Heke hunermend van neparêzin, dê çi biparêzin?”
Çakar êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Charlie Hebdo bi bîr xist û dîyar kir ku ev îdeolojî gefeke gerdûnî ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tu der ne ewle ye. Li cihê ku faşîzm û tarîtî hebe, ewlehî nabe. Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku dengê xwe bilind bikin û Şoreşa Rojava biparêzin.”

