Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Canan Kepenç: Em ê wan bajaran ava bikin ku jin lê azad bin
Rojane

Canan Kepenç: Em ê wan bajaran ava bikin ku jin lê azad bin

Canan Kepenç diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê ya faşîst herî zêde êrîşê dibe ser destketiyên jinan û got, ji ber ku sîstema 'hevserokatiyê' li dijî sîstemê weke gefekê dibîne, qeyûman li şaredariyan bi cih dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Canan Kepenç ji ANF’ê re axivî.

Kepenç anî ziman ku DEM Partî li şaredariyan ji bo jinan gelek karî dike û destnîşan kir ku bi kampanya bi dirûşma ‘Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê rawestînin’ ew dixwazin bajarên welê ava bikin ku jin lê azad bin.

‘DIXWAZIN SÎSTEMA ME YA HEVSEROKATIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN’

Kepenç anî ziman ku desthilatdarî nikare xwe li vê xwedîderketina gel a li sîstema hevserokatiyê rabigire û destnîşan kir ku şaredariya Êlihê ji ber vê yekê hate desteserkirin.

Kepenç diyar kir ku sîstema hevserokatiyê destketiyeke ji têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan a bi salan e û got, “Yek ji hêmanên bingehîn ên paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye. Têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan di şexsê sîstema me ya hevserokatiyê de şênber bûye, lewma timî bûye hedef û hewl hatiye dayin ku bê krîmînalîzekirin. Êrîşên ku heman piştî pêvajoya pêşhilbijartinê destpê kir û heta niha dewam dikin, parçeyek ji vê yekê ye. Xelkê Êlihê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bersiva herî bedew da van êrîşan. Hevşaredara me ya Êlihê Gulistan Sonuk di hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê de bi dengê herî bilind hate hilbijartin.”

‘SÎSTEM HEVSEROKATIYÊ LI HEMBERÎ XWE WEKE GEFEKÊ DIBÎNE’

Kepenç got, “Jin ku hîma bingehîn a têkoşîna salan e, bi nêzîkatiya; heta ku jin azad nebe civak azad nabe tevgeriyan” û anî ziman ku sîstema hevserokatiyê rewşa şênber a têkoşîna azadî û wekheviyê ya civakî ye. Kepenç bi vî rengî dewam kir, “Sîstemeke welê ye ku li gel jinan civakê azad dike û di heman demê de nêzîkatiya desthilatdarîparêz a seriya mêr parçe dike. Di bingeha êrîşa desthilatdariyê ya li ser sîstema me ya hevserokatiyê de ev yek heye. Sîstema me ya hevserokatiyê li hemberî xwe weke gefekê dibîne û ji ber vê yekê jî bi mekanîzmayên şerê taybet, bi zordariyê, bi rêya hiqûqê êrîşî sîstema me dike. Mekanîzmaya ku ev desthilatdarî herî zêde êrîşê dibe ser ew mekanîzma ye ku wê herî zêde civakê azad bike.”

‘EM Ê BAJARÊN WELÊ AVA BIKIN KU JIN LÊ AZAD BIN’

Canan Kepenç destnîşan kir ku armanca wan avakirina wan bajaran e ku jin karibin bi rengekî wekhev û azad lê bijîn û qala karên li şaredariyên xwe kir: “Destpêkê li şaredariyan hemûyan; li şaredariyên bajarên mezin me serokatiyên daîreyên jinê, li bajar û navçeyên din jî midûriyetên jinan ava kirin. Bi rêya van saziyan me hewl dan beriya her tiştî pêşî li tundiyê bigirin. Dİ demeke kurt de li serokatiyên daîreyên jinê û midûriyetên jinê me xeta ‘alo tundî’, navendên piştevaniya jinê, navendên jiyanê yên jinê, stargehên jinê, kreş vekirin. Bi dirûşma ‘Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê rawestînin’ dest bi kampanyayeke ji bo salekê kirin. Armanca me di vir de ew e ku li dijî tundiya li hemberî jinê têbikoşin. Em dixwazin derfetê biafirînin ku jin karibin bi hêsanî xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li jinê û bi vî rengî tundiyê asteng bikin. Dawiya dawî jî em dixwazin bajarên welê ava bikin ku jin lê azad bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Karayilan: Encamên taktîka zextê ya li ser Rêbertî wê giran bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kadîfekaleyê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Kadifekaleyê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser sivîlan li Amedê hat şermezarkirin: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Rêxistinên demokratîk ên Amedê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûjiyan Îsyan jineke ji Mêrdînê ya wêrek û zana bû

Bi qasî ku çalakvaneke wêrek û jêhatî jî bû şervaneke wisa bû ku taybetmendiyên dêrîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê hişyar kir: Dibe ku Rûsya rê li ber krîza xurekê ya global veke

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li rojhilatê Spanyayê karesata lehiyê: Herî kêm 4 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?