Êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin û dorpêçkirina Kobanê li gelek cihan hat protestokirin.
ÎZMÎR
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çigliyê li Qada Qesaban a Çigliyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku pankarta “Em li herêmê aştî, li welêt demokrasiyê dixwazin” hat vekirin, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Deriyan vekin, bila alîkarî bigihêje wan” hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ku ji hêla Hevseroka Navçeya Çigliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aynûr Çelîkê ve hat xwendin, gelek kes beşdar bûn.
Aynûr Çelîkê diyar kir ku hêzên emperyalîst li dijî gelê Kurd şerekî qirêj dimeşînin û HTŞ ku ji aliyê DYA’yê ve hatiye ser desthilatê, mirovên xwedî nasnameyên cuda dikuje. Aynûr Çelîkê diyar kir ku jiyana li Rojavayê hatiye avakirin azad, piralî û demokratîk e û got: “Em hevdîtinên agirbest û lihevhatinê yên ku duh di medyayê de hatin ragihandin û tê gotin ku di navbera HTŞ û HSD’ê de pêk hatine ji nêz ve dişopînin. Em diyar dikin ku ev hevdîtin ji daxwazên gelê Kurd û hemû gelên li Rojavayê dijîn ên ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke demokratîk dûr in û pir kêm in.”
Aynûr Çelîkê diyar kir ku divê planên ji bo Rojhilata Navînê bi daxwaza hevpar a aştiyê di navbera gelan de werin pûçkirin û got: “Aştiya mayînde li Rojhilata Navînê tenê bi bidawîbûna emperyalîzm, bertek û şerên wekaletê, li ser bingeha wekheviya gelan, rizgariya jinan, pirrengî û xweseriya demokratîk mimkun e. Em ê hevgirtina bi gelê Kurd re xurt bikin û li dijî polîtîkayên şer aştî û biratiya di navbera gelan de biparêzin.”
XARPÊT
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Xarpêtê li Xeraca Xozatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin, pankarta bi nivîsa “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin” hat vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêveberê Partiya SOL’ê Murat Çelikdag ve hat xwendin.
Çelikdağ bertek nîşanî êrîşan da û got, “Êrîşên ku piştî Helebê li Rojava li dijî qadên jiyanê yên gelê Kurd in, digel bêrêzî û komkujiyên sîstematîk ên li dijî Elewî, Durzî û Xiristiyanan, ne tesadufî ne. Armanca sereke ya van êrîşan kûrkirina dijminatiya di navbera gelan de, mayîndekirina pevçûnê û ji nû ve şekildana herêmê li gorî berjewendiyên emperyalîst e.”
Daxuyanî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojavayê” bi dawî bû.
RIHA
Komuna Hiqûqê ya Rihayê, der barê astengkirina 25 kamyonên pêdiviyên bingehîn ên ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê ve ji bo Kobanê hatin şandin, daxuyanî da. Endama Komuna Hiqûqê ya Rihayê Guler Kiliç Polatê, li kêleka kamyonên alîkariyê yên li Pirsûsê, bi endamên komunê re daxuyanî da û bal kişand ser krîza mirovî ya li Kobanê. Guler Kiliç Polatê got: “Peymanên Cenevreyê yên 1949’an û Protokolên wan ên Zêde ku Tirkiye jî alîgirê wan e, parastina sivîlan di rewşên şerê çekdarî de û pêşîgirtina li astengkirina alîkariya mirovî destnîşan dikin. Xala 23’yemîn a Peymana Cenevreyê derbasbûna belaş a xwarin û alîkariya bijîşkî ya ji bo sivîlan ferz dike. Mehkûmkirina sivîlan bi birçîbûnê û bêparkirina wan ji pêdiviyên jiyanî li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî qedexe ye. Wekî din, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî tê de ye û Peymanên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî mafê jiyanê, rûmeta mirovan û qedexekirina muameleya nemirovane garantî dikin. Di biryarên binpêkirinê yên ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatine dayîn de, dewletek ji ber binpêkirinên mafê jiyanê yên ku ew dikaribû pêşî lê bigire berpirsiyar tê dîtin.”
Guler Kiliç Polatê diyar kir ku alîkarî bi awayekî nehiqûqî tê astengkirin û got: “Xala 17’emîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê mafê jiyanê rêk dixe û Xala 90’emîn jî serdestiya peymanên navneteweyî yên li ser mafên bingehîn li ser hiqûqa navxweyî rêk dixe. Di vê çarçoveyê de, astengkirina alîkariya mirovî jî li dijî Destûra Bingehîn e. Ji bilî berpirsiyariya qanûnî, ev rewş wijdanê mirovahiyê bi kûrahî birîndar dike. Hiştina sivîlan bi birçîbûn, serma û kêmbûna elektrîkê re bi tu sedemeke siyasî, leşkerî an ewlehiyê nayê rewakirin. Divê alîkariya mirovî bêyî cudahiya nasname, bawerî an nêrînên siyasî ji kesên hewcedar re were şandin.”
‘TAVILÊ DIVÊ KORÎDORA MIROVÎ WERE VEKIRIN’
Guler Kiliç Polatê ku got “Divê korîdorên alîkariya mirovî yên ber bi Kobanê ve tavilê werin vekirin” û wiha got: “Divê gihîştina pêdiviyên bingehîn ji bo sivîlan bêyî derengmayînê were misogerkirin. Divê erkên hiqûqa navneteweyî bi tevahî werin bicihanîn. Mafê jiyanê nikare wekî amûreke siyasî an jî bazarkirinê were bikaranîn. Nabe ku alîka

