Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane dane destpêkirin, di roja 14’an de dewam kir. Gelek partiyên siyasî, komele, sendîka û sazî piştgirî dan çalakiya îro.
Di çalakiyê de ji ber şewata li navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê qurdeleyên reş hatin pê ve kirin û dowîzên ” Welatê Kurdan dişewite, malê wê dişewite, canê wê dişewite”, “Colemêrg ya me ye” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Colemêrg” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
Ji Komeleya Mafên Karkeran Lîzge Bîter li vir axivî û wiha got: “Bi qeyûman vîna gelê Kurd û jinan tê desteserkirin. Kesên ku vê dikin û mafên karkeran desteserdikin heman kesên in. Em ê li hemberî van têbikoşin û li ber xwe bidin.”
Ji Ekolojiya Polen Cemîl Aksu îşaret bi şewata mezin a li Kurdistanê kir û wiha got: “Ev ne tiştekî ku cara ewil diqewime. Beriya 2 salan jî li Deryaya Spî şewat derketibûn. Rêveber gotibûn ku balafirên me tune ne. DEDAŞ’ê bi berdewamî qaçaxiyê dike hincet û kabloyên elektrîkê naguherîne û pêş naxe. Lê em dizanin ku li wê derê tu eleqeya gelê me yê kedkar bi qaçaxiyê tune ye. Ji ber ku pereyê wan bi zora dewletê tê girtin. Li Kurdistanê di her bûyerê de hêza dewletê derdikeve pêşiya me. Tu girîngiya vê nîne ku şewat ji ku derketiye. Lê dewlet neçar e şewatê vemirîne. Ti dewlet û meclîsek nîne ku em hêviya çareseriyê bikin. Çareserî em in.”
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Engîn Cengîz jî anî ziman ku îro roja muzîkê ya cîhanê ye lê ew şîn digirin û got: “Em îro di şînê de ne, lê em bi berxwedanê şînê digirin. Îro wê muzîkên me lêdaba, lê çênebû. Li Colemêrgê bi zilmê qeyûm hat tayînkirin. Lê çibikin bila bikin em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Allîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê yê Stenbolê Akî Ekber Comer jî wiha got: “Eger em li vî welatî qala demokrasiyê bikin, divê em qeyûmê qebûl nekin. Em ê di 29’ê Hezîranê de li dijî qeyûmê mitîngekî mezin li dar bixin. Em her kesî ji bo mitîngê vedixwînin.”
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Eger em xwedî li gelê xwe dernekevin, mirovên me yên ku divê nemirin, wê bimirin. Ji ber vê yekê divê alternatîfan pêk bînin. Ji bo vê jî divê girîngî bidin hêza xwe ya cewherî.”